Sînor Kerîm: Zîhniyeta baviksalarî nahêle jin li Iraqê bibin serokkomar

Rojnamevan Sînor Kerîm diyar kir ku ji ber serweriya zîhniyeta baviksalarî li ser civaka Iraqê, jin nikarin bigihêjin asta serokatiya Iraqê. Di nav dezgehên siyasî de nabin xwedî biryar.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Beşdarbûna jinan di qada siyasî de mafekî bingehîn ê mirovan e û li her welatekî jî kevirê bingehîn ê demokrasiyê ye. Lêbelê, baviksalarî di hemî qadên siyasî, aborî, civakî û perwerdeyî de eşkere ye. Jin bi wê fikrê tên perwerdekirin û mezin kirin ku nikarin xebata siyasî bikin, an jî mêr ji bo wê xebatê hatine afirandin. Ev nebûna baweriyê di aliyê psîkolojîk ên jinan di warên cûrbecûr de nîşan dide, di heman demê de mêr di serokatiya hemû partiyên siyasî de serdest in, ji ber ku ew ji hişmendiya baviksalarî û otorîter a serdest a di civakê de bandor dibin. Polîtîka û bernameyên van partiyan li gorî vê hişmendiyê têne amadekirin û destnîşankirin.

Piştî ku pergala padîşah di sala 1958’an de bû pergala komarî, 12 mêran postê serokomariyê girtin: Mihemed Necîb El-Rabî, Ebdulselam Arêf, Ebdulrehman Bazaz, Ebdulrehman Arêf, Ehmed Hesen Bekir, Seddam Husên, Xazî Yawer, Celal Talabanî, Fuad Mesûm, Berhem Salih, Letîf Reşîd û Nîzar Amêdî bûn serokkmarê Iraqê û destûr nehat dayîn ku di nava 58 salên pergala serokatiyê de jineke bibe serokkomara Iraqê.

‘Jinên ku biryarên siyasî didin, ji bo civakê biryarên baş didin’

Rojnamevan Sînor Kerîm ji ajansa me re axivî û wiha got: “Jinên ku biryarên siyasî didin, ji bo civakê biryarên baş didin. Jin di hemû qadan de wek beşdarên çalak têne dîtin, ne tenê wek aktorên qebûlkirî. Di her tiştî de ji malbatê bigre heta cihên siyasî û civakî wek aktorên sereke tên dîtin. Her çend rola jinan di postên siyasî de li Herêma Kurdistanê sînordar be jî, dema ku ew rolekê digirin, biryarên wan ji bo welatiyan bi sûde û ji biryarên mêran serketîtir in. Gelek jin hene ku di asta biryardana siyasî de ne.”

‘Zîhniyeta bavikisalar rê li ber berşdarbûna jinan a biryardanê de digre’

Sînor Kerîm di dewama axaftina xwe bal kişand ser bandora zîhniyeta baviksalar û wiha dom kir: “Jin di cihên bilind de ne, lê biryar ji hêla mêran ve têne girtin û serdestiya wan nîşan dide. Me dît ku desthilatdariya navendî ya biryardayînê li Herêma Kurdistanê dema jinek diçe asta biryardayînê divê li gorî berjewendiyên partiya xwe tevbigre. Dema jin li gorî berjewendiyê jinan biçin biryarên baştir didin û karên baş dikin. Ji ber vê yekê, civaka baviksalar û hişmendiya serdest di nav partiyên siyasî de rê li ber beşdarbûna jinan di biryardanê de digire.

Civaka baviksalar biryarên jinan napejirîne’

Sînor Kerîm tekez kir ku jin ji ber nêrînên xwe nayên pejrandin û wiha vgot: “Dema ku jinek li ser medyaya civakî li ser mijarek an biryarekê diaxive, rastî rexneyên civakê tê. Ya rast, civak bi xwe biryarên jinan qebûl nake. Ev zîhniyet şoreşek rewşenbîrî ya radîkal di civakê de hewce dike. Jin bi xwe vê rewşê qebûl dikin ji ber ku ew fêm dikin ku civaka wan hebûna jinan û hêza wan wekî jin nas nake. Ji ber vê yekê, ew serî li partiyek siyasî didin ku rolek dide wan. Ji ber vê yekê ye ku di navendên siyasî de jin di pozîsyonên biryardanê de nînin.”

Bi guhartina zîhniyetê re jin dikarin bibin xwedî statû’

Sînor Kerîm destnîşan kir ku di dîroka Iraqê de heta niha tu jinek nebûye serokkomar û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Di dîroka Iraqê de tu jinekê peywira serokatiyê negirtiye. Her wiha, tu jinek nikare bibe rêbera eşîrek olî. Qebûlkirina jinekê wek serok dê bibe sedema karesateke mezin. Ev ji bo jinan ne hêsan e û ne tenê biryarek siyasî ye. Di heman demê de, biryareke rewşenbîrî, dîrokî û perwerdeyî jî hewce dike. Guhertinên di fikir û zîhniyeta kesan de dikarin vê biryarê biguherîn in.”