Stîvan Îbo: Ji bo rawestandina şeran Ocalan banga aştî û demokrasiyê kir

Endama Meclîsa Civaka Ermen Stîvan Îbo bal kişand lis er banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, anî ziman ku bang dê riya aştiyê ya li hemu Rojhilata Navîn veke û got: “Ji bo rawestandina şeran Ocalan banga aştî û demokrasiyê kir.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Piştî 26’salan Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi dîmen hat dîtin. Bi armanca rawestandina şer û komkujiyan li tevahiya Rojhilata Navîn, Rêber Ocalan di 27’ê Sibatê de bi peyamekê banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Endama Meclîsa Civaka Ermen Stîvan Îbo têikildarî bangê û bandora wê li ser Rojhilata Navîn axivî.

‘Rêber Apo PKK’ê li ser esasê aştî û demokrasiyê ava kir’

Stîvan Îbo da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo rawestandina şer li Rojhilata Navîn pir girîng e û ew riya çareseriyê ye. Stîvan destnîşan kir ku piştî 26 salan Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bangeke dîrokî kiriye û wiha pê de çû: “Ev bang di qonaxek krîtîk û hesas de hat. Di qonaxek ku Rojhilata Navîn di nava şerekî dijwar de derbas dibe û ev bang wek avê li agirê vê şerî pênase dikin. Ev bang ji bo tevahiya gelan hêvî û heyecanek mezin bû, bi taybetî di peyama çek şewitandinê ya Partiya Karkerê Kurdistan PKK’ê de hat dîtin ku Rêber Ocalan dixwaze pêvajo derbasî pêvajoyek siyasî ê aştî bibe û rê li ber şeran bigre.”

‘Pêwîst e her kes peyama Rêber Ocalan pêk bîne’

Stîvan Îbo diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji despêka avakirina PKK’ê de banga aşîtî û demokrasiyê dike û wiha domand: “Rêber Apo ji despêka avakirina PKK’ê ve banga aştiyê dike. Pergala ku Rêber Ocalan pêşkêşî gelan kir, armanca wê ku gel jiyanek azad û aştiyane bijîn bû. Lê mixabin hêzên komploger vê yekê qebûl nekirin û her tim hewl dan ku rê li ber vê projeyê bigirin û Rêber Ocalan dîl girtin. Her wiha tecrîdek giran li ser wî pêk anîn. Di vê pêvajoya ku herêm tê de derbas dibe de, hemû dewlet neçar ma berê xwe bide Îmraliyê û çareseriyê jê bigre. Lewma em bang dikin ku her kes li gorî vê bangê tevbigere da ku aşîtî û demokrasî mîsoger bibe.”

‘Pergala Netewa Demokratîk çareseriya li pêşiya Sûriyê ye’

Stîvan Îbo destnîşan kir ku QSD’ê bi hevgirtin û hebûna hemû pêkhateyan li herêma Bakur ê Rojhilatê Sûriyeyê serkeftinên dîrokî bidest xistiye û wiha got: “Doza gelê Kurd dozeke giran e û doza me wekî civaka Ermen bi doza kurdî ve girêdayî ye. Eger ne ji vê dozê bûya, me nikarîbû fikir û ramanê Rêber Ocalan nas bikira. Bi riya ramanên wî, hemû gel ne tenê Ermen, dîroka xwe nas kir û carek din li hember siyaseta qirkirinê xwe birêxistin kir û hêza xwe ya parastinê ava kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêza QSD’ê hat avakirin. Ev hêz bi hebûna hemû pêkhateyan dewlemnd e. Hevgirtina gelan di vê hêzê de derdikeve pêş ji ber ku ew li ser pergala Netewa Demokratîk dimeşe. Ev pergal ji bo Sûriyeyê pergalek çareser e û bi vê pergalê wê mafê her netewî tê de were parastin.”

‘Dîlgirtina Rêber Ocalan rê li ber pêkanîna aştî û demokrasiyê digre’

Stîvan Îbo tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan rê li ber çareserî û pêkanîna aştî û demokrasiyê digre û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Hebûna Rêber Ocalan a di nava gelê xwe de û pêşengtiya vê pêvajoyê ya bi gelê xwe re, girîng e. Em hemû dixwazin hevdîtin bi Rêbertî re bikin û di nava me de jiyan bike. Em dibînin ku çawa siyasetên şer û qirkirinê dewam dikin, lewma pêkanîna peyama Ocalan çareseriya herî guncav e û şer tu carî çareseriyê bi xwe re nayne. Ji bo ku em ji planên qirkirinê xilas bibin pêwîstiya me bi xwendin û pêkanîna pirtûkên Rêber Ocalan, bi taybetî bi xwendina Mefnîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk heye. Gavê yekem ku pêwîste dewleta Tirk pêk bîne, derxistina Rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî ji zîndanan e.”