SOHR: Bila ji kiryarên destdirêjiyan hesab bê pirsîn

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku li gundewarên Mesiyafê zaroka keç a 15 salî rastî destdirêjî û muameleya xirab hatiye. Çalakvanên mafên mirovan, daxwaza lêpirsîna serbixwe kirin.

Navenda Nûçeyan - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku zaroka keç a 15 salî ya ji mezheba Elewî ya li yek ji gundên gundewarên Mesiyafê dijî, rastî destdirêjiyê hatiye.

Ev bûyer, xetera binpêkirinên li dijî zarokan û keçên temen biçûk derdixe pêş. Her wiha pêwîstiya aşkerakirina rastiyê û hesabpirsîna ji kesên berpirsyar nîşan dide. Agahiyên heyî, destnîşan dikin dibe ku karmendekî girêdayî saziya Ewlekariya Giştî ya ji herêma Helfaya bi hevkariya hinek kesên herêmî re bi armanca berjewendiyên madî mirovan dikin xefikê, di vê bûyerê de jî cihgirtine.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, zaroka keç rastî îşkence û muameleya pir xirab hatiye û piştre li nêzî çatiraxa gundê El-Xumeyrî ya li gundewarên Mesiyafê, di rewşeke pir giran a tenduristî û derûnî de hatiye dîtin.

Hate ragihandin ku piştî êrîşa li dijî zaroka keç a li Mesiyafê, malbata wê û niştecihên gund rastî gefan hatine û hinek kes jî hatine binçavkirin. Çalakvanên mafên mirovan jî ji bo zelalkirina bûyerê û hesabdayîna berpirsyaran banga lêkolîneke serbixwe û zelal kirin.

Ev bûyera hat jiyîn, dosyeya Rawan Mahfûz careke din tîne bîra mirovan. Di sala 2025’an de jina ciwan a Elewî, li gundewarên Hema rastî êrîşê hatibû û kiryarên bûyerê hê jî hatine cezakirin.

Banga parastina zarokan

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, tekez kir ku sûcên zayendî yên li dijî zarokan nayên veşartin û divê kesên sûcdar bên cezakirin. Çavdêriyê, bang kir ku hemû mexdûr, bêyî cudahiya nasnameya wan a olî an mezhebî, bên parastin û edalet ji bo her kesî bê peydakirin.

Daxwaza lêpirsînek serbixwe

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, di dawiya daxuyaniya xwe de derbarê bûyera Mesiyafê de banga lêpirsînek serbixwe û zelal kir. SOHR’ê xwest ku hemû kesên beşdarî êrîşê bûne, sûc veşartine û berpirsyarê gef û tirsandinê ne, bên darizandin.