SOHR: Ji destpêka Îlonê ve 30 kes di bûyerên cuda de mirin

Çavdêrîya Mafên Mirovan a Sûriyeyê eşkere kir ku ji destpêka Îlonê ve nêzî 30 kes li herêmên cuda yên Sûriyeyê, di bûyerên cuda di pevçûnên eşîran, kuştin, bombebaran û guleyên bêserûber de mirine.

Navenda Nûçeyan – Ji destpêka vê mehê ve, li çend herêmên Sûriyeyê di bûyerên yên cûrbecûr de nêzî 30 kes mirin. Sedemên van bûyeran ji hev cuda ne, di nav de pevçûnên eşîran, kuştin, guleyên bêserûber, bermahiyên şer, bombebaran û mirina di bin îşkenceyê de hene. Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ev hejmar tundiya berdewam û nebûna ewlehiyê li gelek deveran nîşan dide.

Çavdêriyê mirina sê kesan ji ber pevçûnên eşîran, pênc kuştî di teqîna wesayîdek bombekirî de li deriyê bajarê Binişê li gundewarê Îdlibê, kuştina du kesên li ser sînor, heft kesên ku du ji wan zarok in û mirina bi guleyan a sê kesan

Jineke ciwan a di bombebarana Ceramanê de birîndar bûbû mir. Kesek bi îşkenceyê, mirina du kesan ji ber bermahiyên şer, kuştina kesek ji ber sedemên mezhebî û yek jî ji ber guleyên leşkeran. Her wiha endameke Parêzvaniya Neteweyî û du leşker hatin kuştin û kesek piştî ku li xaleke kontrolê ya ewlehiyê li herêma Qatanayê hat girtin, hat kuştin.

Çavdêriyê bang li rayedarên pêwendîdar kir ku berpirsiyariyên xwe yên parastina sivîlan bi cih bînin, lêpirsînên cidî û zelal li ser hemû bûyerên kuştin û mirinê vekin, şert û mercan eşkere bikin û ji berpirsiyaran hesab bipirsin, da ku edalet were misogerkirin û bûyerên bi vî rengî dubare nebin.