TAJÊ: Bila dinya li hember komkujiyan bêdeng nemîne
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî komkujiya Parîsê şermezar kir û diyar kir ku kesên komkujiya Parîsê pêk anîne û yên ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyan pêk tînin, heman kes in.
Şengal - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), ji bo şermezarkirina 2’yemîn salvegera qetilkirina Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî, Abdûrahman Kizil û hunermend Mîr Perwer ên di 23’yê Kanûna 2022’yan de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, daxwiyaniyek nivîskî da û 2’yemîn komkujiya Parîsê şermezar kir.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di daxwiyaniyê de diyar kir ku ew komkujiyên heta roja îro dewleta Tirk pêk aniye û niha li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, bi hêrsek mezin şermezar dikin. TAJÊ da zanîn ku dema hesab xwestinê hatiye, divê her kes li dijî komkujî û talanê serî rake.
‘Heman hêz niha jî li dijî Rojava komkujiyê dikin’
TAJÊ da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê komkujiyekî duyemîn pêk aniye û wiha berdewam kir: “Di vê komkujiyê de pêşenga tevgera azadiya jinên Kurd Evîn Goyî û pê re hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurdistanî Abdulrahman Kızıl şehîd bûn. Em di şexsê jina pêşeng û tekoşera serdema şoreşa jinê rêheval Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdulrahman Kızıl, herî dawî şopdarên heqîqetê rojnamevanên ragihandina azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku îro heman hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Rojavayê Kurdistanê ji raya giştî re radigihandin û gihîştin şehadete, tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi heskirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”
‘Gelên ku tama azadiyê girtine wê hesab ji dijminan bixwazin’
TAJÊ destnîşan kir ku di vê komkujiyê de carek din dewleta Tirk rûyê xwe yê mêtînger û qirker a jinên têkoşer û Kurdistaniyên welatparêz ên di oxira azadiyê de li ber xwe didin, ji hemû cîhanê re nîşan daye. Daxuyaniya TAJÊ wiha berdewam kir: “Em carek din vê komkujiyê û komkujiyên heta îro dewleta Tirk ku niha li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê pêk tîne, bi hêrsek mezin şermezar dikin. Em dibêjin dem hatiye ev hêrs, kîn û dijminahiya dewleta Tirk li dijî pêşengên şoreşa jinê, Kurdên azad û hemû gelên herêmê dimeşîne li Erdoganê faşîst û qirker bizivire. Wê gelên ku tama azadiyê girtine, hesabê van komkujiyan yek bi yek ji dewleta Tirk û hevkarên wê bipirsin. Şopdarên Evîn û Sarayan îro bi rihê şoreşa jin, jiyan, azadî li her qadê li ber xwe didin û tola van komkujiyan hiltînin.”
‘Me îlhama azadî û têkoşînê ji jinên pêşeng girt’
TAJÊ da zanîn ku Evîn hemû temenê xwe di oxira azadiya jinê de derbas kiriye û wiha got: “Ji bo şoreşa jinên Kurdistanê di asta cîhanî de were naskirin, ji bo doza gelê xwe bi gelên cîhanê bide naskirin, kedek mezin da. Îro ger ku tevgera azadiya jinên Kurd hemû jinên cîhanê bandor dike, ev bi saya keda şoreşgera pêşeng hevrê Evîn û Sarayan e. Me jinên Êzidî, îlhama xwe ji têkoşîna van jinên leheng girt. Me bi saya wan û şervanên dilwêrek ên mîna wan, îro xwe bi rêxistin kir û tama azadiyê girt. Em xwe deyndarê wan û şoreşa wan a di oxira wê de tekoşînekî mezin dan, dibînin. Wê keda wan, têkoşîn û berxwedaniya pêşxistî her tim rêya me ronî bike.”
‘Serçeteyê herî xeter îro di herêmê de Erdogan e’
TAJÊ destnîşan kir ku herêma Rojhilata Navîn bi temamî ji ber destwerdana hêzên kapîtalîst-hegemon, siyaseta qirker û mêtînger a dewletên herêmî, di bin gefên nû yên qirkirin û êrîşên dijwar de ne. Daxuyaniya TAJÊ wiha berdewam kir: “Rola dewleta Tirk dileyîze ji ya hemû hêzan xetertir e. Zihniyeta nijadperest û zayendperest di şexsê Erdoganê dîktator de serî hildaye. Serçeteyê herî xeter îro di herêmê de Erdogan e. Di hedefa hemû komên çeteyan de jî jinên li ber xwe didin hene. Jinên ji pergala mêr-dewletê re serî natewînin û hesab dipirsin, di hedefa van çeteyan de ne. Ji kiryarên DAIŞ’ê yên li Şengal, Reqa, Minbic, Dêrezor û her wekî din bigre heta kiryarên îro çeteyên Erdogan li Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê, Til Rifet, Şehba û herî dawî Minbicê û bi dehan cihên din heman zihniyet e. Di bingeha gurkirin û dijwarkirina vî şerî de jî hedef girtina destkeftiyên şoreşa jinê heye. Pêşengên şoreşa jinê bi taybetî tên hedefgirtin. Ji ber ku heta niha dewleta Tirk ji ber herdu komkujiyên li Parîsê kirin hesab jê nehatî xwestin, viya hîn zêdetir cesaret daye vê dewleta faşîst û qirker ku di herêmê de bûye bela serê gelan. Feraseta ku rêheval Evîn li Parîsê qetil kir îro heman kiryaran, li dijî jinên li Efrînê, Şehba û Minbicê pêk tîne. Hovîtî û pratîkên çetewarî yên ku dewleta Tirk bi xwe û bi destê çeteyên xwe dike wê di bîr û wîjdanê jinên tekoşer de tû carî neyên jibîrkirin.”
‘Dema hesab xwestinê ye’
TAJÊ balkişand ser helwesta dinyayê ya li hember kirinên dewleta Tirk a dagirker û wiha got: “Dinya li hemberî van sûcên şer ên ku dewleta Tirk dike, bê deng e. Heta ne tenê bê deng dimîne, hinek destek dikin, hinek teşwîq dikin û hinek jî jê re li çepikan dixin. Bi vî rengî qetilkirin û hedef nîşandana jinên şoreşger û pêşengên şoreşa jinê, tê rewakirin. Di şexsê jinên tekoşer, xwedî hêza parastinê, zane û şoreşger de şikandina îradeya jinê hedef tê girtin. Rêheval Evîn û bi hezaran hevrêyên mîna Evînan ji ber ku di ferqa vê rastiya pergalê de ne, tên şehîdkirin. Îro bi hezaran Evîn li her qada tekoşînê li dijî vê feraseta xeternak, di cenga azadiyê de li ber xwe didin. Em carek din vê komkujiya ku bi destê dewleta Tirk pêk hatî û hemû komkujiyên heta îro li hemberî jinan û gelên herêmê pêk tîne, bi tundî û hêrsek mezin şermezar dikin. Em bang li hemû jinan û gelan dikin ku li hember dewleta Tirk helwestek zelal nîşan bidin. Di serî de ji bo herdu komkujiyên li Parîsê û hemû komkujiyên pêk anîne, ji bo hesab ji dewleta Tirk bê xwestin, demildest bikevin nav tevgerê.”