Ji bo bîranîna fermandara YPJ'ê Sosin Bîrhat stran: Sosina Siya Darê

Hunergeha Welat ji bo fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat a 19'ê Tebaxa 2021'ê de di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da strana ‘Sosina Siya Darê’ parve kir.

Navenda Nûçeyan –  Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û yek ji fermandarên herî çalak a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Sosin Bîrhat li gel hevriyên xwe fermandar Egîd Girkê Legê, Seyîfulah Ehmed û Rûbar Hesekê, di 19'ê Tebaxa 2021'ê di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk ê li dijî Navenda Têkiliyên Leşkerî ya navçeya Til Temirê ya herêma Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan. Hunergeha Welat bi boneya biranîna fermana YPJ’ê Sosin Bîrhat strana nû ya bi navê ‘Sosina Siya Darê’ par ve kir.

Strana ku gotinên wê ji aliyê Şêro Hindê ve hatiye nivîsandin û mûzîka wê ji aliyê Mehmûd Berazî ve hatiye çêkirin, Şehrîban Guneş distire.

Gotinên strana ‘Sosina Siya Darê’ wiha ne:

“Koro lo baro

‏Pêjna me hat xwarê

‏Ho li minê

‏Sira şevanê

‏Sosinê

 

‏Sosina siya darê

‏Firişta ji befrêyo

‏Lê lê lê jarê

‏Cî ji kê re tu dihêle

‏Te dilê min bikavil kir

‏Janê

 

Gulya te ji ewrêyo

Xizêma ji heyvêyo

Ji paxila van çiyayan kê te

Dizî

 

Hêlanekê ji kennî çêke

Li warê wê xeybêyo

Lê lê lê narê

‏Ezê kî bim ger tu çûyî

‏Tu çûyî ez jî bûm

‏Te ya çûyî

 

‏Xemlîna sebra malê

‏Cêwiya vê kerbêyo

‏Tolîno bila

‏Kevir kerr be

‏De rakin”