Surî Xelef Şengalî: Em di nava komkujiyê de tenê hatin hişt in
Yek ji şahidên êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li Şengalê Dayê Surî Xelef balkişand ku DAIŞ bi dizî neketiye Şengalê û hemû cîhan bi vê yekê dizane û dibêje ku ew di nava komkujiyê de bi tenê hatine hişt in. Dayê Surî Xelef a ku di komkujiyê de du kurên xwe winda kir, diyar kir ku bi saya şervanan ew rizgar bûne û dibêje, "Ti kes nikare baweriyeke din li me ferz bike."
ROJBİN DENİZ
Şengal – Li Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê fermana 74’an li ser Êzidiyan kirin. Dema em guh bidin çîrokên berxwedan û tekoşîna wan kesên ku roja fermanê û piştê fermanê jiyan kirine, mirov dikare xwe bigihîne lepên qirkirinê û kûrahiya berxwedanê. Reva kesên ku dibêjin em ê Êzdatî-Êzidiyan biparêzin û yên ku hatine berxwedanê bi çîrokên efsaneyî li erdnîgariya Şengalê tê vegotin. Şengal di nava 7 salan de dîrokek ji hemû aliyan ve tije nivîsand. Êzidî bi taybetî jinên Êzidî bûne şahidên zindî yên dîroka ku hatiye nivîsandin û hatine jiyîn. Şengal û Êzdatî piştî fermana jiyayî bi saya şervanan azadiya xwe bi dest xistin û di dîrokê de nivîsandin. Di van fermanan de yekem car Êzidiyan li ber xwe dan û li hember dijminê ku ferman pêk anî bi ser ketin. Di dîrokê de yekem car Êzîdî piştî fermanekê ji baweriya xwe veneqetiyan. Yek ji şahidê diroka zindî ya li erdnîgariya Şengalê hat nivîsandin Endama Komîteya Şehîdan a Şengalê Dayê Surî Xelef e. Dayê Surî ji gundê Siba Şêx Xidir e, ku ferman bi giranî lê hat jiyîn. Dayê Surî ya ku di fermanê de du kurên xwe winda kir, ji me re ferman û berxwedana piştî fermanê pêşket vedibejê.
"Min di fermanê de du kurên xwe winda kir"
Dayê Surî dest bi derbasbûna rojên bi êş û zehmet ên fermanê kir û wiha got: “Em di destpêka fermanê de li Siba bûn. Şengal xweş bû. Me ji xwe re jiyanek ava kiribû. Me gelek zehmetî dît. Em 9 rojan li çiya ti û birçî man. Ji bo me pir zehmet bû. Binê lingên me teqiyabûn, em nedikarîn bimeşin. Ya herî giran ew bûn yên ku zarokên xwe, dayik, bav, bira winda kirin hebûn, li vir min her du kurên xwe winda kirin û ez nizanim li ku ne. Tenê ev çiyayên ku hûn dibînin ji bo me bûn dayik, bav û zarok. Ger çiya nebûna em nikarîbûn ji DAIŞ’ê xilas bibin. Paşê şervan hatin, ger şervan û çiya nebûna em nikarî bûna bijîn. Şervanan ji me ra nan, av anîn, zarok û kalên me hilgirtin û em ji DAIŞ'ê parastin. Dema ku şervan hatin me xwe ewle hîs kir. Me got ew ê me biparêzin. Ji me ra bû hêvî.”
“Yên ku xerabiyê dikin nayên ji bîr kirin”
Dayê Surî ya ku dibejê gelê ku xwe li çiya û gerîlayan girtiye xwe bi ewletir hîs dikir û wiha dewam kir, ji sînorê Rojava ku geliyê Kersê yê li başûrê Şengalê ye, bi korîdorên ewlekariyê yên ku gerîla vekiriye re derbasî Rojava bûne û wiha domand; “Gelê Rojava ji bo pêşwazîkirina me herikîn ser sînor. Me bi dil pêşwazî kirin. Wan her tiştê ku ji me re lazim be anîn û xwedî li me derketin. Di fermanê de êşa hemû dayikan hevpar bû, hêrs û êşê em fêrî têkoşînê kirin. Du kurên min li gundê Werdiye bûn û em bi xwe jî nêzî wir bûn, me bi telefonê têkilî danî, piştre têkiliya me qut bû. Piştî vê min ji wan qet agahî negirt. Ez nizanim kurên min li ku ne. Ez li her derê li wan geriyam. Ez ji bo na wan çûm Başûre Kurdistanê Zaxo, gelê Başûr me hembêz kirin, lê hikûmet wiya nekir. Li vê dinyayê yên ku qenciyê li me dikin winda nabin, lê yên ku xerabiyê jî dikin neyên ji bîr kirin.”
“Li kampan zext û zordarî berdewam kir”
Dayê Surî bal kişand ser berxwedana Şengalê û got: "Em çi dikin jî ne keyfxweş in û nikarîn keyfxweş bibin jî. Me li Şengalê dijmin xilas kir, lê dijminên me hîn neqediyane. Piştî fermanê li kampan zilm û zordariya li ser Êzidiyan berdewam kir. Êzidiyên ku li Başûr Kurdistanê dijîn, bi dayîna mûçeyek kêm wan di bin şert û mercên herî dijwar de digrin. Gelê me yê li wir hem zivistanê hem jî havînê di wan konan de zilmê dijîn. Ev li dijî mirovahiyê ye. Divê cîhan li hemberî vê bêdengiya xwe bişkîne û bêje êdî bes e. Yekane cihê Êzidiyan Şengal û çiyayên wê ye. Bila vegerin li vir ser axa xwe. Ev ax warê êşa me ye. Giyanên me hene ku em li ser vê axê hiştine. Me bi hezaran şehîd dan. Ev çiya bûne her tiştê me. Niha ji bilî kampan, piraniya wan rêya xwe ber bi Ewropayê ve didin, li ser riyên Ewropayê dimirin û her cenazayê ku Êzidî yê jiyana xwe ji dest dane, tînin Şengalê. Em dibêjin ne tenê bi miriyên xwe werin, bi jiyana xwe re jî werin.
“Ti kes nikare baweriyeke din li me ferz bike”
Dayê Surî got ku Şengal bi awayekî vekirî li ber çavên cîhanê hat firotin. Dayê Surî bal kişand ser wê yekê ku DAIŞ bi awayekî eşkere ne bi dizî ketiye Şengalê û tiştên ku piştre hat jiyîn bi van gotinan vegot: “Piştre hêzên pêşmergeyan ji me re gotin, ‘netirsin em ê we biparêzin’. Xendek hatin çêkirin, me ji xwe ewle hîs kir. Me got ew e tiştek ji Êzidiyan nekin. Me got ew ê tiştekî ji me naxwazin. Me nizanibû ku ferman dê bi vî rengî be. Dema ku fermanek pêkhat me xwest em şer bikin. Me li hinek gundan jî şer kir, lê piştre me dît ku ti hêz li dora me nema. Em di nava komkojiyê de tenê hatin hişt in. Paşê me ji pêşmergeyan pirsî, 'hûn li ku ne”, gotin 'hêz jî alîkariya we ra tê’ li berxwe bidin. Piştî çend saetan me dît ku tu hêzek nehat alîkariya me û pêşmerge jî nehat. Lehiyek mirovan hebû ku ger me derziyê avêti ba, nediket erdê. Komkujiyek li ser Êzidiyan pêk hat. Divê Êzîdî tiştên qewimî ji bîr nekin. Em fêm nakin çima hemû cîhan dijminatiya me dike. Em Êzidî tenê yek baweriya me heye, wê demê dijminatiya wan baweriya me ye. Tişta ku li me hat kirin em ê ji bîr nekin. Kes nikare baweriyek din li me ferz bike. Em bi vê yekê nakin, bila kes bi vê yekê li me neke."
Şervanan Şengalê rizgar kir
Dayê Surî ya ku dibejê DAIŞ li Şengalê winda kir, bivan gotinan axaftina xwe dawî dike: “Tenê zordarî kir, lê di van erdan de şikiya. Şervanan Şengalê rizgar kir. Li Şengalê tu kes nema bû. Ne hêzên Iraqî ne jî hêzên pêşmerge. Şervanan me ji DAIŞ'ê rizgar kir, birin cihên ewle û piştre Şengal ji DAIŞ'ê paqij kirin. Şervanan zarokên me perwerde kirin, wan di van axan de kirin şervan û dema pêwîst bû bi wan re şehîd ketin, kurê min jî tevlî karwanê şehîdan bû. Ez ê têkoşîna kurê xwe bişopînim û tu carî dest ji têkoşînê bernadim. Bijî Serok Apo…”