Shanî Louk a ku laşe wê hat teşhîrkirin ji bo çalakiya aşitiyê li wir bû

Hat diyarkirin ku jina ku ji aliyê Hamasê ve dîl hatiye girtin û laşê wê yê tazî hate teşhîrkirin Shani Louk a 30 salî ye. Hat hînbûn ku Shanî Louk ji bo mîhrîcana muzîkê ya ji bo aştiyê hat lidarxistin li Kibbutz Urimê bû.

Navenda Nûçeyan - Cenazeyê jineke nîvtazî ya ku piştî êrîşa "Tofana Aksayê" ya ku baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Kassam di 7ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê dabû destpêkirin hat qetilkirin, li pişt kamyoneke ji aliyê endamên Hamasê ve hat teşhîrkirin.

Hate hînbûn ku jina ku bedena wê hat teşhîrkirin Shanî Louk a 30 salî ye. Hat ragihandin ku Shani Louk hunermendê deqan ya ji Almanyayê ye ku ji bo beşdarî festîvala muzîkê ya der barê aştiyê bibe hatiye Îsraîlê. Pismamê Shanî Locuk, Tomasina Weintraub-Louk, di daxuyaniyekê de ji Mail Online re piştrast kir ku wêneyên ku li ser medyaya dîjîtal hatine parve kirin aîdî Shanî Louk in.

'Ji bo aştiyê beşdarî festîvala muzîkê bû'

Tomasina Weintraub-Louk, diyar kir ku malbatê Shanî Louk ji por û deqên wê nas kiriye û got: "Me tiştek nebihîstiye. Em hêvî dikin ku nûçeyên erênî bên. Bê guman ew Shanî ye. Ji bo aştiyê beşdarî festîvala muzîkê bû. Ev ji bo malbata me kabûsek e."

Dayik Ricarda: Keça min bi komeke geştiyaran re hat revandin

Kanala CNN International jî ragihand ku wan piştrast kiriye ku ew jin Shanî Louk e. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Shanî Louk hemwelatiyê dualî yê Elman-Îsraîlî ye. Di dîmena ku rojnameya Bild a Almanyayê weşandiye de, dayika Shanî Louk, Ricarda wiha got: "Îro serê sibê keça min Shanî Nicole Louk a welatiyê Almanyayê ye li başûrê Îsraîlê ji aliyê Hamasê ve bi komek geştiyaran re hat revandin. ji me re dîmenek hat şandin ku tê de tê dîtin ku bi awayekî bêhiş e û wesayît li derdora Şerîda Xezayê digere. Em ji we daxwaz dikin ku hûn her alîkarî û nûçeyê bidin me."

Jineke din a beşdarî festîvalê bû hat revandin

Di dema ku hate gotin ku festîvala muzîkê ku Shanî Louk beşdar bû yek ji xalên yekem bû ku ji hêla hêzên Hamasê ve hat êriş kirin, dîmena duyemîn ku li ser medyaya dîjîtal hate weşandin nîşan dide ku jinek li pişt motorsîkleta ku zilamek çekdar diajot diqîre dibêje "Min nekuje" Rojnameya The Mail di nûçeya xwe ya li ser vê mijarê de roja Yekşemê nivîsîbû ku ev jin xwendekara 25 salî ya bi navê Noa Argamani bû û beşdarî heman festîvalê bûbû.

Li aliyê din Hamasê îdia kir ku jina ku hatiye kuştin leşkerekî Îsraîlê ye.