Sînemavan Haniye Tavaslî ji Festîvala Fîlman a Fecrê vekişiya

Lîstikvana sînemayê Haniye Tavaslî diyar kir ku piştgirî dide serhildana gel û ragihand ku ji Festîvala Fîlman a Fecrê ku her sal li Tahranê tê lidarxistin boykot kiriye.

Navenda Nûçeyan- Festîvala Fîlman a Fecrê ku ji sala 1982’an ve li Tahrana paytexta Îranê tê lidarxistin, îsal ji aliyê gelek sînemageran ve tê boykotkirin. Lîstikvana Sînema û Televizyonê Haniye Tavaslî bi parvekirinek xwe ya li ser hesabê xwe yê Instagramê ya platforma medyaya dîjîtal ragihand ku festîvalê boykot dike.

Haniye Tavaslî filma "Tu çima nagirî?" ya beşdarî festîvalê bû bi bîr xist û bi van gotinan ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir: "Ez di van çend mehên dawî de tevî navê fîlmê jî, gelekî giriyam û hêza min a derûnî ya ku tevlî festîvalê bibim nîn e.”

Hunermend ragihand ku ew piştgirî dide serhildanên ji 16’ê Îlonê û vir ve didome, her wiha diyar kir ku ne biryara wê ye ku fîlm beşdarî festîvalê bibe û ji şîrketa fîlmê re banga boykotkirinê kir.