TÎHV: Ji temenê 3 heta 70 salî ji ber îşkencê serlêdan kirine

Li gor rapora TÎHV'ê ji temenê 3 heta 70 salî ji ber îşkence û muameleya ne baş serî li weqfa wan dane.

Navenda Nûçeyan - Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), “Rapora Navendên Dermankirin û Rehabîlîtasyonê ya Sala 2020’an” eşkere kir. Rapor asta îşkence û mûameleya xerab a li Tirkiyeyê diqewime dide nîşandan. Di raporê de hat diyarkirin ku temenê herî biçûk ê di nava kesên ji ber îşkence li wan hatiye kirin de serî li TÎHV’ê daye 3 salî ye. 
“Ji sedî 36 ên îşkence dîtine jinin”
Rapor wihaye: “Di sala 2020’î de ji her 10 kesên bi îşkenceyê re rûbirû mane herî kêm li çaran (ji sedî 40,7) îşkenceya zayendî lê hatiye kirin. 572 kesan ji ber îşkence û muameleya xerab, 2 kesan ji ber îşkence û binpêkirinên mafan ên giran, 31 kesan weke xizmê kesên hatin îşkencekirin, bi daxwaza dermankirin, rehabîlîtasyon û belgeyan serî li TÎHV’ê dane. Hat tespîtkirin ku 12 serlêdanên ji bo îşkence û şahidiyê hatine kirin li derveyî welat pêk hatine. Kesên ku serlêdan kirin ji sedî 62,5 mêr, ji sedî 36,5 jin, ji sedî 1 LGBTÎ+ û ji sedî 3,4 jî ji zarokên di bin 18 salî de pêk tên. Hat diyarkirin ku di raporê de ji 562 kesan 507 ji ber fikrên siyasî, nasname û çalakiyan hatine binçavkirin û li gorî par di rêjeya kesên di pandemiyê de li kolanan û qadên vekirî hatine binçavkirin de ji sedî 61 zêdetir bûye. Di raporê de hat destnîşankirin ku kesên serlêdan kirine herî zêde li kolanan, qadên vekirî, di erebeyê de, li miduriyetên polîsan û li qereqolan hatine îşkencekirin.” 
Di raporê de daneyên binpêkirinên mafên mirovan û têkiliyên pirsgirêka Kurd jî hatin pêşkeşkirin. Li gorî vê kesên li Herêma Başûrê rojhilat û Rojhilatê Anatoliyayê hatine ser dinê ji sedî 24,6 serjimara Tirkiyeyê pêk tînin. Di nav kesên ku hatin îşkencekirin de ji sedî 62,6 kesên ku li vê herêmê hatine ser dinê ne. Balkêş e ku ji her 4 kesan kesek ji ber îşkenceyê serî li TÎHV’ê daye jî hêj xwendekar in. Li gorî raporê temenê zarokê herî biçûk ku îşkence dîtiye 3 salî ye. Hat tespîtkirin ku zimanê temamê zarokên ji ber nijad û sedemên siyasî îşkence dîtin kurdî ye û piştî qedexeya derketina derve ya li Herêma Başûrê rojhilat û Rojhilatê Anatoliyayê hatibû îlankirin îşkence li wan hatiye kirin. Di raporê de pirsgirêkên ku serlêderan di mûayenê de pê re rûbirû mane jî hatin parvekirin.