TAJÊ: Emê bi hevgirtina jinan dawiya fermanan bînin

Bi rast hatina Salvegera 10’emîn ya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ li Silêmaniyê bi sazî, partî û rêxistinên jinan re hevdîtin pêk anî.

 ŞÎLAN ŞENGAL

Şengal-Bi boneya salvegera Fermana 74’an Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ  li Silêmaniyê bi Yekitiya Jin, Partiya Goran, Rêxistina Mîtra ya Kakayî an, Kongra Star û hinek pêkhatiyên heremê wek Kurdên Filî, Mesîhî û Zerdeştî re hevdîtin pêk anîn.

‘Divê jin li xwedî Şengalê derkevin’

Mijarên sereke ên di hevdîtinan de hate nîqaşkirin rewşa Jinên Êzidî, rewşa êsîrên di destê çeteyên DAIŞ’ê, ji bo di cîhanê de qebûlkirina Jenosîda li ser civaka Êzidî û herî dawî jî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê bûn.

Di tevahî hevdîtinan de jî jinên Partiya Goran, Rêxisina Mîtra ya Kakayî yan, Kurdên Filî, Mesîhî, Zerdeştî, Kongra Star der barê yekitiya jin de dan diyar kirin ku divê di serî de jin lê tevahî cîhan xwedî li civaka Êzidî derbikeve. Her wiha jinan dan diyar kirin ku ew êşa jin û civaka Êzidî weke êşa xwe dibînin û fermana 74’an ku li ser gelê Şengalê hate kirin ew jî weke fermaneke li ser xwe jî dibînin û ew dixwazin li hember civaka Êzidî û bi taybet jinên Êzidî bi erkên xwe rabin û ji bo pêşerojê xebatên bihêztir li dar bixin.

‘Naskirina jenesodê mijareke exlaqî û wijdani ye’

Di berdevamiya hevdîtinan de jinan ji bo ku Jenosît li Iraq û giştî cihanê de bê naskirin wiha gotin:“Pejirandina jenosîda li ser Şengalê ya li dijî civaka Êzidî mijareke wijdanî, exlaqî û miroviye ji bo wê di serî de tevahî jinên herêm û cîhanê divê her kes xwedî li civaka Êzidî derbikeve û divê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê her kes xwedî helwest be.