Sidika Suleymanoglû ya 83 salî hate binçavkirin
Li Amedê di serdegirtina malan de Sîdîka Suleymanoglû ya 83 salî hate binçavkirin.

Navenda Nûçeyan - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Çanakkaleyê de îro di saetên sibehê de li Amedê bi ser malan de hate girtin.
Di encama serdegirtina malan a li navçeya Rezan û Peyas a Amedê de Sidika Suleymanoglû ya 83 salî û bûka wê Netîce Suleymanoglû ya 53 salî hatin binçavkirin. Hat hînbûn kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Sûrê.