"Siyaseta PDK'ê çewt e divê li xwe vegere"

Dayikên ji Kobanê der barê çalakiya dayikên ku daxwaza hestiyên zarokên xwe dikin de wiha dibêjin: "PDK jî wek dewleta tirk hemû zagonan binpê dike û li gorî berjiwendiyên Kurdan tevnagera divê hesab ji PDK'e û hevkarên wî bê xwestin."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Di meha Tebaxê de, li herêma Xelîfan a Başûrê Kurdistanê, di kemîneke plankirî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)'e de 5 ciwanên Kurd ên parêzvaniya axa xwe dikirin hatin hedefgirtin. Li gorî agahiyên yek ji koma 7 kesî sax filitî û xwe gihand hevalên xwe Hakî Zîlan, hevalekî wan bi birîndarî ketiye destên ên kemîn danibûn pêşiya wan û 5 hevalên wan ên dinê jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane. Bi daxwaza girtina cenazeyên zarokên xwe û şermezarkirina kiryarên PDK’ê yên ji ku bi salan e xizmeta dijmin dikin, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cezîrê li ber Deriyê Sêmalka yê di nevbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê de çalakiya konvedanê li dar xist. Ji 5'ê Cotmehê ve, şêniyên herêma Cizîrê  bi daxwaza radestkirina cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku li herêma Xelîfanê di kemîna çekdarên PDK'ê de şehîd bûn, li deriyê Sêmalkayê di nava çalakiyan de ne.
Têkildarî mijarê dayikên ji Kobanê helwest û nêrînên xwe li hemberî siyaseta PDK'ê  nîşan dan û ji ajansa me re axivîn.
"PDK bûye hevkarê Erdoganê xwînxar"
Gul Ezîz a 50'e salî dayika ji navçeya Qinê ya Rojavayê Kobanê, di nava axaftina xwe de bal kişand ser nêzikatiyên PDK'ê yên li beramberî şehîdan û wiha got: "Çima PDK destek dide dewleta tirk, ma li pêşiya xwe mêze nake ku roj bi roj bi dehan zarokên me tên qetilkirin. Îro PDK hevkarî dike wê sibê jî dor bê wî, çawa îro em tên kuştin sibê jî wê dor wer ser wî. Ev kiryarên ku niha li ser Kurdan tên kirin têrê nakin, Kurd jî li hemberî hev şer dikin! Li şûna ku em yektiyê ava bikin û bi hev re li hemberî dewleta tirk şerê xwe xurt bikin, em dibin dijminên hev. Roj bi roj tevgera dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêdetir dibe, ev jî bi alîkariya PDK'ê ye ger PDK rê li pêşiya Erdogan veneke tu carî hêzên dewleta tirk nikarin êrîşî Başurê Kurdistanê bikin. Bi dehan baregehên xwe yên leşgerî ava kirin, bi sedan mîtên xwe di hundirê Başurê Kurdistanê de bi cih kirine, ev hemû plan in li hemberî me û amadekarî ne, ji bo vê jî ev siyaseta ku tê kirin, ne li gorî berjewendiyên Kurdan, li dijî me tên kirin, dewlet Kurdan bi Kurdan dide qetilkirin. Ji mafên dayikan e ku cenazeyên zarokên xwe bibin û li xaka xwe oxir bikin, ma nebes e ji wan re ku zarokên me qetil dikin niha jî hestiyên wan nadin, ev çi bêexlaqî û bêwijdanî ye."
"PDK û dewleta tirk wekî hev in"
Her wiha Emîne Lalo ji gundê Dongiz ê Başurê Kobanê ye, da zanîn ku PDK ji dewleta tirk xerabtir e û hê jî qirêjiya xwe didomîne û wiha pêde çû: "Dewleta tirk em dizanin ku dijminê me yê bi salan e, em dizanin çawa xwe jê biparêzin û li hemberî wî parastina xwe bikin. Lê hevkariya PDK'ê bi dewleta tirk re ev bi xwe dijminatiya herî qirêj e. Şervanên me li serê çiyayan şer dikin ji bo parastina axa xwe, bi kîmyabaranê tên şehîdxistin. Ji aliyek ve xwe ji dewleta tirk diparêzin û ji aliyê din ve xwe ji PDK'ê diparêzin. Ji ber ku herdu bi hev re ne divê em jî li gorî wê xwe amade bikin, da ku em di xefikan de nemînin. Ev çend kemînên PDK'ê li ser şervan û parêzvanên me çêdibin. Ma ev ne şêwazê dijmin e, çi dewleta tirk be çi PDK'e be? Ne radestkirina cenazeyên me dide diyarkirin ku ji cenazeyên şehîdên me ditirsin. Mesûd Berzanî ji bo vê rewşê çi dibêje gelo li hemberî şehîdan rêz nagre? Ev çi rêberî ye ku li ser xwîna şehîdan berjiwendiyên xwe yên takekesî bi kar tîne. Ji bo berjewendiyên tirkan tevdigere heya niha ji bo Kurdan çi kiriye. Me Şengal li ber çavên xwe dît ku çi bi xelkê Şengalê kirin, heya roja îroj jî gelê Şengalê perîşan e, her roj bênavber balafirên dewleta tirk li ser wan digerin. Bes e êdî şerm e ji bo rûmeta Kurdayetiyê divê dest ji vê siyaseta xwe ya ne rast berdin."