Stêrk Kobanî: Operesyon, ji bo parastina hemû mirovahiyê ye

Ji Fermndariya YPJ'ê Stêrk Kobanî ya ku di oprasona Holê de cîh girtî armancên Operesyona Mirovî û Ewlehî ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD û YPJ/YPG'ê di 28'ê Adarê de dabûn destpêkirin nirxand û da zanîn ku ji bo ku hemû cîhanê ji xeteriya ji nû ve zindîkirina DAIŞ'ê biparêzin operasyon dane destpêkirin.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Kampa Holê wekî bombeyeke demkî ye, ne diyar e ku kengî û çawa biteqe û bandorê li ser tevahî herêmê û cîhanê bike.  Kampa Holê ya ku zêdetirî 6 hezar penaberên Îraqî, koçberên Sûrî û malbatên DAIŞ'ê di nava xwe de dihewîne, roj bi roj veguherî kanî û hişmendiya ku hem DAIŞ û hem jî hevkarên wan, hêzê jê digrin. Li dijî şaneyên veşartî di 28'ê Adarê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD YPJ/YPG'ê bi daxuyaniyekê Operasyona Mirovî û Ewlehî, li Kampa Holê dane destpêkirin. 
Têkildarî operasyonê ji Fermandariya YPJ'ê Stêrk Kobanî, yak u cihê xwe di operasonê de girtî armancên operesyonê ji ajansa me re parve kir.
"Ji bo parastina mirovahiyê ye"
Stêrk Kobanî di destpêka axaftina xwe de sedema destpêkirina Operesyonê wiha vegot: "Armanca me ji destpêkirina operesyonê ew e ku em hemû mirovahiyê ji xeteriya zindîkirina DAIŞ biparêze û em bikaribin ewlehiyekê ji bo gelê herêmê ava bikin. Li kampê gelek penaber û koçberên bê sûc hene. Ji lewra ew penaberên ku nakevin xeta DAIŞ'ê û ji bo xurtbûyîna rêxistinbûyîna çeteyan, li hember wan ji aliyê şaneyên veşartî ve bûyerên qetilkirin û serjêkirinê rû didin. Yên ku herî zêde jî rastî bûyerên wiha tên û jiyana wan dikeve xeteriyê, penaberên Iraqê ne. Armanca me ji Operasyonê  ew e ku em bikaribin ev çete û kesên xeter ji nava kampê paqij bikin û hewayeke aram ava bikin."
"Divê her kes xetereya kampa Holê bibîne"
Stêrk da payin ku erkê paqijkirina Kampa Holê û têkbirina çeteyên DAIŞ û şaneyên wan yên veşartî jî ne tenê erkê hêzên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin e û wiha dirêjî da gotina xwe: "Hêzên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel ji tevahî êrîşan parastin, lê ev nayê wê wateyê ku tenê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ/YPG'ê û QSD'ê berpirsê têkbirina DAIŞ'ê û şaneyên wan yên veşartî ne. Ji lewra berpirsyartî dikeve ser milên tevahî hêzên cîhanê, taybet ew welatên ku hemwelatiyên wan di nava refên DAIŞ'ê de cih digrin e. Pêwîst dike ku hemû cîhan bêyî ferq di têkbirina xeteriya DAIŞ'ê li Kampa Holê de, berpirsiyar bibînin û bi erkê xwe ve rabin."
"Li hember xeteriya şaneyên veşartî, operesyon bersiveke xurt e"
Stêrk teqez kir ku yên ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihêlin DAIŞ li ser lingên xwe bimîne jin û zarokên çeteyanin û wiha pêl da gotina xwe: "Di nava kampê de jin her di nava tevgerê de ne. Ji rêxistinbûyîna xwe heya çêkirina dadgehên şerî ku di nava xwe de, bi hişmendiya DAIŞ kesan didarizînin. Bi vê tevgerê xwe, DAIŞ'ê zindî dikin û temenê wê pir dirêj dikin. Hebûna jinên DAIŞ'î bi xwe li ser hemû Kampa Holê xeteriyeke pir cidî ava dike. Mirov çiqasî bêje xetere, pêwîste ku di wê astê de bi erk û berpirsiyartiyê xwe rabe. Di heman wextê de jî em hewil didin ku li hember ewqase xeterî, bisekinin."
"Ên xetereyê didin çêkirin em cuda dikin "
Stêrk bal kişand ser çawaniya tevgera wan di operesyonê de û wiha pê de çû: "Kamp ji 8 beşan pêk tên, em fêz bi fêz kontrol dikin. Hêzên QSD'ê hewîrdora kampê belav bûne û wê diparêzin, her wiha em û hêzên ewlekariya hundirîn jî di hundirê kampê de tevdigerin. Piştî ku wan ji kampê dertînin, konên wan bi şiyarbûn kontrol dikin. Paşê îmze û arşîfa wan tê girtin û bi vî rengî derbasî konên mezin ku ji wan re hatine amadekirin, dibin. Paşê yên ku li ser kampê xeteriyê çêdike tên girtin û yên din jî vedigerin konên xwe. Armanca me ji girtina îmze û arşîfa wan ew e ku em serjimara ku kî ji çi welatî hatiye bigrin. Da ku di pêşerojê de welatên ku bixwazin hemwelatiyê xwe bigrin, hejmara wan diyar be."
“Hucreyên veşartî ji nû ve xwe rêxistin dikin”
Stêrk di dawiya axaftina xwe de ev yek anî ziman: "DAIŞ têk neçûye, hûcreyên wan yên veşartî li her deverê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hene. Xeteriya ku DAIŞ li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide ava dikin, ji bo hemû cîhanê jî di heman astê û zêdetir de ye. Erk dikeve ser milên hemû cîhanê, ji ber ewqase kesên ku di hundirê Kampa Holê de, ji wan welatan in. Lê heya niha jî tu hêz erkê parastinê neda ye ser milên xwe û nadin. Pêwîste ku gelê me jî hişyar bin û li ser bingehê aramiyê û ewlehiya herêmê tevbigerin."