TAJÊ ji cihê 74 jin û zarok hat qetilkirin banga bilindkirina têkoşînê kir

Di çarçoveya kampanyaya ‘Li dijî qirkirina jin bibin dengê xweparastinê’ TAJÊ li cihê 74 jin û zarokên ku di dema fermanê de hatin qetilkirin, daxuyanî da û banga bilindkirina têkoşînê kir.

Şengal Kampanyaya ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 8’ê Adarê de dabû destpêkirin, bi çalakiyên cur bi cur didome.

Di çarçoveya vê kampanyayê de TAJÊ li gundê Solaxa Şengalê li cihê 74 jin û zarokên ku di dema fermanê de bi saxî hatin şewitandin û binaxkirin, daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de Neam Bedel di şexsê şehîdên komkujiyê de hemû şehîdên fermanê bi bîr anî û wiha got: “Di dema fermanê de 74 jin û zarok bi saxî li vir ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin. Em di şexsê wan de hemû şehîdan bi bîr tînin. Heta yek ji me jî bimîne dê ev têkoşîn bidome. Em ê heta dawî li dû têkoşîn û berxwedana jinê bin û her piştgirî bidin têkoşîna jinan. Em hemû jinên ku li ber xwe dane û di oxira wê de şehîd bûne bi bîr tînin û em ê têkoşîna wan bigihînin serkeftinê. Hemleya ku TAJÊ di meha adarê de dabû destpêkirin heta îro didome. Em ê vê hemleyê hîn bidomînin û mezintir bikin. Em ê bi vê hemleyê serî hildin û li ber xwe bidin. Em ê bi vê hemleyê li pey doza keç û jinên me yên ku hatin şehîdxistin û hê jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîlgirtine, bin. Her wiha jinên êzidî di serî de em ê li pey doza jinên ku rastî zext û êrîşan tên bin û em ê têkoşîna jinan bilind bikin.”

Daxuyanî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Paşê li ser gorên şehîdan find hatin pêxistin.