Suweydayî: Divê li ser komkujiyan lêpirsînek serbixwe were kirin

Beşdarên xwepêşandana ya li Suweydayê tekez kirin ku ji bo rawestandina binpêkirinên li dijî sivîlan û destpêkirina lêpirsînek serbixwe li ser komkujiyên hatine kirin, destwerdana navneteweyî pêwîst e.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Bi dehan xelkê bajarê Suweydayê yê Sûriyeyê duh daketin kolanên Meydana Karama, ku hevdem bû bi xwepêşandanên li gelek paytextên Ewropî, di nav wan de Norwêc, Almanya, Swîsre, Fransa, Belçîka û Swêdê. Xwepêşanderan daxwaza bidawîkirina dorpêça ku ji 13'ê Tîrmehê ve li ser Suweydayê hatiye ferzkirin û lêpirsîna komkujî û binpêkirinên li dijî sivîlan bi taybet jin û zarokan hatine kirin, kirin.

'Darvekirinên meydanî li dijî sivîlan pêk anîn'

Yek ji jinên beşdarî xwepêşandanê bû ku nexwest navê xwe eşkare bike, hûrguliyên tirsnak ên li ser komkujiyên ku li bajêr qewimîn wiha vegot: "Ez li ser sînorê rojava bûm û ew vîdyoyên kuştin û komkujiyan ji min re dişandin. Tiştê ku qewimî nayê vegotin. Di nav komkujiyên herî dawî de ku min şahidiya wan kiriye, kuştina tirsnak a xortekî bîst salî û her wiha kuştina keçek piçûk û perçekirina laşê wê bû. Darvekirinên meydanî li dijî sivîlan hatin kirin. Serê jinan û sivîlan jêdikirin."

'Binpêkirinên li dijî civaka Durzî rawestînin'

Wê bang li civaka navneteweyî kir û got: "Divê civaka navneteweyî destwerdanê bike da ku binpêkirinên li dijî civaka Durzî rawestîne. Ji ber ku me êrîşî kesî nekiriye. Lê belê me her tim kesên ku ne ji mezheba me bûn li malên xwe mazûvanî kirine. Mixabin, yên ku me mazûvanî li me kirin, xiyanet li me kirin, em kuştin û kadroyên zanistî, di nav de bijîşk, endezyar û efser jî, hedef girtin. Ketina wan a nav Suweydayê wek ku ew wê ji gelê wê rizgar bikin, bû."

'Em komîteyek lêpirsînê yê serbixwe dixwazin'

Kordînasyona Kombûna Ciwanên Sivîl, Mervet Bou Trabi da zanîn ku tiştê li Suweydayê diqewime ji krîzeke herêmî derbas bûye û bûye sûcekî mirovî. Mervet wiha axivî: "Em çûn dibistan û nexweşxaneyan û me hejmareke mezin ji xelkê xwe dît ku koçber bûne, zarokên xwe winda kirine û jiyana xwe ji dest daye. Xelk di malên xwe de ewle bûn û ji nişkê ve bêmal, bê cil û berg, bê xwarin man. Ne sotemanî û ne jî pêdîviyên jiyanê tên peyda kirin. Em ketina komîteya lêpirsînê ya ji hêla Colanî ve hatiye damezrandin nav Suweydayê red dikin û daxwaza komîteyek lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe dikin."

'Suweyda sembola jiyana hevbeş e'

Çalakvana sivîl Reham Ewad jî tekez kir ku Suweyda qet nebûye qada şer a tundiyê, lê belê bûye sembola jiyana hevbeş û got: "Berê em serbilind bûn ku em Sûrî ne, lê îro em serbilind in ku em ji eşîra Benî Me'rûf in. Em daxwaz dikin ku korîdorek mirovî were vekirin û destûr bê dayîn ku rojnamevanên biyanî bikevin hundir da ku sûcan belge bikin û binpêkirinên ku di nav nexweşxaneyan de hatine kirin, lêkolîn bikin. Hin cenaze hene ku em hê negihîştine wan. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin û rê bidin Xaça Sor ku bikeve gundên bandordar da ku cenazeyan werbigire."