Sonia Sahrifi 17 salî ya ji Îranê hat revandin

Hate hînbûn ku Sonia Sahrîfî 17 salî ya ku, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin ji aliyê hêzên dewletê ve hat revandin.

Navenda Nûçeyan - Zextên li ser kesên ku piştgiriyê didin serhildana "Jin jiyan azadî" ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê 'polîsên exlaqî' yên Îranê ve li bajarên Rojhilat û Îranê dest pê kir dewam dikin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin duh Sonia Şerîfî ya 17 salî ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatiye revandin.

Hate diyarkirin ku Sonia Şerîfî ku beriya mehekê hatibû girtin û piştî ku bi kefalet ji girtîgeha navendî derketibû, di dema binçavkirinê de ji ber şîdeta zayendî û îşkenceya li nexweşxaneyê dihat dermankirin, hate revandin.