TAJÊ biryara îdamê ya li ser Pexşan Ezîzî şermezar kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ )erêkirina cezayê darvekirinê ya li ser Pexşan Ezîzî bi tundî şermezar kir û bang li tevahî jinan kir da ku li dijî her cure êriş û tundiya li ser jinan rabin serhildanê.

Şengal-Her ku diçe bertek û nerazîbûnên li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê li girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî hatî birîn, berfireh dibin. Di vê çarçoveyê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi daxuyaniyekî piştgiriya xwe ya ji bo Pexşan Ezîzî ragihandin û banga lezgîn ya bidawî anîna biryara darvekirinê kir.

Daxuyanî li ber derê tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi tevlîbûna dehan xebatkarên jin û bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyana cangoriyan destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevseroka Destya Rêveberiya Xweser Rîham Hesen ve hate dayîn.

‘Em piştevanên hemû jinan ne’

Hevseroka Destya Rêveberiya Xweser Rîham Hesen di serî de bal kişand ser şerê ku li dijî jin tê birêve birin û wiha got: “Di serdema 21’ê de li seranserî cîhanê şerekî pir alî li ser jin tê meşandin. Dewletên desthilatdar bi zihniyeta zilamsalar li dijî jinê şerekî taybet birêve dibe. Yek ji wan dewletên ku pir eşkere şer li hember jinê dide meşandin jî Îrane. Di sala 2024’an de 900 kes li Îran hatin bidarvekirin û sedan jin di zindanê de jî hene. Pexşan Ezîzî yek ji wan girtiyên jin e ku şerekî taybet û psîkolojîk li ser tê meşandin. Di kesayeta Pexşan Ezîzî de hemû jinan hedef digrin. Dixwazin deng û îrada jin biçewisînin. Em jî weke jinên Êzidî dengê xwe didin û em piştevaniya Pexşan dikin û piştevaniya hemû jinan dikin.”

‘Felsefeya Jin Jiyan Azadî wê biserbikeve’

Rîham Hesen di dewama daxwiyaniyê de çalakiya jinan ya li bajarê Sine jî silav kir û bang li rêxistinên jina kir ku piştevaniyê bidin tekoşîna jinan û wiha got: “Dijminê jinê li her derê yeke. Ji bo wê jî banga me ji bo hemû jinan û saziyên jina heye ku xwedî yek helwest bin û dengê xwe bikin yek. Jinên bajarê Sine serî rakiribûn li dijî biryara Îdamê em jî wan silav dikin û tekoşîna wan pîroz dibînin û dibêjin ku em piştevanê wene. Êrîşên ku li ser jinan hene niha li dijî felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ye, em jî bi vê felsefê divê tekoşîna xwe bihêz bikin û bi rihê “Jin, Jiyan, Azadî” emê biser bikevin.”

Daxwiyanî bi siloganên “Jin, Jiyan, Azadî” bidawî bû.

‘Em biryara îdamê red dikin’

Endama Kordînasyona TAJÊ Şemê Helîqî da zanîn ku ew ê her dem piştevanê hemû jinan bin û wiha got: “Em bi riya daxuyaniyê xwe piştevaniya Pexşan Ezîzî dikin û rewşa ku jin niha tê de ye em weke jinên Êzidî qebûl nakin û red dikin. Divê her kes û hemû jin serî rakin û li dijî vê biryarê derkevin, nabe ku jinekî pêşeng bê bidarvekirin. Pexşan Ezîzî pêşengek bû û ji bo hemû jinan kar dikir û tekoşîn dikir. Ji bo hemû jinan çavkaniya hêzê û zanebûnê bû.”

‘Pexşan pêşengek e’

Endama Meclisa Jin ya Borik Tewrê Hisên jî da zanîn ku ew biryara îdamê qebûl nakin û wiha got:  “Em piştevanên hemû jinanin em tu carî zilma li ser jin qebûl nakin û emê tu carî jî serî ne tewînin. Îro me daxuyanî ji bo Pexşan Ezîzî daye em ê vê biryarê vala derxînin. Em weke jinên Êzidî piştevaniya hemû jinan dikin. Pexşan pêşengek e û jineke zîrek e. Divê em hemû jin wekî her demê em yek bin û zilmê qebûl nekin.”