SOHR: 3 jê zarok 11 kes bi bermahiyên şer mirin

SOHR’ê, ragihand ku li Sûriyeyê ji destpêka meha Îlonê û vir ve li herêmên di bin kontrola rêveberiya demkî de ji ber teqîna mayîn û bermahiyên şer 3 jê zarok, 13 sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Bermahiyên şer, bi taybetî jî li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de hê jî ji bo jiyana sivîlan gefek mezin e. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand di destpêka Îlona 2025ˊan de di encama teqîna mayîn û bermahiyên şer de 3 jê zarok 13 sivîl jiyana xwe ji dest dane.

SOHR’ê, der barê bûyerê de diyar kir ku li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de 3 jê zarok 11 kes jiyana xwe ji dest dane û 10 jê zarok 15 kes jî birîndar bûne. SOHR’ê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji ber heman sedemê 2 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bûye.

Li gorî daneyên SOHR’ê, ji 8’ê Kanûna 2024’an heya niha di encama teqîna bermahiyên şer de, 168 jê zarok û 42 jê jin, bi giştî 615 sivîl hatin jiyana xwe ji dest dane. 293 zarok û 21 jin di nav de 668 kes jî birîndar bûne.