TAJÊ: Bi saya şervanên azadiyê îro Êzidxan li ser piyane
TAJÊ di derbarê salvegera 3'an a vekişîna hêzên HPG/YJAStar’ê ji Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand û gotin: “Hêza me ji berxwedaniya HPG û YJASTAR’ê tê, heta em saxbin em wan ji bîr nakin. Bi saya lehengiya şervanên azadiyê îro Êzidxan li ser piyan e û li ber xwe dide.”
ŞENGAL- Gerîlayên HPG û YJA Starê di dema fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de ji bo parastina gelê Şengalê çun Şengalê û bi hezaran gelê Êzîdî ji qirkirinan rizgar kirin. Piştî Şengal ji çeteyên DAİŞ’ê paqij kirin û êdî Şengalê bi xwe xwe parast, di 1'ê Nîsana 2018'an de bi merasîmek fermî ji Şengalê vekişiyan. Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya salvegera 3'an a vekişîna gerilayên HPG/YJA Starê ji Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniya TAJÊ de ve tişt hat gotin: “Civaka Êzidî ku di dîrokê de rastî 73 fermana hatiye, her tim ji bo hebûn, çand, bawerî û ola xwe, xwe li çiya girtine û parastina xwe kirin e. Ev çand û baweriya kevnar li ser xakên pîroz bi hezarên salan xwe ji ferman û êrîşan parastiye û hebûna xwe domandine. Di nava rupelên dîrokê de bi dehan Mêrxas û Egîdan bi berxwedane canê xwe li ber ax, welat û civaka xwe dane, civak ji tunebûnê rizgar kirine.”
“Di fermanê de 7 hezar Pêşmergeyên PDK’ê Şengal firot”
TAJÊ di berdewamiya daxuyaniyê behsa berxwedaniya gerillayên HPG , YJASTAR kir û wiha berdewam kir: “Fermana 3’ê Tabaxa 2014’an êş û birînên bê dawî di dilê hezaran mirovan de daye çêkirin. Rupelê dîroka sedala 21’an xwe bi êş, birin, qehremanî û lehengiyê dagirtiye. 12 siwariyên HPG û YJASTAR ku di dîroka civaka Êzid de buna sembol û destan. Wê her tim li hiş û ser zimanê me bin. Berxwedanî û hêza ku wan 12 siwariyên HPG û YJASTAR di fermanê de dan meşandin bu sedema ku gel ji xewa mirinê şiyar bibe. Di fermanê de 7 hezar Pêşmergeyên PDK’ê Şengal firotin û civaka Êzidî radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin. Her weha Hikumta Îraqê jî li hember ferman û komkujiya li ser civaka Êzidî bê deng ma. Ev yek bu sedema ku bi hezaran keç, jin, zarok, pîr û kal dîl bikevin destê hovên DAIŞ’ê û bi dehan komkujî pêk werin.”
“Keç û xortên Êzidxanê YBŞ û YJŞ’ê ava kirin”
Di daxuyaniyê de behsa 3 salên tejî yên berxadan û tekoşînê hat kirin û wiha hat gotin: “Bi mudexelaya şervanên azadiyê yên HPG, YJASTAR, YPG û YPJ’ê bi hezaran welatî ji fermanê hat rizgarkirin û çiyayê Şingalê bû hêlina qehreman û lehengan. Di nava 3 salên tejî berxadan û tekoşînê de hêzên HPG û YJASTAR bi dehan gundên Şengal ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. Her weha di encamê berxwedaniya 12 mehan de bajarê Şengalê bi temamî ji çeteyên DAÎŞ’ê hat paqijkirin. Ji bo parastina xaka pîroz bi sedan şehîd hatin dayîn. Keç û xortên Êzidxanê ku wan jî li kêleka şervanên HPG û YJASTAR’ê şer kirin, li berxwedan û bi hêza xwe YBŞ û YJŞ’ê ava kirin. Îro ev hêz civaka Êzidî bi canê xwe diparêze.”
“Em dayndarên HPG û YJA Star ê ne”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 1’ê Nîsana 2018’an de, piştî ku hêzên HPG û YJA Star erkên xwe yê wijdanî û exlaqî bi cîh anî, berê xwe dan wargehên pîroz çiyayên azad û bi xemginî ji civaka Êzidî xatir xwestin. Em wek civaka Êzidî bi taybet wekî jinên Êzidî tu carî berxwedanî û qehremaniya şervanên xwe ji bîra nakin, em dayndarên HPG û YJA Star ê ne. Heta em sax bin em ê xwedî li hêza HPG û YJA Starê derkevin. Hêza me ji berxwedaniya wan e. Bi saya lehengiya şervanên azadiyê îro Êzidxan li ser piyan e, li ber xwe dide. Em dev ji mafê xwe yê azadiyê bernadin. Emê dev ji mafê xwe yê azadiyê bernedin. Em dubare dikin ku em wek civak dayîndarên HPG û YJA Star ê ne û em sipasdarê wanin.”