Silêmanî penageha herî pêbawer a Xirîstiyanan e
Bêîstîqrariya siyasî û rewşa bi aloz a Iraqê, bandorê li ser nifûsa Xirîstiyanên li herêmê dijîn jî dike. Bajarê Silêmanî yê Herêma Federal a Kurdistanê cihekî bi ewle û yek ji bajarên herî qedîm e ji bo gelên ku pêgirî baweriya Xirîstiyaniyê ne.

BÊRÎVAN KEMAL
Silêmanî – Erdnîgariya Mezopotamyayê, ji bo komên ji baweriyên cuda û gelan, cihê jiyana hevpar e. Her çiqas jiyana li ser prensîbên wekhevî û aştiyê; bi şer û pevçûn, dabeşî û iyê hatibe xirakirin û lawazkirin jî; ev der dîsa mîna şaneya koka vê dergûşa qedîm a mirovahiyê ye. Erdnîgariyên ku têgihîştin û exlaqê jiyana hevpar li wan tê parastin, hê jî penageha herî pêbawer in. Yek ji van penagehan jî Kurdistan e. Gelên Ermenî, Suryanî û Keldanî di nava nirxên herî dewlemend ên erdnîgariya Kurdistanê de cih digrin û wek ên herî bi qîmet tên dîtin. Bajarê Silêmanî yê Herêma Federal a Kurdistanê hê jî yek ji bajarên dîrokî ye ku civakên Xirîstiyan dikarin îbadetên xwe lê bikin û jiyana xwe berdewam bikin.
Silêmanî warê Keldanî û Suryaniyan e
Li bajarê Silêmaniyê ku di sala 1784’an de weke bajar hatiye avakirin, ji bilî Kurdan, gelên Keldanî û Suryanî jî lê dijîn. Çêkirina dêrên ku ev gel lê îbadet dikin jî bi vê dîrokê re rast tê. Dêra herî kevn a li Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê hê jî bi navê Deriyê Bazyan tê zanîn û bi navê dêra Bazyan hatiye çêkirin. Bermahiyên Dêra Bazyan li Muzexaneya Arkeolojiyê ya Silêmaniyê tên parastin.
Silêmanî ji bo Xirîstiyanan jî bajarekî pêbawer e
Heta sala 2003’an jî hejmara malbatên Xirîstiyan ên ku di nava sînorên bajarê Silêmaniyê de diman 100 bû. Lê kes û malbatên ji baweriya Xirîstiyan ên ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê yên bi giştî li ser Iraqê li navçeyên din aramiyê hîs nedikirin, berê xwe dan bajarê Silêmaniyê. Ji sala 2014’an, heta 2017’an hejmara malbatên Xirîstiyan ên li bajêr heyî gihîşt 680’î. Lê belê, piştî ku DAIŞ ji herêmê hat paqijkirin û qelskirin, piştî sala 2017’an, malbatên ku ji baweriya Xirîstiyanan in, dest bi vegerîna cihên xwe yên berê kirin.
Li bajêr sê dêr hene
Li Silêmaniyê sê dêrên ku dîroka wan a çêkirinê ji hev cuda ye hene. Dêra Meryem Azra dêra herî kevn e ku li taxa Sabunkeran a Silêmaniyê di sala 1862’an de hatiye çêkirin û yek ji îbadetxaneya girîng a Xirîstiyanên ku hê li Silêmaniyê dijîn e. Dêra Meryem Yûsif ku di sala 2003'an de hatiye çêkirin û dêrên ku di sala 2006'an de li taxa Çarçira hatine çêkirin, ji bo civakên Xirîstiyan ên bajêr di nava navendên baweriyê yên girîng de cih digrin.
Li seranserê Iraqê 4 milyon Xirîstiyan dijîn
Li seranserê Iraqê 4 milyon civatên ku pêgirî baweriya Xirîstiyanî ne dijîn. Li gorî daneyên ku di sala 2016’an de hatin weşandin, hejmara Xirîstiyanên di nava sînorên Herêma Federal a Kurdistanê de dijiyan 200 hezar bû, tê texmînkirin ku ev hejmar îro gihîştiye 300 hezarî.
Rewşa nakokî ya li Iraqê bandorê li ser nifûsa Mesîhî jî kir
Di dirêjahiya dîrokê de Iraq bûye erdnîgariya ku cihê nakokiyên siyasî tên jiyîn. Li vî welatê ku hê jî îstîqrar lê pêk nehatiye, ji ber pevçûnên leşkerî mirov jiyana xwe ji dest didin û koçber dibin. Ev atmosfera bi nakokî ya li Iraqê herî zêde bandorê li ser kêmarên olî û hebûna pêkhateyên cuda yên etnîkî yên li herêmê kiriye. Siyaseta zordar û dîktatorî ya rejîma Baasê, wek gelên din zexteke mezin li ser gelên ku pêgirî baweriya Xirîstiyaniyê ne kir û neçar man ku welatê xwe biterikînin. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê û berdewamiya nakokî û aloziyên navxweyî jî rê li ber kêmbûna nifûsa Xirîstiyan ên li seranserê herêmê vekir.