TAJÊ der barê kiryarên PDK’ê de daxuyanî da

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, der barê kiryarên PDK’ê yên revandina jinên Êzidî de daxuyanî da û diyar kir ku PDK siyaseta xwe ya qirêj li ser Êzidiyan dide meşandin û dixwaze di şexsê jinan de Êzidatiyê ji holê rake.

Navenda Nûçeyan- Beriya du rojan di nûçeyek de hat ragihandin ku du jinên ciwan Êzidî ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin û heta niha nayê zanîn ku li ku derê ne. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) der barê revandina jinên Êzidî li herêmên di bin kontrola PDK’ê de, bi taybetî li wargehan, daxuyaniyek nivîskî da.

‘Malbat ji tirsa zext û zora PDK’ê nikarin dengê xwe bikin’

TAJÊ di daxuyaniyê de diyar kir ku ji 3’yê Tebaxa 2014’an dema fermanê û vir ve bi deh hezaran Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê dimînin û mîna dîlgirtiyan ji aliyê PDK’ê ve li kampan tên hiştin. Her wiha da zanîn ku li ser mirovên li kampan siyaseteke qirêj tê meşandin û wiha hat gotin: “PDK li hemberî jinên Êzidî siyaseteke xerab dimeşîne, wan ji çand, bawerî û exlaq dûr dixe. Di van salên dawî de bi dehan jinên Êzidî ji aliyê komên girêdayî PDK’ê ve hatine revandin. Heta niha çarenûsa wan nediyar e. Herî dawî careke din li kamp û herêmên Êzidiyan ên di bin kontrola PDK’ê de, 2 jin hatin revandin. Bi dehan mînakên wiha hene ku malbat ji tirsa zext û zora PDK’ê nikarin dengê xwe bikin.”

 ‘Pêşîgirtina li van êrîşan û çareseriya wê vegera li warê xwe ye’

TAJÊ di daxuyaniyê de bi bîr xist ku ev nêzîkatiyên li hemberî jin û civaka Êzidî gelekî xeter in û wiha domand: “Ev kiryarên PDK’ê, ji kiryarên DAIŞ’ê ne cudatir in. DAIŞ’ê bi darê zorê keç û jinên me ji ol û baweriya wan dûr xist. Lê PDK jî bi siyaseta xwe ya qirêj heman kiryaran dike. Bi vî awayî keç û jinên êzidî ji bawerî û civaka xwe dûr dibin. Dixwaze di şexsê jinan de Êzidatiyê ji kokê ve ji holê rake. Pêşîgirtina li van êrîşan û çareseriya wê vegera li warê xwe ye, rizgarkirina ji bin desthilatdarî û siyaseta PDK’ê ye. Heta gelê me li kampên Başûrê Kurdistanê dîlgirtiyên siyaseta PDK’ê be, wê komkujiyên çandî û exlaqî berdewam bike.”

 TAJÊ di dawiya daxuyaniyê de bang li civakê bi taybetî jinan kir ku li hemberî van kiryarên qirêj bêdeng nemînin û wiha got: “Em dengê xwe digihîjînin Meclisa Rûhanî û dibêjin ku bila xwe li hemberî van kiryaran bêdeng neke. Xwedî li erk û berpirsyariya xwe ya li hemberî civaka xwe derkeve.”