SOHR: Di êrişên dewleta Tirk de 52 sivîl hatin qetilkirin

Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji meha Çileyê û vir ve, di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de 52 sivîl hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Di van êrîşan de hem sivîl têne qetilkirin, hem jî zerar li binesaziyê dibe. Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku di encama êrîşên dewleta Tirk de 52 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha SOHR’ê destnîşan kir ku di encama bersiva şervanên QSD û YPJ'ê de di nava mehekê de 300 çete hatine kuştin û destnîşan kir ku di şer de 40 şervanên YPJ û QSD'ê jiyana xwe ji dest dane.