SOHR: Di sala 2026’an de Li Sûriyeyê 372 kes hatin kuştin

Di sala 2026’an de li Sûriyeyê 241 bûyerên kuştinê hatin tomarkirin û di encamê de 50 jin û 29 zarok jî di nav de 372 kes mirin. SOHR diyar kir ku bûyer herî zêde li Heleb, Gundewarên Şamê û Dêrazorê pêk hatine.

Navenda Nûçeyan – Civaka Sûriyeyê bi belavbûna bûyerên tundiyê û zêdebûna metirsiyên ewlehiyê yên li gelek deveran re, bi pirsgirêkên cidî re rûbirû ye.

Li bajarên Sûriyeyê di sala 2026’an de zêdebûna bûyerên sûc û kuştinan berdewam kir. Ji destpêka salê û vir ve 241 dozên sûc hatin tomarkirin û di encamê de 372 kes mirin; di nava wan de 50 jin û 29 zarok hene.

Bûyerên kuştinê herî zêde li bajarên Heleb, Şam û Dêrazorê hatin tomarkirin

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), bûyerên kuştinê ne tenê li parêzgehekê, li gelek bajaran pêk hatin. Bûyer herî zêde li Heleb, Gundewarên Şamê û Dêrazorê hatin tomarkirin: “Li Helebê, di 59 dozên sûc de 69 kes mirin. Li Gundewarên Şamê, di 57 dozan de 62 kes mirin. Li Dêrazorê, di 45 dozan de 46 kes mirin.”

Her wiha li parêzgehên din ên Sûriyeyê jî gelek bûyerên cînayetê hatin jiyîn. SOHR bûyerên sûc û cînayetan belge dike, hejmar û nasnameyên kesên mirine û hûrguliyên bûyeran dişopîne.