TÎHV: Îşkence bi rêjeyeke metirsîdar zêde bûye

Li gorî rapora TÎHV’ê; Hêjmara serlêdanên ji ber îşkence û muameleya xirab di sala 2022’an de li gorî sala borî ji sedî 22 zêde bû. Ji wan kesên ku ji ber îşkence û muameleya xirab serî li weqfê dane yê herî biçûk 3 salî ye û yê herî mezin jî 76 salî ye!

Enqere – Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Rapora Navendên Tedawî û Rehabîlîtasyonê ya bi sernavê “Zêdebûna metirsîdar ya îşkenceyê” weşand. Li gorî raporê; Hêjmara kesên ku di sala 2022’an de ji ber îşkence û muameleya xirab serî li TÎHV dane li gorî sala borî ji sedî 22 zêde bûye.

Di raporê de hat ragihandin ku di sala 2022’an de ji midûriyetên polîsan heta qereqolan, ji wesayîtên fermî heta kolanan îşkence li her qadê hatiye kirin û hat destnîşankirin ku ev rapor careke din rastiya îşkenceya li Tirkiyeyê ronî dike.

‘Hêjmara serlêdanan di rêza duyemîn de ye’

Di raporê de balê dikişîne ser wê yekê ku sala borî hezar û 201 kesan ji ber ku ew an jî xizmên wan rastî îşkence û muameleya xirab hatine, serî li TÎHV dane û wiha hat gotin: “Ji ber vê yekê di dîroka TÎHV’ê de ku ji sala 1990’an û vir ve xebatên dermankirin û rehabîlîtasyonê yên ji bo kesên îşkence li wan hatiye kirin û xizmên wan tê kirin, piştî serlêdanên herî zêde yên sala 2001’an di rêza duyemîn de cih girt.” Serokê TÎHV'ê Metîn Bakkalci di nameya pêşkêşkirina raporê de bal kişand ser vê rewşê û diyar kir ku ev yek nîşaneya xirabûna mafên mirovan e.

Serlêdana îşkenceyê ji 3 salî heta 76 salî ye!

Li gorî raporê ji hezar û 201 kesan hezar û 117 kes ji ber îşkence li wan hatiye kirin û 84 xizmên wan jî rastî îşkence û muameleya xirab hatine serî li TÎHV’ê dane. Hat diyarkirin ku ji serlêderan hezar û 79 kes li hundirê Tirkiyeyê û 38 jî li derveyî Tirkiyeyê rastî îşkence û muameleya xirab hatine. 756 ji wan di sala 2022’an de serlêdan kirin, yên din jî ji ber ku di salên berê de rastî îşkence û muameleya xirab hatin, serlêdan kirin. Ji ber îşkence û muameleya xirab, ji serlêderan yê herî biçûk 3 salî û yê herî mezin jî 76 salî ye. Ji sedî 56,9ê serlêderan mêr, ji sedî 39,1’ê wan jin û ji sedî 4 jî LGBTÎ+ bûn.

Ji sedî 43,5’ê serlêderan rastî îşkenceya zayendî hatine

Ji serlêderên weqfê ji sedî 70,2 rastî mudaxeleya fizîkî hatine, ji sedî 83,4 rastî gef û heqaretan hatine, ji sedî 45,2 jî rastî îşkenceya pozîsyonê hatine. 497 kes di bin kelepçeya berovajî de hatin ragirtin. Hat ragihandin ku ji sedî 43,5’ê serlêderan rastî îşkenceya zayendî hatine, 3 kes jî rastî tecawizê hatine. 80 kes rastî tacîza fizîkî hatin. Zext û astengiyên li pêşiya civîn û xwepêşandanên aştiyane yên zêde jî di raporê de cih girt. Ji nîvî zêdetir (ji sedî 50,6) kesên di dema binçavkirinê de hatine îşkencekirin, li kolanan an jî li cihên vekirî rastî îşkence û muameleya xirab hatine.

Ji 2 kesên hatine girtin yek kes rastî îşkenceyê hat

Hat diyarkirin ku ji her 2 kesên (50,7) kes diyar kirin ku di dema binçavkirinê de îşkence li wan hatiye kirin, li midûriyeta polîsan rastî îşkence û muameleya xirab hatine. 131 ji serlêdanên Weqfê diyar kirin ku li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê û 103 jî li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê rastî îşkence û muameleya xirab hatine.

Îşkence û muameleya xirab li qereqolên polîsan, fermandariyên cendirmeyan û li wesayîtên binçavkirinê jî berdewam kir. Ji sedî 30,7ê kesên ku di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyê hatine di wesayîtên binçavkirinêê de rastî îşkence û muameleya xirab hatin.

Serlêdan li Amed, Wan, Cizîrê zêde bûn

Di raporê de hat destnîşankirin ku her sal serlêdanên li navendên TÎHV’ê yên li Amed, Wan û navçeya Cizîr a Şirnexê zêde dibin. Hat diyar kirin ku divê ev rewş ligel qedexeyên azadiya îfadekirinê, kombûn û xwepêşandanên aştiyane yên li herêmê bên çareserkirin.

Herwiha di raporê de hat diyarkirin ku ji sedî 68,8 kesên ku ji ber îşkence û muameleya xirab serî li weqfê dane, li bajarên Kurdistanê ji dayik bûne.