Tahminah Mangal: Li Afganîstanê tu mafê jinan nîne!

Aktîvîstê mafên mirovan, nivîskar Tahminah Mangal diyarkir ku li Afganistanê mafê jinan nîne, newekhevî, bêedaletî gihiştiye lûtkeyê, ji sazî û rêxistinên mafên mirovan xwest ku tedbîrên tundtir bigirin.

Kabûl- Aktîvîstê mafên mirovan ê Afganî, nivîskara Tahminah  Mangal, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand. Tahminah Mangal ku 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir, destnîşan kir ku jiyan û azadî ji mafên bingehîn ên her mirovî ne û divê neyê paşguhkirin.

'Li Afganîstanê bi Talîbanê re mafê jinan nîne'

Mangal, diyar kir ku li hemû cîhanê jin di nava şert û mercên dijwar de dijîn û destnîşan kir ku jin di civaka baviksalarî ya Afganistanê de rastî gelek şêweyên tacîz, tundiya zayendî û fizîkî, tundiya nav malê, zewaca bi darê zorê tên û rastî zagonên ku wan dikin mexdûr tên. Mangal diyar kir ku bi kontrola Talîbanê ya li Afganîstanê re rewşa jinan hatiye guhertin û wiha got:

“Jiyana jinan dijwartir bûye ji ber ku êdî rê nadin keç û jin biçin dibistanê, rê li wan tê girtin ku nikarin kar bikin û zewaca bi darêzorê ya keçan du qat zêde bûye. Her çend pîrozbahiyên 8'ê Adarê bîranîna têkoşîna jinan a li dijî neheqî û newekheviyê be jî, li Afganîstanê jin ne xwedî maf in, berovajî vê yekê newekhevî û neheqî gihiştiye lûtkeyê."

Bang li saziyên mafên mirovan kir

Esermangal di berdewamiya peyama xwe de bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo kêmkirina binpêkirinên li ser jinan û ji holê rakirina bêedaletiyê tedbîrên tundtir bigirin û tekez kir ku jiyan û azadî yek ji mafên bingehîn ên her mirovî ye û divê neyê paşguhkirin.