Tacîza li ser siyasetmendarên jin hat teşhîrkirin
Meclîsa Jinan a HDP’ê girêdayî teşhîrkirina tacîza li ser endam û rêveberên wan her roja diçe zêdetir dibe daxuyanî da.
Navenda Nûçeyan - Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo teşhîrkirina tacîza li ser endam û rêveberên xwe li Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê daxuyanî dan. Endamên Meclîsa Jinan a HDK’ê, Meclîsa Jinên Sosyalîst, SYKP, YDK û TJA’yê tevlî daxuyaniyê bûn.
“Gef li hevalên me dixwin”
Berdevka Meclîsa Jinan a Stenbolê ya HDP’ê Beser Çelîk diyar kir ku demeke dirêj e li ser medyaya dîjîtal tê tacîzkirin û got, “Li ser navê min peyamê ji hevalên min re dişînin. Wêneyên min dişînin û daxwaza hevdîtinê dikin, gefê li hevalên min dixwin.”
“Hilbijartina van jinan netesadufe”
Endama Koordînasyona Jinan a HDP’ê Aysûn Çeper jî diyar kir ku peyamên zayendî ji wê re jî tê şandin û got, “Li ser navê hesabekî Dr. Ev peyam tên şandin. Ne tesaduf e ku jinên li vir hildibijêrin. Em ê wan teşhîr bikin.”
“Em dizanin ev polîtîkaya çavtirsandinê ye”
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Esengul Demîr jî diyar kir heman hesabî ji wê re jî peyam şandiye û got, “Xwest sohbetê bike, piştî ku min ew red kir, dev ji nivîsandinê berda. Berê jî gelek peyam ji hevalên min re şandibû. Em dizanin ev polîtîkaya çavtirsandinê ye. Ev gef û tacîz wê me ji têkoşîna me dûr nexe.”