Stêrk Gulo: Êrîşên li ser ragihandina azad li hemberî heqîqetê ne

Rojnamevan Stêrk Gulo bal kişand êrîşên li ser ragihandina azad, anî ziman ku êriş li dijî heqîqetê ne û got: “Erkek dîrokî dikeve ser rojnamevanan divê ku em ragihandina azad û dengê wê nedin sekinandin.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo – Rojnamevan Stêrk Gulo a derbarê êrişên li ser ragihandina azad de bersiv da pirsên me, bal kişand rola rojnamegeran di warê ragihandina heqîqet û rastiyê de û da zanîn ku êrişên li ser ragihandina azad di heman demê de êrişên li ser heqîqetê ye.

‘Yên ku dixwazin heqîqetê derxin holê rastî êrîşan tên’

Stêrk Gulo di serî de armanc girtina jinên rojnamevan di şeran de wiha anî ziman: “Di salên dawî de li Rojhilata Navîn, bi taybetî hinek dewletên ku şer li wan diqewime, di nav de tevahî rojnamevan bi taybetî rojnamevanên jin tên armancgirtin. Di dîroka herêmê de jî kîjan fikrên azad derketibin holê û bi pey heqîqetê ketibin xwestibin rastiyê derxin, rastî êrîşên dewlet-netew, hêzên desthilatdar, ragihandina dewletê hatine.”

‘Qetilkirina rojnamevanan ji nedîti ve tê dîtin’

Stêrk Gulo destnîşan kir ku derxistina heqîqetê di hundirê herêmê de di serî de xwe dispêre fikrên azad û wiha bal kişand ser êrîşên li dijî rojnamevanan: “Ew fikrên azad ku îro li herêmê bi pêş dikevin, bi têkoşîna gelan pêk tên. Ev nêzî 12 sal in li Rojhilata Navîn şer û pêvajoyek dijwar heye. Li hemberî fikrên netew-dewletê pêşxistina ragihandina azad li hemberî vî şerê, encamên zêhniyeta zilamperest e. Çawa em îro dibînin di şerê Hamas û Îsraîlê de fitneyeke mezin di herêmê de çêdibe, ev yek tevahî li ser hesabên jin û gelan tên avakirin. Di wir de di weşanên zindî û li ber çavên her kesê bi dehan rojnamevan hatin qetilkirin lê ev hemû ji nedîtî ve hatin dîtin.”

‘Şerê heyî li dijî têkoşîna jinan e’

Stêrk Gulo diyar kir rojnamevanên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dixwazin rastiyan derxin holê, rastî êrîşan tên û wiha pêl da gotinên xwe: “Em dibînin bi dehan kes dixwazin li ser X jî rastiyan nîşan bidin lê ew jî nayên qebûlkirin û pergala desthilatdar vê yekê her dem dixwaze tune bike. Em niha di sedsala 21’ê de dijîn, sedsala 21’ê divê azadiya fikir tê de bê jiyîn, demokrasî û parastina mafên rojnamevanan tê de hebe. Lê belê di heqîqetê de pergala nijadperest ku îro şerê herî mezin dide meşandin, şerê bîrdozî û fikrî ye. Bi taybetî ev şer li dijî têkoşîna jinan e.”  

‘Erka rojnamevanan dîtina rastiyan e’

Stêrk Gulo rengê demokrasiya rast a neteweya demokratîk ku îro li Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê tê jiyîn û bi hevpeymana civakî re gihîştiye lûtkeyê anî ziman û bal kişand ser hilbjiartina şaredariyan a 30’ê Gulanê jî. Stêrk Gulo wiha domand: “Em balê bikşînin ser rewşa jinan li tevahî herêmê, welatên ku şer li wan çêdibe, heta li Kurdistan, Filistîn û Yemenê, dema mirov mêze dike, kesên ku dibin qurbanî jin in lê îro ji aliyê jinan ve têkoşîna herî mezin tê meşandin. Ger têkoşîn nebûya, wan jinan jî nikaribûn berxwedaniyek mezin nîşan bidin. Ez dixwazim mînaka vê yekê bidim ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartina şaredariyan tê kirin ku piştî hevpeymana civakî hat îmzekirin. Ev hevpeymana civakî mafên jinan diparêze û demokratîk e. Li gorî wê madeyê, gel çû hilbijartinan, beriya hilbijartinê, pêş hilbijartin çêbûn, jinan dengê xwe da jinan. Ev sîstem, zîrveya demokrasiyê ye. Demokratbûn bi xwe çi ye? Jin bikaribe di nava şer û êrîşan de hilbijartinek wiha demokratîk bike û bikaribe dengê xwe bide jinan ku di dîroka cîhanê de nehatiye dîtin. Jina ku derketiye di qada leşkerî, civakî, aborî de derketiye. Di pergala neteweya demokratîk de ev jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, jin bi dengê jinan tên hilbijartin nîşaneya demokratîk a herî mezin e. Li hemberî vê, dema jin li dijî vê rastiyê gav davêjein, weke erka rojnamevanan zêde dibe ku vê rastiyê bibînin.”

‘Dixwazin gel bêdeng bikin’

Stêrk Gulo diyar kir ku di êrîşan de ji bo ku agahiya gel ji rastiyê çênebe, di serî de çapemeniya wan bêdeng dikin û êrîş dikin û wiha pê de çû: “Di aliyekî de jin dibin qurbanî û maxdûrên şer, di aliyê din de jî jin li hemberî vî şerê têkoşîn û berxwedaniyek mezin raber dikin. Kapîtalîzm di serî de jinan armanc digre çima? Ji bo civakek bêdeng bimîne, civakek di tarîtiyê de bimîne û agahiya wê ji rastiyê nemîne lewma di serî de çapemeniya wê civakê bêdeng dikin.”

‘Di şexsê Stêrk tv û Medya Haber de êrîşî ragihandina azad kirin’

Stêrk Gulo bal kişand ser êrîşên li dijî Stêrk Tv û Medya Haber li Belçîkayê û wiha got: “Êrîşên ku li dijî Stêrk Tv û Medya Haber di pêvajoya ku şervanên Kurdistanê çalakiyên herî mezin li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê kirin, pêvajoyek ku mizgîniya ku teknîka dagirkeriya tirk vala derbixin dan. Di heman demê de di wê pêvajoyê de dê Erdogan derbasî Iraqê bibûya û tifaqa şer dixwest çêbike ku neçû serî, di wê pêvajoyê de di şexsê Medya Haber û Stêrk Tv de êrîşî ragihandina azad kirin. Li kêleka wê bi dehan rojnamevan li Bakurê Kurdistanê hatin girtin. Ev êrîş jî perçeyeke ji êrîşên herî mezin e li hemberî fikrên azad li Kurdistanê û têkoşîna jinan. Bi êrîşan re girêdayî jî xwestin jinên rojnamevan armanc bigrin ku gelek ji wan hatin girtin û di zindanan de ne. Ew jin çima hatin girtin? Sedema ku şerê taybet, daîreya şerê taybet ku bi rêveberiya AKP’ê faşîst Erdogan dimeşe, vê yekê rewa dikin û dixwazin rastiya ku li Kurdistanê tê jiyîn veşêrin. Jinên ku di wexta hilbijartinê de bûn xwedî îrade. Ya ku bû sedem Erdogan gav di paş ve bavêje û nikaribe deng bigre, li Kurdistanê dengê jinan bû. Lewma çapemeniya azad û rojnamevanên jin vê rastiyê dibînin û radigihînin.”

‘Ragihandina azad bûyerên li Kurdistanê eşkere dike’

Stêrk Gulo da payin ku gelek rojnamevanên jin rastiya ku li Kurdistanê tê jiyîn deşîfre kirine û wiha berdewam kir: “Rêjeya bûyerên tecawiza li dijî jinan, qetilkirina wan û tundiya li ser wan zêde dibe û her çiqas pergala AKP’ê vê yekê rewa jî nîşan bide lê çapemeniya azad vê yekê deşîfre dike û dibîne. Gelek hevalên me bi pey wan bûyeran ketin û ji cîhanê re ragihandin. Li hemberî van bûyeran jî çapemeniya desthilatdar van yekan qebûl nake şerekî taybet û mezin dimeşîne. Derxistina rastiyan di Kurdistanê de ewqas ne hesan e. Di bin pergaleke qirkirinê de, tenê qirkirina fizîkî na, qirkirina fikrî û hemû rengên qirkirinê li ser jinan û civaka Kurd tên ceribandin. Lewma mirov dikare bibêje, êrîşên li hemberî ragihandina azad, êrîşên li hemberî heqîqetê ne ku îro têkoşîna jinan bi rêbertiya jinan tê kirin, bilind dibe. Di şexsê rojnamevanên jin de dixwazin civaka Kurd bêdeng bikin û têkoşîna li Kurdistanê tê meşandin ji raya giştî veşêrin da ku nebînin. Rola çapemeniya azad di eşkerekirina planên dagirkeriyê li Kurdistanê mezin e, lewma erka her rojnamevanan ew e ku hem rastiya jinan, hem jî rastiya dijmin li Kurdistanê eşkere bikin û ji raya giştî re ragihînin.”

‘Dagirker ji pênûs nivîs û kamereyên rojnamevanên jin ditirsin’

Stêrk Gulo têkoşîna rojnamevanên jin ên ku heyî pir bi hurmet nirxand û da zanîn ku têkoşîna wan cihê teqdîrê ye û wiha domand: “Jin xwe di qada ragihandinê de îfade dikin û xurt dikin. Îro pergala baviksalar a li Kurdistanê ji pênûs, kamera û nivîsên jinan ditirse, ger netirsiya dê çima ewqas êrîş bikira. Rojnamevan bi pênûsa xwe, bi wêneyên ku kişandin û nûçeyên ku çêkirin, rastiya mêr a tecawizkar li Kurdistanê eşkere kirin. Qada çapemenî, qadek pir girîng û rolek pir mezin dilîze, ji bo eşkerekirina şerê ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn didome.”

‘Êrîşa li dijî Stêrk tv û Medya Haberê rewa nîn e û cihê wê di tu zagonê de tune ye’

Stêrk Gulo diyar ku ew êrîşên derhiqûqî, berdewam dikin û wiha bal kişand ser bêqanûniya dewleta Belçîkayê ku êrîşî Stêrk Tv û Medya Haberê kir: “Êrîşên ku li dijî Stêrk Tv, Medya Haber, beriya wê li ser Roj tv, Med tv bû. Ev êrîşa herî dawî li dijî Stêrk tv û Medya Haber, Belçîkayê ragihand ku li ser daxwaza Fransayê pêk hatiye. Ev operasyon nîvê şevê pêk hat û nehiştin xebatkar bikevin saziyên televîzyonan. Di aliyê hiqûqî de tu hinceta wan tune ye, qaşo welatê Ewropayê welatên demokratîk in û xwe dayikên demokrasiyê dibînin. Lê êrîşa ku çêbû, xwe naspêre tu destûr û qanûneje rewa. Beriya wê diviyabû hişyarî bihata kirin lê ji nişkêve kirin, mirov nikare tenê bibêje operasyon e, êrîş bi xwe ye. Di vê pêvajoyê de dixwazin ragihandina azad bitirsînin, ji hêzê bixin û gavan paş ve bidin avêtin lê hevalên me nobetdariya saziyên xwe girtin, bi demjimêran di sermayê de man ku ew jî ruhek e. Paşê gel xwedî derket û kê bihîst berê xwe da saziya çapemeniyê.

‘Li dijî êrîşan pênûs û nivîsên xwe xurt bikin’    

Stêrk Gulo herî dawî anî ziman ku divê rojnameger li dijî êrîşan pênûs û nivîsên xwe xurt bikin û wiha bi dawî kir: “Îro rojnamevan ji bo azadiya jinan û gel nexebitin, nabin rojnamevan. Ev yek di bin zihniyeta zilamperest de be, qet nikarin mafên jinan biparêzin. Dewleta tirk bi riya AKP-MHP’ê dixwaze êrîşî çapemeniya azad û tevgera azad bike. Rêxistinkirina jinan, pir girîng e ku jin bizanibin asta êrîşan çiqas bilind e. Em bikaribin li hemberî van êrîşan pênûs û nivîsên xwe xurt bikin. Em bikaribin, ji van êrîşan re bibin bersiv da ku bikaribin êrîşên li hemberî gelê Kurd û jinên Kurd bidin sekinandin.”