TAJÊ: Em bi gelê Efrînê re ne

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bal li ser êrişên dewleta Tirk hat kişandin û wiha hat gotin: “Em li gel gelê Efrînê ne.”

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê salvegera ji aliyê dewleta Tirk ve dagirkirina Efrînên şermezar kir. Daxuyanî li navçeya Sinûnê ji aliyê endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Ehram Îsmaîl ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di şexsê  Şehîd Avesta û Barîn de em hemû şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe ditewînin. Em êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin û dibêjin ku ew êrîşên tirsonek bûn û dûrî insaniyetê bûn. Em berxwedaniya xelkê efrînê pîroz dikin û dibêjin ku em li pişta Efrîniyan e. Êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wan yên li ser Efrînê çêbûn dixwazin heman êrîşan îroj bînin ser Şengalê.

Em hevîdtinên di navbera Iraq, Tirkiyê û PDK’ê ne rast dibînin. Li ser navê me Êzidiyan nikarin tu biryaran bidin. Em bang li Iraqê dikin ku bêne bi Şengaliyên resen û parastvanê vê axê re rûnên û pirsgirêkan nîqaş bikin û bi hev re çareseriyekê deynin. Mafê Iraq û yên dîtir nîne ku li ser navê şingaliyan biçine biryaran. Tenê zarokên Şengalê dikarin biriyarê derbarê Şengalê de bidin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ bi dawî bû.

‘Em û Efrînî yek in’

Welat Cano ya di daxuyaniyê de amade bû wiha nêrînên xwe anî ziman: “Tevî hemû êrîşên hovane ku bi tang û topan bi balafiran jî gelê Efrînê li berxwedan. Em ji hemû dayikên Efrînê re dibêjin em li pişta we ne. Çiqas êrîşî efrîn bikin jî em li pişta wan e. Ger dijmin êrîşî me jî bike em jî weke Efrîniyan li ber xwe bidin. Efrîn bila nebêje em tenê ne, em jî û Efrîn yek in. Zarok û jinan qetil dikin û êrîşî her kesî dikin bi armanca tune kirina efrîn û xelkê wê. Em êrîşan şermezar dikin û piştgiriya xwe diyar dikin. Gelê Efrînê dibêjin em tune nabin û em ê li ber xwe bidin û parastina xaka xwe, çand û hêza xwe bikin.”

‘Me li berxwe da û em ê li berxwe bidin’

Filûz Berkat jî da zanîn ku tevî hemû êrîşan jî wiha got: “Em dibêjin serkeftin ya Efrînê ye. Tevî hemû êrîşan jî efrîn li ber xwe dide. Çiqas êrîş bêne ser efrîn jî wê li berxwe bide. Armanca wan ji dagirkeriyê û êrîşan tune kirin û tirsandina gela ye. Lê tevî hemû êrîşan jî em natirsin û em ê li ber xwe bidin. Tevî ku em civakek in ku di fermanan re derbas bûne, lê belê em nabin tune û emê her rabin serxwe jî û berxwedaniyê bikin.”