Sosin Bîrhat di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de hatin bibîranîn

Îro, Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sosin Bîrhat û rêhevalên wê di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de hatin bibîr anîn.

Til Temir - Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Fermandara Meclisa Leşkerî a Til Temirê Sosin Bîrhat, Fermandar Egîd Girkê Legê, Seyîfûlah Ehemd û Rûbar Hesekê di encama êrîşeke li dijî Navenda Têkiliyên Leşkerî a li bajarê Til Temirê a Kantona Cizîrê hat pêkanîn, di 19’ê Tebaxa 2021’an de gihiştin jiyana xwe ji dest dan. Heman rojê Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rênas Roj li ser rêya Qamişlo jî di encama êrîşeke hewayî de giha asta şehadetê.

Bûyera şehadeta fermandar û şervanan ji hêla MÎT û balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû plankirin û pêkanîn.

Îro, Ofîsa Têkiliyên Leşkerî di Meclisa Leşkerî a Til Temirê de ji bo bîranîna fermandar û şervanên xwe di salvegera wan a sêyemîn de, çalakiyek bîranînê lidarxistin.

Bi def û zirnê ber bi cihê şehadeta wan ve meşiyan

Di saet 18:00’an de dayikên şehîdan, xwûşk û rêhevalên fermandar û şervanan li ber Meclisa Malbatên Şehîdan (MMŞ) kom bûn, bi def û zirnê û bi berzkirina dirûşmeyên ku nemiran bibîr tînin ber bi Gulîstana Şehîdan ve meşiyan.

Li cihê Meclisa Leşkerî a Til Temirê û li ber wêneyên şehîdan yên ku li ser dîwar hatine xêzkirin çalakiya bîranînê, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

'Hevrêyên me xwedî şop û destanên efsanewî ne'

Fermandarê Meclisa Leşkerî a Til Temirê Ferhad Canfîda Sosin Bîrhat û hevrêyên wê bibîr anî û wiha got: "Hevrêyên me li Kurdistanê xwedî şop û destanên efsanewî ne û taybet di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de. Sosin Bîrhat hevrêya me ji têkoşîn û berxwedana Bêrîtan û Zîlanan ne dûr e, wan xwe fedayî gel kir û hevrêya me jî bû fedayîya serdema 21’an. Wekî çawa şehîd Rênas û Sosin û hevrêyên din soz dan û ji bo xatirê azadiya vê civakê û parastina axa Rojava gihiştin asta şehadetê, em jî heman sozê nû dikin ku bibin şopdarên rêya wan û xaka dagirkirî rizgar bikin."

'Cesareta Sosin û Rênas di dilê her şervanekê/î de mezin dibe'

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Çinar Yûsif jî wiha got: "Sê sal berî niha, tam di vê rojê û van kêliyan de bûyereke ku dilê jinan û giştî civaka Til Temirê hejand, qawimî. Li vî cihê pîroz Navenda Meclisa Leşkerî a Til Temirê ji hêla sixûr û MIT’ên dewleta Tirk a dagirker ve hat teqandin, di encamê de fermandar û şervanên me şehîd bûn. Li vir soza pêkanîna xewn û xeyalên wan tê nû kirin. Îro cesareta Sosin Bîrhat û Rênas Roj di dilê her şervanekê/î de mezin dibe."

Piştî axaftinan sinevîzyonek kurt ku li ser jiyan û têkoşîna her 5 fermandar û şervanan hatibû amadekirin, hat tamaşekirin û bi diruşmeya "Şehîd Namirin" çalakiya bîranînê bi dawî bû.