Stenbol di bin dorpêça polîsan de ye: Karker qedexe nas nakin

Hemû rêyên ku diçin Qada Taksîmê di saetên serê sibê de hatin girtin. Karkeran, tevî qedexeyan jî li Saraçhaneyê kom dibin. Binçavkirin hene.

Stenbol- Qada Taksîmê ya Stenbolê ku ji bo karker û kedkaran semboleke dîrokî ye tevî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji pîrozbahiyên 1’ê Gulanê re hate girtin. Sendîka û mûxalefet ji bo qada ku desthilata AKP’ê qedexe kiriye bi israr in. Qada ku hikûmeta AKP'ê qedexekir ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin, dîmenên ku dê bi salan bê axaftin derketin holê.

Sendîka û mûxalefeta ku biryara qedexeyê ya Walîtiyê nas nakin dê li Saraçhaneyê kom bibin û ber bi Taksîmê ve bimeşin. Lê rêyên ku diçin Qada Taksîmê di saetên serê sibê de hatin girtin. Li kolan û cadeyên ku diçin qadê destûr nayê dayîn ku wesayît jî park bikin. Wesayîtên li otoparkên Taksîm, Şîşhane, Kabataş, Mecîdiyekoy, Şîşlî, Saraçhane, Qada Beşîktaşê û Dolmabahçeyê parkkirî bûn jî hatin rakirin. Hemû rêyên ku diçin Cadeya Îstîklalê û Taksîmê bi bariyerên polîsan hatin girtin.

Pergala bejahî, behr û rêyên hesînî hat rawestandin

Li Beşîktaş, Beyoglû, Şîşlî, Fatîh û Kadikoyê jî konteynirên çopî yên li ser cadeyan kevir û madeyên weke wî hatin rakirin. Li van deran destûr nedan ku wesayît û personelên şaredariyê jî bisekinin.  Walîtiya Stenbolê, rêyên bejahî yên hatin girtin, guhertinên di veguhestina behr û rêyên hesînî û rêyên alternatîf aşkere kirin. Di rêyên bejahiyê de sînordarkirinan saet 04.00’an di veguhestina behr û rêyên hesînî de jî saet di 05.30’an de dest pê kir.

Karker Saraçhaneyê kom dibin

Li aliyê din di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezayar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirk û Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) dê îro li Qada Taksîmê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê li werin lidarxistin. Karker, tevî biryara qedexeya walîtiyê û dorpêça polîsan li yek ji qadên kombûnê ya Parka Saraçhaneyê kom dibin. Girse tevî merşa 1’ê Gulanê, bi awayekî coş bendewariya xwe didomîne.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêxistinên femînîst û ekolojîst dê wek kortej ji rawestgeha Yenîkapi ya Marmarayê ber bi Parka Saraçhaneyê ve bi girseyî bimeşin. Piştre dê meşvan bi girseya li vê derê kom bûye ve, ber bi Qada Taksîmê ve bimeşe.

Binçavkirin destpêkir

Polîsan ajokar û peyayan aresteyê rêyên alternatîf dikin, hema bejê li her quncikê lêgerîn tê kirin. Kesên ku dixwazin bi komên biçûk herin qadê tên derpkirin û binçavkirin. Nehat zanîn heta niha çend kes hatiye binçavkirin.