TAJÊ derbarê pêngava Operasyona Tolhildanê de daxûyanî da

Tevgera Azadiya Jinên Ezidî bi daxuyaniyekê niviskî cejna Çileyê Zivistanê pîroz kir û derbarê Operasyona Tolhildanê ya ji aliyê YBŞ û YJŞ ve hatiye destpêkirin got, “Em li pişta hêzên xwe ne.”

Şengal – Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê û Yekîneyên Taybet yên YBŞ’ê (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) di 24’ê Çileyê de li dijî sîxûrên ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê hatine sîxurkirin û bi armanca qetilkirina pêşengên civakê hatine erkdarkirin “Operasyona Tolhildanê” da destpêkirin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Cejna Çileya Zivistanê ya îro destpê dike li tevahî civakê pîroz kir û ji bo Operasyona Tolhildanê jî got: “Ji bo Şengala me aram bimîne, ewlekariya wê bê parastin û neyê têkbirin û civaka me bi aramî di Şengalê de jiyan bike pêwîste her kes piştgirî bide Pêngava Tolhildanê ya YBŞ’ê û alîkar bin ku van pilanan vala derxînin.”

‘Destê van xayînan di hemû êrîşên li ser Şengalê de heye’

TAJÊ di destpêka daxuyaniyê de cejna Çileya Zivîstanê li tevayî civakê piroz kir û bal kişand li ser Oparasyona Tolhildanê û wiha got: “Em cejna Çileyê Zivistanê li hemû civaka me ya Êzidî pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejin bibe wesîleya avabûna itîfaqa civaka me, hêviya ku bibe cejna aşîtiyê wek heviyê, yekîtiyê û azadiya civaka me û hemû civakan. Wek her kes dizane û ji raya giştî re hatiye parvekirin di dema dawiyê de hêzin me yên YBŞ’ê dest bi ‘Oparasyona Tolhildanê’ kiribûn. Di vê operasyonê de sîxorên MÎT’ê Tirk û PDK’ê hatine girtin. Hate diyar kirin ku ev kesane destê wan di gelek êrîşên li ser pêşengên civaka me, rêhevalên me, şervanên me, dostên me û sazî û avahiyên Rêveberiya Xweser ya Şengalê de heye. Ji wan avahiyan jî êrîşa li ser meclîsa gel ya Xanasor û Sinonê de ye. Her kes jî dizane ku ev saziyan ji bo xizmeta civaka Êzidî ji fermanê û heta roja îro jî bûye çavkaniya hêviyê û çareseriya civaka me.

‘Civaka me ya Êzidî bi exlaq, çand, ziman û yekîtiya xwe têne naskirin’

TAJÊ di berdewamiya daxuyaniyê de sipasiya hêzên YBŞ’ê kir û wiha dom kir: “Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê em sipasiya hêzin YBŞ'ê dikin û destxweşiya wan dikin  ku şev û roja xwe di xizmeta civaka me de û parstina ewlehiya Şengalê kar dikin. Me berê jî aniye ziman ku em her li pişta hêzin xwene û piştevaniya  wanin û emê ji vir û şunda jî her wiha bin. Di dîrokê de tê zanîn ku civaka me ya Êzidî bi exlaq, çand ziman û yekîtiya xwe têne naskirin. Êzidî tu car li civaka xwe xiyanet nekirin û tu carî jî zerar nedane kesên derdora xwe. Lewma ev sîxorên ku di civaka me de pêşketine ne di pîvanên baweriya me ya Êzidyatiyê de ne. ji ber viya em wan weke Êzidî hesab nakin û ji bweriya me derketine. Kesên ku wijdana wan bi civaka xwe ve neyîşe, kesên ku pêşengên xwe dikin hedef û alîkariya djmina koka xwe dike cihê wî li ser Şengalê nîne û jiyan jî heq nake. Ev di dîrokê baweriya me de her li pêşe ku kesên xayîntî li civaka xwe dikin tu car nav xwde qenûl nakin.”

‘Malbat divê li zarokên xwe xwedî derbikevin’

TAJÊ destnîşan kir ku MÎT’a Tirk û PDK bi rêbazên xwe yên qirêj ciwanên me ji çanda wa dûr dixin û wiha hat gotin: “Bi dehan caran me diyar kiriye ku MÎT’ê tirk û PDK’ê bi riyên cuda cuda bi ciwanên me ve dilîze û bi xapandinê wan ji Êzidyatiyê dixin û dor dixin. Me her tim ciwanên Êzidî şiyar kiriye ku neyên xebandin. Bi vê pêngavê jî hemû gotinên me pişrast bûne. Dewleta tirk û PDK’ê bi hemû rêbazan ev çend salin li ser ciwanên Êzidî dek û dolaban digerînin. Bi fermanê re nekarîn îradeya me bişkînin, bi rêbazên bê exlaqî bi ciwanên Êzidî ve lîstin û wan ji exlaq û wijdana mirovatîiyê qutkirin û bi destê wan pêşengên civaka me kirin hedef û şehîd xisitin. Yê ku îro bi van buyeran zehmetî jiyan dikin û zarokên wan dibin qurbaniya vê xapandinê dîsa jina Êzidî ye. Lewam pêwîste  dayîk hişyarî zarokên xwe bin û xwedî li zarokên xwe derkevin. Ji ber ku îro bi derketina van sîxoran yê ku kezeba wan şewitî dayîkên kesên ku bûne hedefa van sîxoran û her wiha dayîkên wan sîxoran jî zehmetî kişandine.  Ji ber vêna Em weke TAJÊ’ê bang li hemû jinên Êzidî dikin, li hemû dayîkan dikin bila çavên we li zarokên we bin, agahdarî wan bin, nehêlin dijmin bi wan bilîze.”

‘Em ê li pey şopa şehîdên xwe bin’

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  bi bîrxsit ku MÎT û PDK bi rêya sîxuran êrîşî civaka Êzîdî dike û wiha dawî li daxuyaniya xwe anîn: “Bila em vê rastiyê jî bizanin ku MÎT’ê Tirk û PDK’ê bi tena serê xwe tu car nikarin êrîşên xwe li ser Şengalê bi encam bikin eger ne bi alîkariya xayîn û xwefirşane. Pêwîste vê rastiyê her kes bizane. Lewma erka her kesekî di civakê de ye ku li hember van lîstokan şiyar bin û eger gumanên bi hinek kesan heye zotirîn dem bên gotin. Ji bo Şengala me aram bimîne, ewlekariya wê bê parastin û neyê têkbirin û civaka me bi aramî di Şengalê de jiyan bike pêwîste her kes piştgir bide Pêngava Tolhildanê ya YBŞ’ê û alîkar bin ku van pilanan vala derxînin.Dîsa dawiyê de em dûbara destxweşiya hêzên xwe yên YBŞ’ê dikin û Pêngava Tolhildanê pîroz dikin û sekeftinê ji hêzin xwe re dixwezin. Di dawiyê de em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û bi minetdarî bejna xwe li hember wan ditewînin û soza tolhildana wan dobara dikin. Wê xwîna wan tu car li erdê nemîne emê her li peyê şopa wan bin.”