Sonia Guajajara bû yekem wezîra gelê xwecihî ya Brezîlyayê
Ji gelên xwecihî yên Brezîlyayê, Sonia Guajajara wekî wezîra gelê xwecihî hat hilbijartin. Sonia Guajajara der barê vê biryarê de diyar kir ku li Brezîlyayê demeke dîrokî ye.

Navenda Nûçeyan- Li Brezîlyayê di meha Cotmehê de Sonia Guajajara ji bo kongreyê hatibû hilbijartin, ji aliyê serokê dewletê Luiz Inácio Lula da Silva ve weke Wezîra gelê xwecihî hat tayînkirin. Di daxuyaniyê de Sonia Guajajara destîşan kir ku ji sînordarkirina xakê heta xizmeta tendirustiyê û polîtakayên cur be cur bûye xwedî rayeya kontrolê û wiha got: “Ev ji sekeftineke şexsî nîn e, serkeftina gelê xwecihî ya kolektîf e. Ev rewş li Brezîlyayê tê wateya telafiyek dîrokî.”
Di lîsteya herî bi bandor a 100 kesî de ye
Sonia Guajajara ku weke seroka koma şemsiyeya navendî ya kabîneya xwecihî ya Brezîlya ye Amazon Guajajara, Îsal ket lîsteya her sal bi bandor a 100 kesî kovara Time ku diweşîne de cihê xwe girt. Li ser karek bi vê awayê erkdarkirina Soia Guajajara ji bo hikumeta heyî ya Brezîlyayê de guhertinek pir mezin îşaret dike. Di meha Cotmehê de serokê berê Jair Bolsonaro ku bi bin ket, bi gotinên xwe yên nijadperest li dijî gelê xwecihî û xaka wan tê nasîn.
Gelê xwecihî ku li ser xaka Brezîlyayê dijî, weke cegera spî ya cîhanê tê binavkirin. Daristanên Amazonî yên bi baran di rêjeyek zêde de karbondioksîtê dimêje û li dijî guherîna avhewayê, erkek tampon dibîne.