TAJÊ bi boneya salvegera 19’ê Tirmehê daxuyaniyek nîvîskî weşand

TAJÊ bi boneya salvegera 11’em ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriye daxuyaniyek nivîskî weşand û diyarkir ku Şoreşa Rojava îro ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî.

Şengal- Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bi boneya 11’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê a Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şoreşa Rojava ji bo hemû jinên cîhanê bûye ronahiya hêviyê û wiha hate gotin: “Em salvegera 11’emîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê li  hemû gelên me ê li Rojava û Bakûr Rojhilatê Sûriye pîroz dikin û gelê xwe bi hezkirin silav dikin.  Em di şexsê şehîdên Şoreşa Rojava ên herî dawî Leman Şiwêş, Yusra Derwêş û Firat Tûma  de  hemû şehîdên Şoreşa Rojava bi rêzdarî û hezkirin bibîrtînin.  Şoreşa Rojava ku wek şoreşa jinê derkete pêş di salvegera xwe a 11’emîn de pêşketinên mezin nîşandan û ji tevahî mirovatiyêre bû mînak. Ev pêşketin hemû di encama têkoşînek mezin û bê hempa de derkete holê û di vê têkoşînêde jî jinan rola pêşengtî lîst. Şoreşa Rojava wek şoreşa 19’ê Tîrmehê kete dîrokê. Çirûska 19’ê Tîrmehê li Kobanê hat pêxistin û belavî tevahî Rojava û gelek cihên din ên Sûriyê bû. ”

‘Şoreşa Rojava hemû mirovatî parast’

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hate kirin ku şoreşa Rojava bi sîstema xwe a demokratîk hemû mirovatî parast û wiha hate domkirin: “Li dijî pergala netew-dewlet ku dixwaze mirovatiyê ber bi tunebûyînê ve bibe şoreşa Rojava hemû mirovatî parast. Şoreşa Rojava bi pergala netewa demokratîk bû wêneyê herî xweşik a  bihevre jiyankirina gelên cûda.  Pergala netew dewlet ku di cîhanê de di nava qeyrana ku avakirîde difetise, her roj li dijî şoreşa Rojava êrîşan pêk tîne. Pergala netew dewlet bi eqlê mêrsalarî hatiye amadekirin û ji bo mirovatiyê ji derveyî şer, xwîn, rondik, mirin, kuştin û qetliamê tişteke din ne aniye. Li dijî vê pergalê projeya Serokatiya me a bi navê netewa demokratîk hişt ku li Rojava gel û baweriyên cûda bi hevre jiyan bikin. Ev jî vê yekê derdixwe holê ku pergala netewa demokratîk çiqasî bi hêz e.”

‘Hemû hêzên cîhanê li beramberî êrîşan bêdeng dimînin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destîşan kirin ku jin di hemû qadan de cihê xwe digrin û wiha hate gotin: “Jin di Şoreşa Rojava de, ji qada leşkerî heta qada siyasî ji qada civakî heta qada dîplomasî li her deverê jiyanê bi mînakên wêrekiyê ên mezin dane nîşandan û xwedî li şoreşa Rojava derketine.  Yê ku herî zêde fêmkir ku şoreşa Rojava bi keda Serok Apo ya mezin ve hatiye avakirin dîsa jin bû. Ji destpêkê ve jinên ku pêşengtiya şoreşa Rojava dikin ji aliyê  pergala netew dewletêve tên hedef girtin.  Pêşengên Şoreşê, yên ku herî bi wêrek li dijî DAIŞ’ê şer kirin jin bûn û îro ev jin li ber çavê hemû cîhanê bi awayeke nemerdane tên qetilkirin. Herî dawî di mînaka Leman Şiwêş, Yusra Derwêş de  jî ev rewş şênber bû. Li hemberê hedef girtina pêşengên şoreşê yên ku bêdeng dimînin re pêwîste bê gotin û bînin bîra wan ku eger ev jin neban wê îro DAIŞ ji mirovatiyêre xeteriya herî mezin avabikira. Ger îro ev xeterî hatibe astengkirin ev bi saya van jinan e.  Ev jinên wêrek îro ji aliyê hişmendiya faşîst a AKP-MHP ve tên hedef girtin û hemû hêzên cîhanê jî ji vê rewşê re bêdeng dimînin.

‘Mirovatî ji belayek weke DAIŞ’ê hate paqij kirin’

Hemû gel û baweriyên di sîwana şoreşa Rojava de cih digirin bi rih, vîn û aqlê hevpar xwe rêve dibin.  şoreşa Rojava, ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo gelên li Rojava û Sûriye jiyan dikin ên weke Ereb, Suryanî, Ermenî, Êzîdî  û hwd. re jî bûye roniya hêviyê. Şoreşa Rojava li dijî hişmendiya faşîzan a yekperest ev rihê hevbeş heta roja me îro mezin kiriye. Pergala dagirker ji bo ku êrîşê ser destkeftiyên şoreşa Rojava bike her cûre rêbazên qirêj xistine dewrê. Herî dawî jî belayek weke DAIŞ’ê ji bo ku derbe li destkeftiyan bide derxist pêş.  Li hemberê  DAIŞ’ê ku li serê hemû mirovatiyê bûbû bela di pêşengtiya jin de berxwedayînek mezin hate nîşandan û bi destê Hêzên Berxwedanê a Rojava, mirovatî ji belayek weke DAÎŞ’ê hatiye paqjij kirin.”

‘Şoreşa Rojava di avakirina TAJÊ’de bandorek mezin kiriye’

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku berxwedana li Şengalê ji şoreşa Rojava bandor bûye û wiha hate gotin: “DAIŞ’a ku wek zihniyeta mêrsalarî a herî şênber derketî pêş, li dijî Şengalê jî erîşên hovane pêk anî.  Di van êrîşan de jî bi dehhezaran gelê me ê Êzîdî hatin qetilkirin bi hezaran keç û xortên  Êzîdxanê wek esîr ketin destê çeteyên hov. Li Şengalê di têkbirina DAIŞ’ê de hêz, moral û rihê berxwedanê a ji şoreşa Rojava hatî girtin gelek bi bandor bû. Hêzên YPG û YPJ’ê li dijî êrîşên li ser Şengalê de wek hêza parastina gelê Êzîdî berê xwe dan Şengalê. Di pêngava azadkirina Şengalê de roleke mezin lîstin. Weke din jî li Şengalê pergala  netewa demokratîk avakirin de Şoreşa Rojava wek mînak hatiye girtin. Pergala netewa demokratîk ku îro hiştiye gelên cûda ên di nava şoreşa Rojava  di nava hevde, azad û wekhev jiyan bikin îro  li Şengalê jî  bûye bingeha bi hevre jiyankirina gelan. Li Şengalê di pêşengtiya jinan de berxwedana ku hatî mezin kirin ji şoreşa Rojava bandor bûye. Di avakirina rêxistina Şengalê a jin TAJÊ’de jî dîsa ruhê şoreşa Rojava bandorek mezin kiriye.  Ji bo ku bi vî rihê ve pergala xwe hîn zêdetir xurt bike wê di nava hewldanên mezin debe. Şoreşa Rojava ku îro ji bo hemû mirovatiyê bûye çavkaniya îlhamê ji bo Şengalê jî xwedî girîngiyeke mezin e. Em dîsa salvegera 11’an a Şoreşa Rojava a 19’ê Tîrmeh’ê pîroz dikin û bawer dikin ku wê ji hemû gelên Rojava re serkeftinên mezintir bîne. Em hemû gelên xwe cardin ji dil û can  silav dikin.”