TAJÊ: Emê li hemberî êrîşan bi hêz bisekinin
TAJÊ di derbarê êrîşa duh li ser Şengalê hatî kirin daxuyanî da û got: “Emê jinên Êzidî tu carî dev ji mafê xwe yê xweserî û azadiyê bernadin û li hemberî êrîşan bi hêz bisekinin.”
Navenda Nûçeyan - Tevgera Azadiyê Jinên Êzidî (TAJÊ) girêdayî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê daxuyanî da. Daxuyanî wihaye: “Dewleta Tirk ya dagirker û qirker ku rojane bi komkujiyan dixweza tola DAİŞ’ ê hilîne li xaka pîroz ya Şingalê carekî din komkujî pêk anî. Dewleta Tirk a Dagirker bi hevkariya PDK, Îraq û Îxanetkaran pêşengên Civaka Êzidî hedef digre.
Herî dawî bi hedefgirtina pêşeng, fermandar û mamosteyê Civaka Êzidî Merwan Bedel xwestin ku Gelê Êzidî bê hêz û bê îrda bikin, civaka Êzidî bê pêşeng bihêlin. Hedefgirtina Pêşengên civaka Êzidî hedfgirtina çand, dîrok û baweriya civaka Êzidî ye. Ev Pêşengên çand, dîrok û baweriya Êzidxanê parastin di rojên fermanê û rojên giran de parastin. Di roja îro de jî ji civakak azad û xweser re pêşengtî dikin, jiyanan azad ji bona gelê xwe diafirînin. Civaka Êzidî tu carî wê van qehreman û pêşengan ji bîra neke.
“Civaka Êzidî wê hesab ji xayîn û xwefiroşan bipirse”
TAJÊ di daxuyaniyê de balkişand ser bêdengiya raya giştî ya li hemberî êrîşan û wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker eşkera li pêş çavê cîhanê komkujiyan pêk tîne û cîhan bê deng dimîne, bêdengî hevkariya komkujiyane. Em weke TAJÊ vê bêdengî û hevkariyê şermezar dikin. Ev êrîşên hov bi hevkariya PDK, Îraq û Îxanetkaran pêk tên. Gelê Êzidî wê hesab ji xayîn û xwefiroşan bipirse.
Weke TAJÊ em sersaxî ji gelê Êzidî û malbata şehîd Merwan Bedel re dixwezin. Rêheval Merwan Bedel ji bona civaka Êzidî di her alî de pêşeng bu. Demê pêwîst de şervan, fermnadar, diplomat û pêşengê mezin ê gelê xwe bû. Em weke civaka Êzidî dizanin ku Bedelê azadiyê girane, civaka Êzidî îro bedelê jiyana azad û xweser dide. Dibe ku hîn bedel bêne dayin lê em weke civaka Êzidî bi taybet jinên Êzidî tu carî dev ji mafê xwe yê xweserî û azadiyê bernadin. Bedel çi dibe bila bibe emê misoger bighên azadî û xweseriya xwe ev soza me ji şehîdên me re ye.”