Star FM çar salên serkeftî li pey xwe dihêle
Rêveberiya Radyoya Star Fm Lîlav Hesen salvegera avakirina radyoyê li hemû jinan pîroz kir. Her wiha got ku Star FM ji bo gihandina deng û rengê jinan ji hemû cîhanê re, dixebite û dê xewna şehîdên heqîqetê yên nîvco mane, pêk bînin û bi ser bikevin.
EBÎR NUHEMED
Qamişlo- Radyoya Star FM di 15’ê Kanûna 2017’an de hat avakirin û gavên pîroz di nav çapemeniya Rojavayê Kurdistanê de avêt. Bi xebatên xwe yên xweser ku xebatkar û karmendên radyoyê hemû ji jinan pêk tên, dikaribû bi bernameyên xwe yên rengîn xwe bigihîjînin hemû pêkhateyên civakê. Dirûşma “Star Fm dengê jin û jiyanê ye” ji xwe re esas girtine û armanca wan jî ew e ku xwe bigihîjînin hemû jinan û bibin rengê jinên Rojavayê Kurdistanê. Star FM 4 salên serkeftinê yên tijî berhem û xebat li pey xwe dihêle û derbasî sala xwe ya nû dibe. Der barê vê yekê de Lîlav Hesen ku yek ji damezrîner û her wiha rêvebera Radyoya Star FM e ji ajansa me re axivî.
"Star FM yek ji berhemên Şoreşa Rojava ye"
Lîlav dibêje ku Radyoya Star FM yek ji berhemên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye û wiha dest pê dike: “Ji destpêka avakirina radyoya Star FM ve ez cihê xwe tê de digrim. Star FM 4 salan li du xwe dihêle û derbasî sala xwe ya 5’emîn dibe. Destpêkê em salvegera radyoyê li hemû jinan pîroz dikin û dibêjin ku Star Fm yek ji berhemên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku bi şoreşa jinan tê naskirin. Armanca vekirina radyoya Star FM ew bû ku dengê jinên Rojavayê Kurdistanê ji raya giştî re ragihîne da ku bibe deng û hestên jinan û heta astekê em dikaribûn vê armancê pêk bînin. Di destpêkê de, weşana me tenê di asta navçeya Tirbe Spiyê ya bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hin gundên derdora wê bû. Lê îsal bi berferhkirina weşana Star Fm di 2021’ê de li tevahî Herêma Cizîrê tê belavkirin bi hemû pêkhateyên xwe ji Ereb, Kurd û Suryanan. Bi riya bernameyên Star Fm me dikaribû hemû pêkhateyan hembêz bikira û ev yek jî ji bo me serkeftinke bû.”
"Radyoya Star Fm a hemû jinan e"
Lîlav da diyarkirin ku Star FM a hemû jinan e û ew ji bo gihîştina deng û rengê jinan ji raya giştî re kar dikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Star FM tim bi dirûşma “Dengê jin û jiyanê” karê xwe ji sala destpêkê heta roja îro berdewam kiriye. Wekî tê dîtin, rojane li her çar parçeyên Kurdistanê jin rastî êrîşan tên û dibin hedef ger em li Bakurê Kurdistanê mêze bikin em ê bibînin bê çawa jinên rojnamevan tên binçavkirin ji bo derxistina heqîqetê û gelek ji wan jî canê xwe feda kirin. Sazî û dezgehên jinan roj bi roj soza xwe bi van şehîdan re nû dikin. Dîrokên vekirina ajans û televîzyonên jinan pir bi wate ne. Xewn û xeyal ji bo hemû jinan ew bû ku saziyên taybet ji bo wan werin vekirin û xebatkarên wê hemû jin bin ku em dibînin ev yek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Di dema rejîma Baasê de tiştekî wiha tunebû ku radyoyeke hemû xebatkarên wê jin bin û neqebûlkirinek ji hêla civakê ve hebû lê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de me jî xwest ku em rola xwe bilîzin û bibin dengê jinan. Me ji 9 kesan dest pê kir û niha jî hejmara me digihîje 20 kesan û hê jî zêde dibe. Êdî qebûlkirina civakê jî heye û hê jî jinên pêşkêşvan bi xwe dixwazin tevli radyoyê bibin heta em gihîştin wê baweriyê ku Star FM a hemû jinan e.”
"Em ê xewnên şehîdên xwe yên ku nîvco mane pêk bînin"
Lîlav bal kişand ser çêkirina bernameyên curbecur ji bo hevgirtina pêkhateyên civakê û gihîştina hemû kesan her wiha teqez kir ku dê li ser riya şehîdên heqîqetê bimeşin û xewnên wan ên nîvco mane pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bernameyên me bi zimanê Erebî û Kurdî hene li gorî her civaka li her bajarî. Li Amûdê piraniya wan Kurd in ji bo wê bernameyên Kurdî em li wir pêşkêş dikin. Her wiha li bajarê Hesekê ji ber ku hejmareke mezin ji pêkhateyên Ereb hene, em bernameyên Erebî li wir çêdikin. Li bajarê ku ji nû de em derbasî wan bûne êdî guhdarkirin ji aliyê gel ve heye û nêrînên wan jî tên stendin. Di dawî de jî em salvegera 4’emîn a Radyoya Star FM li hemû jinên kedkar, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên cîhanê pîroz dikin. Ji şehîda me ya yekemîn a ragihandinê Gurbetelî Ersoz, heta hevala me Dilovan Gabar ku di êrîşên Serê Kaniyê de gihîşt asta şehadetê, em soza xwe bi wan re nû dikin. Em ê xewn û xeyalên wan ên nîvco pêk bînin. Em ê ji bo jiyana azad û derxistina rastiyê riya xwe berdewam bikin.”