SKB: Emê 8’ê Adarê li qadan bin
SKB diyar kir ku dê li hemberî şideta mêr û bêdadiya dewletê ji bo ji kuştinên jinan re bêjin bese 8’ê Adarê bi girevê pêşewazî bikin.
Navenda Nûçeyan - Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB), derbarê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û dest nîşan kir ku şertên pandemiyê û qeyrana aboriyê, mêtina keda jinan zêdetir kiriye û wiha domand: “Me têkoşîna azadiyê ya jinan û piştevaniya jinan a enternasyonal mezintir kir. Niha jî bi kerb kolanan tejî dikin û dibêjin em edaleta jinê ne. Em li dijî tundî, îstîsmar û zayend perestiyê xwe diparêzin û bêdeng namînin. Li dijî cînayetên jinan, ne ji bo edaleta zilam ji bo edaleta rastî, ji bo ji tundiya zilam û dewletê re bêjin bes, em ê di 8’ê Adarê de li kolanan bin. Em hemû jinan û LGBTÎQ+’yan vedixwînin grevê. Em ê 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî bikin.”