Suheyla Taş ji girtîgehê hate berdan

Suheyla Taş, ku berdana wê berê ji aliyê Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ve hatibû paşxistin, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Girtî hate berdan.

Enqere – Suheyla Taş, ku di sala 2017’an de li Amed bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, carekê ji aliyê Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ve bi hinceta ku "reftarên wê ne baş in" hate paşxistin, her çend dema berdana wê ya bi şert qediyabe jî.

Malbata wê, endamên OHD'ê û rêxistina bajêr ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li derveyî girtîgehê Suheyla Taş pêşwazî kirin.