TAJÊ bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê eşkere kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê eşkere kir.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi nêzbûna 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê bernameya ku dê bi dirûşma “Li hemberî qirkirina jinan; Jin, Jiyan, Azadî!” bê lidar xistin bi daxuyaniyeke eşkere kir.
TAJÊ di daxuyaniya xwe de fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî rabuye weke şîdeta herî mezin a li ser jinên Êzidî nirxand û wiha got; “Wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, me bi dirûşmeya ‘‘Emê xwe ji fermanan biparêzin, azadiya jin û civakê mîsoger bikin” kongreya xwe ya duyemîn lidarxist. Ev kongre di rojeke girîng a jinên Êzidî de, di salvegera rizgarkirina Şengalê de ango di 13’ê Mijdarê de hate lidarxistin. Di heman demê de kongreya me rastî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê hat ku me fermana li ser jinên Êzidî wekî şîdeta herî mezin nirxand û me girîngiya têkoşîneke hîn rêxistinî ya li dijî vê şîdetê destnîşan kir.”
Dê hesabê qirkirina jinên Êzidî bê xwestin
Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku fermana 2014’an awayê herî şênber a tundiya mêr-dewletê ye û wiha hat gotin; “Dîroka 3’ê 8 a 2014, ji bo jinên Êzidî bûye roja ferman û qirkirinê. DAIŞ’ê ku bi piştgiriya dewletan ve hatiye avakirin êrîşê Şengalê kiriye, bi hezaran jin û zarokên me dîl hatine girtin, li sûk û bazaran hatine firotin. Bi sedan jin rastî destdirêjiyê hatine, di komkujiyê re derbas bûne. Di nav agiran de zindî zindî hatine şewitandin û qetilkirin. Zext li gelek jinan hatiye kirin ku dest ji baweriya xwe berdin. Ev hemû kirin, di sedsala 21’emîn de li ber çavê hemû dinyayê hatine jiyan kirin û tu dewletî destwerdana vê rewşê nekiriye. Şideta zilam-dewletê, di şexsê jinên Êzidî de xwestiye hemû jinan rastî qirkirinê bîne û bi tirsê rapêçîne. Ji ber van hemû kirinan, lazim e ji DAIŞ, dewleta tirk û PDK’ê hesabê qirkirina Êzidiyan û qirkirina jinên Êzidî were xwestin û em ê vê hesabê bixwazin.”
‘Êrişên mêr-dewletê her ku diçe berfirehtir dibe’
Di daxuyaniyê de pêşengên têkoşîna azadiya jinê hat bibîr anîn û wiha hat gotin; “Pergala zilam-dewletê pêkanînên xwe yên şidetê ya li ser jinan roj bi roj berfirehtir dike û berdewam dike. Tu rojekê nîne ku komkujiya jinan, destdirêjî û tecawiz neyê jiyîn. Li gel ku ji qirker û tecawizkaran bi tu awayî hesab nayê xwestin, her wiha rê li ber van kirinên wan têne vekirin. Li hemberî jinên şoreşger ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, pêşengiya gelê xwe dikin, êrîşên zilam-dewletê her roj zêdetir dibin. Sara, Pakîze, Nagîhan, Jiyan, Zeynep, Nazê, Jîna Emînî di lêgerîna azadiyê de bûne pêşengên jinan û her wiha bûne tirsa dilê zilam-dewletê.”
Banga bilindkirina têkoşîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ya di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser pênaseyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser azadiya jinê û wiha got; “Rêber APO sedsala 21’emîn wekî sedsala azadiya jinê pênase kir, jin jî wekî pêşengê vê sedsalê. Jinên ku li dijî şidetê, destdirêjiyê, qirkirina jinê û komkujiyan e, bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” têkoşîna azadiyê bilind dikin û dibin pêşengên têkoşîna azadiya gelan.
Herî zêde em jinên Êzidî rastî komkujî, ferman û qirkirina jinê hatin. Ji ber bawerî û çanda xwe em rastî şidetê hatin. Li hemberî van hemûyan jî me hêviya xwe ya berxwedanê ji dest neda. Bi hêz, zanebûn û feraseta azadiyê ku me jinên şervan ên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin girtiye, emê xwe hîn xurtir birêxistin bikin, parastina xwe ya cewherî pêş bixin û rê li ber fermanên nû bigirin.”
Bernameya TAJÊ ya ji bo 25’Ê Mijdarê wiha ye;
“Bi dirûşmeya “Li hemberî qirkirina jinan; Jin, Jiyan, Azadî’’
-Dê semîner werin dayîn,
-Pêşandana sînevîzyonê were kirin,
-Platformên nîqaşê werin danîn û
-Roja 25’ê Mijdarê meşek girseyî were lidarxistin.”