TAJÊ ji bo darizandina PDK’ê dosyayek pêşkêşî cihên eleqedar kir

TAJÊ ji bo darizandina PDK’ê dosyayek ji welatên ku jenosîdê nas kirine, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Serok wezîrê Iraqê Sudanî û Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê re şand.

Şengal-Di çarçoveya 10’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo darizandina PDK’ê û berpirsên fermana 74’an a li ser civaka Êzidî pêk hat, dosyayeke li ser kiryarên PDK’ê amade kir û ji welatên ku jenosîdê nas kirine, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Serokê Iraqê Sudanî û Wezirê Karê Derve ya Elmanyayê re şand. Ligel dosyayê nameyek ku sedema şandina dosyayê têde tê vegotin jî hat şandin.

Di nameya TAJÊ ev tişt hate gotin: “Di 3’yê Tebaxa 2014’an de civaka me Êzîdî fermana 74’an jiya. Çeteyên DAIŞ ê li Şengalê bi awayekî herî hov êrîşî civaka Êzidî kir û ferman pêk anî. Di vê fermanê de nêzî 7 hezar kes hatin revandin ku piraniya wan jin û zarok bûn. Ji van kesên ku DAIŞ ew revandin di fermanê de nêzî 3 hezar û 600 hatine rizgarkirin û nêzî 2 hezar û 500 winda ne û çarenûsa wan ne diyar e. Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran mirovên Êzidî kuştin û xistin gorên komî. Di nav 10 salan de 92 gorên komî hatine dîtin û hîn bi dehan ê ku nehatina dîtin hene. 56 korên komî hatine vekirin, ji van gorên ku hatine vekirin zêdetirî 700 cenaze hatine derxistin. 242 cenaze hatine nas kirin û ji aliyê malbatên wan ve hatine definkirin.

10 sal li ser fermanê re derbas dibe. Em dizanin ku di nava van 10 salan de li ser sedemên bingehîn ê fermana 3’yê Tebaxa 2014’an gelek lêkolîn hatine kirin. Rûxmî van lêkolînan jî çeteyên DAIŞ’ê û  sûcdarên jenosîdê nehatine darizandin û edalet pêk nehatiye. Ji bo civaka Êzidî ji fermanên nû were rizgarkirin û parastin, divê edalet pêk were. Çeteyên DAIŞ  û hevkarên wan di dadgehek navnetewî de werin darizandin. Ji bo ku rastî neyê windakirin û hesab ji sûcdarên fermanê bên pirsîn, me dosyayek amade kir. Em ji we daxwaz dikin ku hûn vê dosyaya me li ber çavan derbas bikin.”

Dosyaya ji bo darizandina PDK’ê hatiye pêşkeşkirin wiha ye:

“Em tevgera azadiya jinên Êzidî ( TAJÊ )  vê dosya bi belge ku rastiya Şingal, kiryarên PDK li dijî gelê Şingal, hevkariya wan a bi DAIŞ re.  Her wiha rola wan di  jenosayîda 3/08/2014 an a li ser civaka Êzidî îfade dike, pêşkêşî we dikin. Di vê dosiyê de bûyer û agahiyên rasteqîn hatine nivîsandin. Armanca me ji pêşkêşkirina vê dosiyê ewe ku rastî were zanîn, kes û hêzên sûcdarên jenosayîdê bên mehkeme kirin. Her wisa em ji we daxwaz dikin ku li ser van mijarên ku me nivîsandine lêkolînek hîn berfireh were kirin. Em ji we daxwaz dikin ku hûn erk û berpirsiyarên xwe yên li bermberî civaka Êzidî û gelê Şingalê pêk bînin.

Madeya 140 a destûrê Îraq û heremên bi nakok.

Piştî  ruxadnina sîstema Baas Sala 2003 an ji aliyê Amrîka ve destûrê Îraqê ji nû de hat nivîsandin. Di wê demê de Bol Birêmer Hakimî medenî li Îraqê, kesek siyasî ji Amrîka bû.

Sala 2005 destûrê îrqê ji aliyê  Bol Birêmer hat nivîsandin, di perlementoyê îraqê de ket dengdanê û bi serket .

Yek ji madeyên ku Şingalê di aliyê îdarî, siyasî û ewlekarî de elaqeder dike, madeya 140 e.

Herêmên ku di vê madê de cihê xwe digrin. Kerkûk, Şingal, Şêxan, Hemdaniya, Başîqa, Mexmûr, Sihêla û Zimar e. Xelkê van herêman ji pêkhateyên Êzidî, Fileh, Şebek, Şîa, kakaî, Ermen û Tirkmen û hwd pêk tê.

Ev hermên ku di vê madê de hatine bi cîh kirin, di navbera hikumeta herêma kurdistan û hikumeta ferdarl de herêmên bi nakok in.

piştî rûxandina sîstema ,Bais li  îraqê, PDK bê itîfaq û biryar di van herêmên ku bi nakok de bi cîh bûn.  Yek ji van jî herêma  Şingal bû.

 Bi sala PDK ê rê neda çareserî ji van herêmên bi nakok re were peyda kirin. Ji ber ku Şingal herêmek bi nakok bû di navbera herêma kurdsitan û hikumeta ferdral de, bi salan Şingal ji aliyê siyasî, îdarî û ewlekarî ve hat îhmal kirin.

14/08/2007 Teqîna Navçeya Tilezêr û Komalgeha Sîba Şêx Xidir:

14/08/2007 seat 7 danê êvarê li navçeya Tilizêr û komlageha Sîba Şêx Xidir yên girêdayî Şingalê 4 teqînên mezin pêk hatin. 4 seyareyên mezin yê teqemenî xwe di nava sivîlan de  teqandin.  Di encama van teqînan  de 312 kesan jiyana xwe ji dest dan û 740 kes  birîndar bûn. Seyareyên teqemenî ji gundewarên  rojavayê navçeya Tilizêr û Sîba Şêx Xidir  ku  dikeve ser sînorê îraq û sûriyê  ve hatin.  Gundewar 9 km  dûrî navçeya Tilizêr in. 4 seyarên teqemenî di 4 bendên qontirolê yên pêşmergên PDK re derbasî nava sivîlan bûn û xwe teqandin. Di van bendên qontirolê de herî kêm nêzî 100 pêşmergên çekdar ku parastin dikirin hebûn. Beriya  seyara derbas bibin, pêşmerga  xwe ji cihê qontirolê didin alî heya ku seyara derbas dibin. Beriya teqîn rû bide bi demekî kurt, pêşmerge ji sivîlan re dibêjin  ku wê teqînek mezin  çêbibe. Agahiya pêşmergeyên PDK ji teqînek wisa hebû, bi zanebûn tedbîrên ewlekarî ne girtin. Piştî ku teqînan rû da, pêşmerga di nava sivîlan de fîşek teqandin. Di encamê de hinek kes ne ji ber teqînê ji ber fîşekên pêşmergan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan kesê ku bi fîşeka pêşmerga jiyana xwe ji dest da ( Seydo şêx Mûs ) yê temenê wî nêzî 20 salî bû,  di rapora wî a tiba edlî de ev rastî derket holê.

Emîd, ( Hacî Xidir ) yê ji Dihokê berpirsê pêşmergan yê navçeya Tilizêr û gundewarên wê, yê wê demê bû.

Muqedim, (Seyf Eldîn ) yê ji Dihokê Berpirsê focê pêşmergan ya  komalgeha Sîba Şêx yê wê demê bû .

Raîd , (Abdelah )  jî  berpirsê  foca pêşmerga a  navçeya Tilizêr  yê wê demê bû.

Me ev  agahî ji kesên ku bi çav şahidiya van bûyeran  kirine girtine.

Civîna li Amanê a ku PDK ê Şingal difroşe DAIŞ ê

1’ê Hezîrana 2014’an, beriya ketina DAIŞ a Musilê bi 10 rojan. Li paytexta Urdun, ê Ammanê  civînek veşartî hat çêkirin. Welat û hêzên ku tevlî vê civînê bûn dewleta Tirk, dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA), Erebîstana Siûdî, Îsraîl, PDK  û DAIŞ bûn. Emîrê DAIŞ ( Ebû Bekir ElBexdadî ) amade bû. Her wiha ji welatên herêmê û rêxistinên cûda yên selefî jî di civînê de amade bûn. Di  civînê de pîlansaziya nû ya teşedayîna Rojhilata Navîn hat nîqaş kirin û DAIŞ jî wekî amûra vê pîlansaziyê hat erkdar kirin. Biryara ketina DAIŞ a  Mûsil, Tilafer û Şengalê di vê civînê de hate dayîn.

Mesut Barzanî serokê herêma kurdistanê yê wê demê, ku serokê PDK yê niha ye, 4 roj beriya civînê li Ammanê bû û ji bo ku civîn pêk bê amadekarî kirin.

 Ev pîlansazî di 1’ê Hezîrana 2014’an de, li Amman a paytexta Urdunê hatibû amade kirin. Li ser navê partî demokratî Kurdsitan PDK’ê Azad Berwarî û li ser navê herêma kurdistanê jî serokê herêmê Mesut Berzanî tevlî civînê dibin. Di civînê de PDK ê Şingal miqabilî Kerkuk difroşe DAIŞ ê.

Ji ber civîna Ammanê  veşartî hat li dar xistin, agahiyên berfireh nîn in ku em zêdetir binivîsin. Em daxwaz dikin, ji bo rastî derkeve holê ev civîn bê eşkere kirin.

Fermana 3/08/2014 an 

Beriya ferman pêk were li Şingalê  12000 pêşmergên PDK ê,  5000 polîs hundirîn , 5000 Artêşa îraqê û 1000 polîsên sînor hebûn.

Her wiha beriya fermanê 10/06/2014 heya 3/08/2014 PDK ê li Şingalê gelek sîlehên sivik û giran ji artêşê û malbatên ku sîlehê wan hebûn kom kirin. Piştî Musil û Tilafer ket destê DAIŞ ê û xeteriya DAIŞ li ser Şingal zêde bû. Pêşmerga bi gotinên ku hûn nikarin şerê DAIŞ ê bikin, dest danîn ser nûqta, sîleh û seyariyên leşkerî yên artêş, polîsên hundirîn û polîsên sînor yên ku di Şingalê de bûn. Pêşmerga bi hezaran sîlehên giran û sivik kom kirin, Beşek  firotin DAIŞ ê beşek ji wan jî derbasî herêma kurdistanê kirin.

Serbest Babîrî berpirsê leqa 17 a pêşmergên PDK ê li Şingalê. Beriya fermanê berpirs û fermandarên PDK ê li Şingal bi dehên caran li Şingalê gel kom kirin û ji wan re gotin, “ di navbera me û DAIŞ ê de tensîq heye, netirsin DAIŞ êrîşî Şingalê nake. Lê heger DAIŞ êrîş bikin, emê Şingalê biparêzin, netirsin”.  Ev piropanxenda hem li ser ragihandin hem jî di nava gel de dihate kirin.

Berpirsên pêşmergên PDK ê li Şingalê di 3/08/2014 an de:

Mesud Berzani, Serokê Partî dîmokratî Kurdistan ( PDK )

Aştî koçer, Berpirsê  Asayîşa Rojavayê Neynewa a girêdayî Partiya Demokrata Kurdistanê ( PDK )

Serbest Babîrî, berpirsê leqeya 17 a PDK ê.

Seîd kêstî,  berpirsê fermandeya pêşmergan li Şingalê.

Cîgirê fermandarê, fermandeya pêşmerga a Şingalê  yê bi navê (  Simê )

Qasim Reşo, cîgirê Serbest Babîrî.

Biryara vekişandina hêzên pêşmerga ji aliyê serokê herêma Kurdsitanê yê wê demê Mesûd Berzanî ku niha serokê PDK ê ye hat dayîn. Ev biryar van kesên ku me navê wan destnîşan kirine di Şingalê de pêk anîn.

2/08/2014 êvara  3/08 2014 biryara vekişandinê hêzên pêşmerga ji leqê û fermandê re hat ku vekişin.  Di wê êvarê de seat 1:30 DAIŞ ji Beac êrîşî gundê Girzerik, Sîba Şêx Xidir û Tilezêr kir.  Pêşmerga di wê êvarê de hêzên xwe li navenda Şingal û navçeya Sinûnê kom kirin. Seat 5:00 roja 3/08/2014 an tevahî pêşmergên PDK ê bê ku yek fîşek biteqîn in Şingal radestî DAIŞ ê kirin , di riya Rebîa re reviyan û  derbasî Herêma Kurdsitanê bûn. 

3//2014 an pêşmergên PDK 3 ciwanên Êzidî qetil dike.

Roja 3/08/2014 an di seat  9:30 an de  li nûqteya qontirolê a Pêşmergên PDK a  mifriqê komlageha Zorava  ya li ser riya di navbera komalgeha  Guhbel û Hardan, ê  yên girêdayî navçeya Sinûnê a Şingalê 3 ciwanên Êzidî yên bi navê  Cemîl Reşo Îlyas, Yusif Xelef Îlyas  û ELî îlyas Yusif ji aliyê Pêşmergên PDK ve tên qetil kirin.

Cemîl Reşo Îlyas yê  31 salî .

 ELî îlyas Yusif yê 35 salî.

Xelef îlyas Yusif  yê 24 salî .

Ev her sê ciwanên Êzidî hemwelatiyên  komalgeha Zoravayê bûn. Dema ku DAIŞ  ket herêma Şingal û dest bi qirkirina li ser civaka Êzidî kir, pêşmergên PDK nûqteyên xwe yên parastinê ber didin û sîleh jî bi xwe re dibirin. Van hersê ciwanan dema ku dîtin pêşmergên PDK şer nakin, direvin û sîlehan jî bi xwe re dibin, ji Pêşmergan re dibêjin “ ger hûn şer nakin, sîlehan bidin me, emê şer bikin”. Bi israr her sê ciwan sîleh dixwazin ku şerê DAIŞ ê bikin. Di wê demê de pêşmergên PDK bi fîşekan wan ciwanan qetil dike. Di fermana 3/08/ 2014 an PDK sîlehên di destê xwe de ne li bermberî DAIŞ ê, lê  li bermberî Êzidiyan bi kar tîne û Êzidiyan qetil dike.

Pêşmergeyên wê demê yên berpirsyar ev in.

Miqedim Îslam emîr foc bû,  meqera wî di navenda Şirta ya Zorava de bû. Imer Koçer emir sirî bû, Reyîd Enwer emir Sirî bû, Rayid Kemal berpirsê îstîxbaratî bû, Rayid Hecî jî emir Sirî bû.

Her sê ciwanên Êzidî di bin berbirsiyara van fermandarên pêşmergeyan de tên qetil kirin.

4/08/2014 bavê Şêx, Xirto Hacî Îsmaîl serdana serokê herêma kurdsitan yê wê demê Mesud Berzanî dike. Babê Şêx ji Mesud daxwaz  dike ku Êzidiyên Şingal tên kuştin, revandin, koçber kirin û wêran kirin wan biparêzin. Mesud Berzanî di wê hevdîtinê de ji Babê Şêx re  dibêje “ Baweriya xwe a Êzidî  biguherin, bibin Misilman tiştekî bi we nakin, netirsin”         

Encama jenosayîda 3/08/2014 an de.

Di fermana 3/08/2014 an de, 3 hezar û 504 jin, 869 mêr û hejmarek mezin zarok, bi giştî nêzî 7000 mirovên Êzidî dîl ketin destê çeteyên DAIŞ ê.

Keç û jinên Êzidî di bazarên koleteyê de bi temenek erzan hatin firotin, rastî kuştin, lêdan, şidet,  tecawiz û destdirêjiyê hatin.

nêzî 100 gorên komî ji aliyê DAIŞ ê ve hatin çêkirin.

Çeteyên DAIŞ ê nêzî 82 qûb, mezargeh û cihên pîroz yên civaka Êzidî rûxandin û wêran kirin.

360,000 mirovên Êzidî  ji cîh û warên xwe koçber bûn.

Heya niha çaranûsa bi hezaran mirovên Êzidî nayê zanîn.

Ne bi tenê DAIŞ, pêşmeregeyên PDKê jî li bermberî vê encama giran a jenosayîda 3/08/2014 berpirsiyarê yekem e.

 Vegera PDK a Şingalê

12/12/2015 aliyê Şemalî Şingal navçeya Sinûnê û komalgehên girêdayî wê  ji DAIŞ hatin rizgar kirin.

Piştî vê PDK xwest ku ew jî tevlî şerê li dijî DAIŞ bibe. Bi vî awayî carek din PDK idarî û siyasî derbasî Şingalê bû.  

PDK li şûna ku tevlî şerê li dijî DAIŞ ,ê bibe û herêmê rizgar bike, li Şingalê komên çeta bi cîh kirin. 3/03/2017 PDK komek çete bi navê pêşmergên roj ku hemwelatiyên Suriyê bûn anîn Şingalê û di navbera navçeya Sinûnê û komalgeha Xanasorê de bi cîh kirin. Di wê demê de hîna navçeya Til Izêr, Komalgeha Sîba Şêx Xidir, Girzerik, Rembûsî, Koço, Til Qeseb, Til Binat û  beşek mezin ji herêma Şingalê di destê DAIŞ ê de bû. Armanca bi cîhkirina çeteyên bi navê pêşmergên Roj vekirina xetek ticarî di navbera Sûrî û Îraqê de di bin qontirola pêşmergên PDK de be. Hemwelatiyên Şingalê xelkê sivîl ji ber ku bi cîhkirina çeteyan qebûl nekirin û xwepêşandan kirin,  Pêşmergên Roj êrîşî wan kirin û  şer qewimî. Di encamê êrîşê de  çeteyên pêşmergên Roj yên ser bi PDK ve,  8 Şervanên ku li dijî DAIŞ ê , şer dikirin parastina Şingalê dikirin, her wiha rojnamevan û sivîl jî di nav de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

çekên ku komên çeteyan di êrişê de bikar anîn, ji aliyê dewleta Almanya ve ji bo ku li dijî DAIŞ’ê bêne bikaranîn, ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê hatibûn şandin.

Dema êrîşan destpê kir, 2 gerîlayên HPG’ê  yê bi navê Çekdar û Orhan ku wê demê li Şengalê bûn, xwestin ku navbeynkariyê bikin, pêşiya êrişan bigirin. Lewre di kêliya ku komên çekdarên PDK’ê êrîş kirin de, herdu gerîla bêyî ku dest bavêjin çekên xwe derketin pêşiya wesayîtên leşkerî û bi bedena xwe hewl dan wan bidin sekinandin. Lê belê çeteyan ew jî kirin hedef û şehîd xistin.

Sala 2017 an reva pdk a duyem

17/10/2017 dema ku Heşid Elşabî derbasî herêmên wek kerkuk û Şingalê bû, PDK cara duyem îdarî û eskerî ji Şingalê revî û pişta xwe da gelê Şingalê.  

Siyseta qirkirinê ku PDK ê li ser Şingal dide meşandin

26/09/2016 perlemanê îraqê deng da û biyar da, ev herêmên ku di madeya 140 de cîh digrin, ku ser bi hikumeta fedral de bûn. yanî sînorê wan neyê guhertin. Lê PDK guh neda vê biryarê û heya niha jî bi şêweyek ne yasayî hewil dide ku li van herêman serwer be.

Hevpeymana 9 ê Cotmehê:

9/10/2020  hevpeyman di navbera herêma kurdistanê û herêma federal, bi amadebuna şandeyek ji netewên yekbûyî û nûnerên dewleta Tirk  hat îmze kirin. kesên ev hevpeyman îmze kirin. Nunerê hukmeta herêma kurdistanê wezîrê hundirîn Rêber Ehmed Xalid û nunerê hukmeta federal a iraqê wekîlê serok cîhaz emin elwetenî Hemîd Reşîd Felyeh e.

Hevpeyman li ser 4 mihwaran pêk tê ku navaroka wê milê îdarî û ewlekarî, Şingal veger mîna beriya fermanê, PDK ê xwe carek din li Şingal serwer bike.

Em  tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ)  dibêjin ji bo edalet cihê xwe bigere, Em ji we daxwaz dikin ku mijarên ku me bi we re parve kir, keseyetên ji PDK ê ku me navê wan rêz kirin li ser sucên wan hevkariya wan bi çeteyên DAIŞ ê re li gor zagonên mafê mirovan di dadgehek navnetewî de bên darizandin.”