TAJÊ encamnameya şêwra ji bo dîlgirtiyan eşkere kir

Di çarçoveya pêngava TAJÊ ya bi dirûşma ‘Ji bo edalet û azadiyê tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê’ bi beşdariya dîlgirtiyên hatine azadkirin û jinên Êzidî şêwra ku li Şengalê pêk hat encamnameya xwe eşkere kir.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo rizgarkirina dîlgirtiyên fermanê di 17’ê Tirmehê de bi dirûşma ‘Ji bo edalet û azadiyê tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê’ pêngavek da destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de çalakî, hevdîtin, civîn hatin lidarxistin. Herî dawî jî bi beşdariya dîlgirtiyên hatine rizgarkirin şêwr hat lidarxistin.

Hat diyarkirin ku dîlgirtiyên Êzidî yên hatine rizgarkirin bi polîtîkayên taybet ji aliyê hêzên derve ve ji axa xwe tên qutkirin, siyaset û şerê spî li ser kesên dîlgirtî û civaka Şengalê didin meşandin û li dijî vê yekê biryardariya tekoşînê hat diyarkirin.

Encamnameya şêwrê wiha ye:

“Pêngava Rêxistina jinên Êzidî TAJÊ û Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) di bin şîara “Ji bo edalet û azadiyê tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê” di 17’ê Tîrmeha  îsal de hat destpêkirin. Bi taybetî ji bo  rizgarkirina jinên Êzidî, windahî û naskirina jenosîda li ser civaka me di asta navnetewî û Iraqê de were pejirandin rojev  hat avakirin û hişyarî hat çêkirin.

Bi taybetî ji bo siyaseta ku li ser civaka Êzidî tê meşandin me nîqaş kir û helwesta pêwîst nîşan da. Ev pêngav û şewra pêngavê xwedî girîngî û wateyeke mezin e. Êş û birîna civaka me ya kûr, dîlgirtiyên me yên ku hatine rizgarkirin bi polîtîkayên taybet ji aliyê hêzên derve ve ji ser axa xwe tên qutkirin, siyaset û şerê spî li ser dîlgirtî û civaka Şengalê didin meşandin.

‘Armanca esasî ew e em fermanê bi Iraqê bidin pejirandin’

Armanca esasî ew e ku em bi dewleta Iraqê vê fermanê bidin pejirandin û zagonên tê xwestin werin sepandin. Heta ev ferman ji aliyê dewleta Iraqê ve weke jenosîd neyê pejirandin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha tevî dewletên Ewrûpayê jenosîd pejirandine jî tiştek ji bo civaka Êzidî nekirine, hem dewleta Iraqê, hem jî hêzên derve dixwazin civaka Êzidi ji hev bixînin. Bi taybetî jî bi riya munazameyên hêzên derve dixwazin keç û zarokên wan malbatên ku êşên mezin kişandine, ji ax û welatê wan qut bikin, ev yek jî dihêle ku malbat bêhtir di hundirê xwe de, xwe bigrin û bi êşên xwe re sinordar bin.

‘Divê dîlgirtî xwe ji vê derûniya mexdûrbûnê rizgar bikin û bibin kirdeya têkoşîna jinên Êzidxanê’

Ji bo ku civak û jinên Êzidî yên dîl û rizgarkirî ji têkoşîna xwe ya hiqûqî, civakî û siyasî encam bigrin divê doza xwe ya hiqûqî domdar û encamgir bimeşînin. Ji bo ku careke din ferman ranebin pêwîst e herî zêde dîlgirtiyên ku rastî hovîtiyê hatine têbikoşin. Divê dîlgirtî xwe ji vê derûniya mexdûrbûnê rizgar bikin û bibin kirdeyên têkoşîna jinên Êzidxanê. Hovîtiya ku jiyan e divê ji civaka Êzidî re vebêjin û di raya giştî de parve bikin, bertekên parastina mafên jinan zindî bikin.

Em ê weke jinên Êzidî hem bi çalakî hem jî bi vîna xwe têkoşîna  hevpar xurt bikin. Ji ber ku birînên fermanên hatin rakirin, hê nehatiye dermankirin û hê jî rast nehatiye fêmkirin. Hem li qada Iraqê hem jî li qada navnetewî li gorî rastiya fermanê, baş nehatiye pejirandin, li hinek dewletên ku hatine pajirandin jî pêwistiya wê nehatiye bicihanîn. Ev jî encax bi têkoşîneke hûqûqî ya xurt û bi armanc dikare misoger bibe. Her wiha di asta dewleta Iraqê de pêwîst e zagona ku ji bo dîlên rizgarbûyî derketiye, di meriyetê de bimîne û di vê xalê de guhertin neyên çêkirin, xalên wê zagonê hemû werin pêkanîn.   

Di raya giştî ya hundirîn û derve de encax bi riya xwe bi rêxistinkirin û bi avakirina yekîtiya xwe, xwe bi rêve bibe û vê bi hikumeta Iraqê û navnetewî re bide pejirandin. Ji bo vê jî hem di asta navdewletî hem jî di hundir de têkoşîneke demdirêjî a xurt a hûqûqî tê xwestin. Bi taybetî ji bo kesên winda û heta em hemûyan rizgar nekin em ê têkoşîna xwe nedin sekinandin. Dîsa ji bo em tesbîteke rast bikin divê gorên komî werin vekirin da ku em bizanibin çiqasî windahiyên me hene. Ev hejmara ku bi texmînî tê kirin em nikarin weke rastiyek bibînin.

Ji bo lidarxistina vê şewrê me bi jinên Şengalî û hemû pêkhateyan re civîn li dar xist û xwest piştgiriya vê pêngavê were kirin. Her çendî piştgiriya tê xwestin nedabin jî ew jî tevlî şewrên bi vî rengê dibin. Di nava vê pêvajoyê de me bi gelek kesên ku dîl hatibûn girtin û hatine rizgarkirin re civîn çêkir û nîqaş meşand da ku ev jî piştgiriyê bidin vê pêngavê û bibin perçeyek ji têkoşîna li hemberî hovîtiyê hat meşandin.

‘Ji derveyî axa Şengalê Êzidî nikarin bawerî û pîroziyên xwe biparêzin’

Ji bo civaka Êzidî bikaribe baweriya xwe biparêze divê li ser axa xwe bijî, li derveyê axa xwe tu nikarî tu pîroziyên xwe biparêzî û bigihîjînê nifşên nû.

Her wiha ji bo em bikaribin têkoşîneke hûqûqî û destûrî bidin meşandin, em ê li Ewropayê jî bi sîwanê re karên hevbeş bimeşînin. Ev pêngav wê bi pênc mehan re sînordar nemîne, heta hemû dîlgirtî neyên rizgarkirin, gorên komî neyên vekirin û statuya Şengalê neyê misogerkirin, wê ev têkoşîn bidome.”