TAJÊ li dijî cezayên darvekirinê name şand

Komîteya Tekîliyan a TAJÊ ji Merceîya Bilind ya Olî a Şîa Li Îraqê re, nameyek şand. TAJÊ di nameya xwe de got: “Zindana Evînê li Îranê vegeriyaye zîndana îşkence, kuştin û qirkirina jinan.”

Şengal – Komîta Tekîliyan a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî biryara îdamê ya li dijî Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûdarî, Şerîfe Mihemedî û giştî girtiyên jin yên li Îranê nameyek ji Merceiya Bilind ya Olî ya Şîa li Iraqê re şand.

TAJÊ dinameya xwe de got: “Di dirêjahiya dîrokê de civaka Êzidî, ji bo parastina ol, bawarî û çanda xwe rastî 74 fermanan hatiye. Fermana herî dawî 3’ê meha 8 a 2014’an ji milê çeteyên DAIŞ’ê ve li ser civaka Şingal pêk hat. Me civaka Êzidî taybet jinên Êzidî piştî fermanê ji bo parastina hebûna xwe, me xwe ji hemû milan ve bi rêxistin kir me tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) ava kir.

‘Zindana Evînê bûye cihê işkence û kuştina jinan’

Li hemberî jin û civakê gelek rêbazên şidetê hene, yek ji wan rêbazan, sîstem ango zihniyeta darvekirinê ye. Rejîma Îranê bi salan e li ser civakên, Kurd, Fars, Belûc, Azarî, Ereb û her wekî din, sîstemek darvekirina mirovan taybet a li ser jinan pêk tîne. Li ser jinên Îranê zextek zêde ya derûnî, tûndî tê meşandin, li ber çavê cîhanê zîndana Evînê li Îranê vegeriyaye zîndana îşkence, kuştin û qirkirina jinan. 

‘Îran zagonên mafê mirovan binpê dike’

Rejîma Îranê tenê di sala 2024 an de zêdetirî 900 mirov ji wan zêdetirî 30 jin darvekirine. Ev yê ku tê zanîn û hîna bi sedan jî li benda biryara darvekirinê ne. Mirov bê ku werin dadgehkirin têne darve kirin, ev yek ne li gor zagonên mafê mirovan e û zagonê mafê mirovan binpê dike.  

‘Divê dawî li vê sîstemê were’

Dadgeha bilind ya Îranê  di 8’ê Çile de biryara darvekirina jina Kurd, çalakavan û rojnemevan Pexşan Ezîzî da. Em vê biryarê bi tundî red dikin û didin diyar kirin ku ev biryar li dijî felsefa jin jiyan azadî ye. ji bo avakirina jiyanek azad û bi edelet, em dibêjin bila êdî dawî li vê sîstema darvekirinê bê anîn. Ev biryara cezayê darvekirinê li dijî Pexşan Ezîzî biryarek der mirovî û ne qanûnî ye, divê demildest ev biryar bê betal kirin.

‘Berpirsiyartiyên xwe pêk bînin’

Wek mercîa bilinid ya olî li Îraqê, em dizanin ku hûn bi bandor in, lewra em tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo dawî anîna vê sîstema darvekirinê taybet biryara darvekirinê a li ser jina Kurd Paxşan Ezîzî, em bang li we dikin da ku hûn, pêşiya vê biryarê bigirin, berpirsyariyên xwe yên mirovî û wijdanî pêk bînin.