Siyaseta tepisandinê bi girtin û gefên darvekirinê didome

Komara Îslamî ya Îranê, ji bo bêdengkirina nerazîbûnan, sîstema zextê û çewisandinê li welat berfirehtir kiriye. Li girtîgehan, bi taybetî li girtîgeha Evînê, şert û mercên xirab îşkence û gefên darvekirinê gihîştin asteke krîtîk.

Navenda Nûçeyan – Tevî ku girtî û malbatên xwe rûbirûyî tundbûna ewlehî û darazî ya li girtîgehên Îranê tên. Pêleke nû ya girtin, zextên li ser jinên girtî, xwendekar, rojnamevan, malbatên daxwazkarên edaletê û welatiyên ku bertekan nîşan didin berdewam dike.

Raporên ku ji Tehran, Şîraz, Semîrom, Kerman, Dehdeşt, Kamyaran, Mehabad, Dîwandere, Pawe, Kirmaşan, Seqiz, Sine, Îsfahan, Kerec, Ahvaz, Bocnûrd, Gonabad, Buşehr, Borûcen, Hemedan û bajarên din hatine weşandin nîşan didin ku Komara Îslamî bi pêlên girtinên berfireh, nezelalkirina rewşa girtiyan, kefaletên giran, sirgûnkirinên wekî ceza, gefên darvekirinê, zext ji bo îtirafên bi zorê û bêparhiştina girtiyan ji mafên wan ên herî bingehîn, qada çewisandinê berfirehtir kiriye. Pêvajoyek ku li gorî baweriya çalakvanên mafên mirovan, di bin sîbera bêdengiya civaka navneteweyî de bi tundî berdewam dike.

Zextên li ser jinên girtî li girtîgeha Evînê bi surgun tundî û gefên darvekirinê didomin

Beşa jinan a girtîgeha Evînê di çar rojên borî de bûye yek ji navendên herî krîtîk ên girtîgehên Îranê. Veguhastina nêzî 60 girtiyên jin ji Girtîgeha Qerçaka Waramînê bo girtîgeha Evînê, bêyî peydakirina îmkanên pêwîst, bû sedema qelebalixiyeke zêde û nerazîbûna girtiyan. Li dû van nerazîbûnan, hêzên gardiyanan girtîgehê avêtin ser vê beşê û bi gef, tirsandin û tundiyê hewl dan nerazîbûnan bitepisînin. Li gorî raporan, fermanberan tewra gefa veqetandin û veguhestinê li girtiyên ku cezayê darvekirinê li ser wan heye jî kirine; ev yek fikarên li ser cîbicîkirina cezayên darvekirinê zêdetir dike. Di encama vê êrîşê de, Mesûme (Fereh) Nesacî, girtiya siyasî ya 64 salî ku ji nexweşiya dil, astim û pirsgirêkên giran ên tenduristiyê bi gazin e, rastî lêdan û îşkenceyê hatiye û ew veguhestin hucreya yekkesî.

Rapor nîşan didin ku berpirsên girtîgehê dermanên wê yên pêwîst jî nadinê ku ev yek jiyana wê dixe ber metrsiyeke mezin de.

Her wiha  yek ji jinên girtî yên serhildanên 2026'an ji girtîgeha Qerçakê, wêneyekî dilsoj ji kêmbûna ava vexwarinê, xwarina xirab, nebûna derfetên tenduristiyê, tevgerên biçûkxistinê, razana li ser erdê, bêparbûna ji xizmetên bijîşkî û lêgerînên rûreş nîşan dide; şert û mercên ku ji aliyê saziyên mafên mirovan ve wekî tevgerên nemirovî li dijî girtiyan tên binavkirin.

Jinên girtî: Ji metirsiya mirinê heta nediyariya darazî

Werîşe Muradî, girtiya siyasî ya Kurd ku ragihand dadgehê nas nake, red kir û beşdarî rûniştina dadgehê bibe û di encamê de rûniştina dadgehê pêk nehat. Tevî ku cezayê wê yê darvekirinê di Dîwana Bilind a Welat de hat betalkirin jî fikarên li ser pêvajoya dadgehkirina wê ya nû hê jî berdewam dikin.

Şekîla Qasimî, welatiya Behayî, piştî derbasbûna nêzî 160 rojan hê jî bêyî dadgehkirin û bêyî derfeta serbestberdana bi kefalet, di girtîgeha Kermanê de di rewşeke ne zelal de tê girtin.

Sumeye Axayarî, welatiya ji bajarê Semîromê, zêdetirî du meh in ku bêyî ragihandina fermî ya tohmetê û bêyî agahdarkirina zelal li ser pêvajoya dozê di girtîgehê de ye. Rapor nîşan didin ku hêzên ewlehiyê di dema girtina wê de, avêtine ser mala wê û dest danîne ser beşek ji kelûpelên kesane û pereyên malbatê.

Mihrgan Namawer, helbestvana ji bajarê Dehdeştê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin û malbata wê hê jî cihê girtin û rewşa wê nizane.

Humeyra Şerîfî, yek ji girtiyên serhildana 2026'an, piştî li Girtîgeha Evînê hewl da xwe bikuje, bo nexweşxaneyê hat veguhastin. Çavkaniyên mafên mirovan dibêjin ku wê heta niha çend caran li girtîgehê hewl daye xwe bikuje lê tu çareseriyeke bi bandor ji bo rewşa wê ya derûnî û dermankirinê nehatiye kirin.

Mandana Sutodeh û Mehsa Sutodeh, du xwişkên Behayî yên niştecihên Şîrazê ne, piştî nêzî sê mehan ji girtinê, tenê bi danîna kefaleteke pir giran ên 3 milyar tumenî ji bo her kesê, bi awayekî demkî hatin berdan; ev jî mînakeke din a bikaranîna kefaleta giran e ku wekî amûreke zextê ji aliyê dezgeha darazî ve tê bikaranîn.

Meryem Celal Husênî ji Girtîgeha Keçûyî ya Kerecê bi destûra demkî hat berdan. Amîne Qasîmzade jî ligel zaroka xwe piştî dayîna kefaleta 3 milyar tumenî hat berdan.

Kejal Rehmanî ligel du endamên malbata xwe li Kamyaranê hîn jî girtî ne. Rapor behsa bêparbûna wan ji mafên bingehîn û zextên ji bo îtirafên bi zorê  de ne; mijarek ku fikarên li ser zêdebûna zextê li ser malbatên daxwazkarên edaletê li Kurdistanê tundtir kiriye.

Xwendekar: Berdewamiya siyaseta dûrxistin û bêparkirinê

Çewisandina li zanîngehan hê jî berdewam dike. Rapor nîşan didin ku nêzî 100 xwendekarên Zanîngeha El-zehra piştî xwepêşandanên mehên Sibat-Adarê bi qedexeya ketina zanîngehê, biryarên bêparkirina ji xwendinê, telefonên gefxwarinê û derxistina ji razangehan re rûbirû mane.

Hevdem di zanîngehên Sanatî Şerîf, Emîrkebîr, Tehran û Elm û Senatê de jî pêleke nû ya vekirina dosyayan, rawestandina xwendinê, gazîkirin û derxistina xwendekaran hatiye belgekirin; pêvajoyek ku çalakvanên zanîngehê wekî beşek ji siyaseta sîstematîk a hikûmetê ji bo bêdengkirina dengê zanîngehan dibînin.

Rojnamevan û çalakvanên çandî di bin gefa dosyayên ewlehiyê de ne

Hevdem ligel tundkirina zextên li ser medyayê, Dadgeha Çapemeniyê rojnameya "Etemad" û rêveberên berpirs ên medyayên "Dîdeban- Îran" û "Agah-Şo" sûcdar dît. Her wiha lîstikvan Elnaz Şakerdost jî bi wergirtina nameya gazîkirinê, bo Dadgeha Şoreş a Tehranê hat gazîkirin.

Di heman demê de, Serdozgerê Giştî yê Welat ragihand ku ji bo 300 welatiyan bi tohmeta ku pêwendiya wan bi medyayên derveyî welat re îddianame hatiye amadekirin; pêngavek ku fikarên li ser zêdebûna zextê li ser rojnamevan, çalakvanên medyayê û nûçegihanên welat zêdetir dike.

Li bajarên cuda pêlên girtinên berfireh

Di berdewamiya pêla girtinan de, çalakvaneke çandê li Mehabadê, welatiyek li Dîwandereyê, welatiyek li Acîn a ser bi Esedabadê, du welatî li Paweyê, welatiyek li Tehranê û çend welatiyên din li herêmên cuda yên welat ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û ew veguhestine cihên nediyar.

Rapor nîşan didin ku piraniya van girtinan bêyî pêşkêşkirina biryara dadgehê hatine kirin û agahiya malbatan wan ji cihê girtina xizmên xwe nîn in.

Girtîgeh greva birçîbûnê gefên darvekirinê şert û mercên nemirovî

Li Girtîgeha Qizilhezar a Kerecê, veguhestina şeş girtiyên ku cezayê darvekirinê li ser wan hatibû birîn bo hucreya yekkesî, pêleke mezin a fikarê li ser cîbicîkirina nêzîk a cezayê darvekirinê çêkiriye. Di bertekekê de li dijî vê pêngavê, bi sedan girtiyên beşa duduyan a vê girtîgehê xwarin red kirin û dest bi greva birçîbûnê kirin.

Hemwextî raporên li ser sazkirina alavên astengkirina sînyal û pêwendiyan di nava girtîgehê de hatine weşandin; pêngavek ku li gorî çavkaniyên agahdar, bi armanca rêgirtina li belavbûna agahiyan li ser rewşa girtiyan û nerazîbûnan tê kirin. Her wiha der barê Arîf Xoşkar, girtiyê siyasî yê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û avetine hucreya yekkesî hişyarî hatin kirin û hat diyarkirin ku dibe di rojên pêş de cezayê wê were pêkanîn.

Girtîgeha Borûcenê jî tevlî pêngava "Sêşemên Na ji darvekirinê re" bû hejmara girtîgehên ku beşdarî vê tevgera nerazîbûnê dibin gihîşt 58 girtîgehan.

Di girtîgehên Îranê de krîza mirovî

Raporên nû ku ji girtîgeha Şîban a Ahvazê, girtîgeha Navendî ya Kerecê û girtîgeha Feşafûyeyê nîşan didin ku pirsigirêkên jiyanî, kêmbûna avê, germahiya zêde, qelebalixî, kalîteya kêm a xwarinê, lawaziya xizmetên tenduristiyê û nediyariya rewşa bi sedan girtiyan tundtir bûye. Li girtîgeha Destgird a Îsfahanê jî girtiyek piştî daxwaza dermanan ji aliyê gardiyanan ve bi awayekî hovane rastî lêdanê hat û wê avêtin hucreya yekkesî. Her wiha di yek ji dosyeyên serhildanan de, welatiyekî xelkê Bocnûrdê bi 3 sal cezayê girtîgehê yê taloqkirî, 74 bi qamçiyan û cezayê darayî hat mehkûmkirin.

Desteserkirina mal û milk û zexta aborî li ser malbatan

Gelek rapor nîşan didin ku di dema girtinan de, hêzên ewlehiyê dest danîne ser telefonên destan, amûrên elektronîk, pere û kelûpelên din ên kesane yên welatiyan. Çalakvanên mafên mirovan hişyarî didin ku ev pêvajo, ligel kefaletên bi çend milyar tumenî, zexteke giran a aborî dixe ser malbatên girtiyan û bûye amûrek ji bo zêdekirina lêçûnên nerazîbûn û çalakiyên sivîl.

Çewisandina ku bi bêdengiya cîhanî berdewam dike

Ev hemû bûyer nîşan didin ku Komara Îslamê hevdem girtin, cezayên girtîgehê yên demdirêj, nezelalkirina rewşa girtiyan, îtirafên bi zorê, surgun, gefên darvekirinê, kefaletên giran, desteserkirina mal û milkan û zexta li ser jin, xwendekar, rojnamevan û malbatên daxwazkarên edaletê wekî amûrên temamker ên tepisandinê bi kar tîne.

Çalakvanên mafên mirovan hişyarî didin ku berdewamiya bêdengî û berteka sînordar a civaka navneteweyî, rê ji bo berfirehkirina siyaseta çewisandinê vedike û lêçûna binpêkirina mafên mirovan li Îranê ji bo rejîmê kêmtir dike.