‘Sûdan krîza herî mezin a koçberiya nav welat dijî’

OCHA diyar kir ku li Sûdanê ji ber şerê berdevam krîza herî mezin a koçberiya nav welat dijî û destnîşan kir ku şer keraseta mîrovî kûrtir dike.

Navenda Nûçeyan-Li Sûdanê desthilatdariya 30 salan ya Ömer el Beşir a ku piştî serhildana gel hat hilweşandin, pevçûnên ku di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ku bi alîkariya sîvîlan li dijî hukumetê derbe pêkanîn berdevam dike.

 Li gor Neteyên Yekbûyî (NY) Ji ber şer û pevçûnên li Sûdanê ku li cîhanê krîza herî mezin a koçberî û birçîbûnê rû da, zêdeyî 16 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Nezî 8,7 mîlyon kes jî ji cîhê xwe bûne û zedeyî 25 mîlyon kesan jî benda alîkariyê ne.

Koordînasyona Ofîsa Krên Mirovî (OCHA) ya NY’yê der barê koçberiya di nav welat de li ser hesabê X’de agahî da. Di parvekirinê de wiha hat gotin: “Sûdan welatek bû ku bi comerdî zêdetirî mîlyonek penaber lê mêhvandar bû. Aniha krîza herî mezin a koçberiya nav welat dijî.” OCHA teqez kir ku şerê berdewam li Sûdanê karesateke mirovahî ya bêdawî ya bi pîvanên efsanewî gur dike.