TAJÊ ji malbata Dr. Neman Xefurî re sersaxî xwest

TAJÊ’ê bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbata Dr. Neman Xefurî re xwest û got: „Em xemgîn bun, ji bona me weke civak û jinên Êzidî jî windahiyak mezin bû. li ser navê TAJÊ em ji mabat û dostên wê re sersaxî dixwezin, bila serê malbat û civaka me saxbe.“

Navenda Nûçeyan - Dixtora Neman Xefurî ya di pêvajoya fermanê de li Şengalê kedek mezin dayî û li Rojava jî bi heman şêweyî xebitiye du ji ber nexweşiya vîrosa coronayê jiyana xwe ji dest da. 
Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) bi daxuyaniyek nivîskî Dr. Neman Xefurî bi bîranî û got: “Di demê fermana 3 Tabaxa 2014 an de bi dehan nivîskar, rojnameger, rewşambîr û bijîşkan berê xwe dan Şingalê û li hemberî cînsayda li ser civaka Êzidî bê deng neman, bi civaka Êzidî re bûn alîkar. Yak ji van jî Dixtora Neman Xefurî bû, dixtura Nîman Xefurî ku wê jî êşa ferman û enfalê di zaroktiya xwe de jiya û bi malbata xwe re koçî Siwêdê kiribû. Di fermanê de berê xwe da Şingalê û jiyana bi dehan mirovan ji mirinê rizgar kir. 
Ma duh xebera wefata Dr Neman Xefurî bihîst, em xemgîn bun, ji bona me weke civak û jinên Êzidî jî windahiyak mezin bû. li ser navê TAJÊ em di serîda ji mabat û dostên wê re sersaxî dixwezin, bila serê malbat û civaka me saxbe.“