Sezen Unlu ya ducanî bi zaroka wê ya 5 mehî ve qetilkir
Sezen Unlu ya ducanî bi zaroka xwe ya 5 mehî ve ji aliyê mêrê bi mehra mela pêre zewiciyî Anil Yolum yê 24 salî ve hat qetilkirin.
Îzmîr - Li taxa Guney a navçeya Konaka Îzmîrê Sezen Unlu ya 17 salî ku 5 mehbû ducani ye li kuçeyê ji aliyê mêrê bi navê Anli Yolum ê 24 salî ku bi mehra mela pêre zewicî bû ve bi derbên kêrê hat kuştin. Welatiyên derdorê agahî da tîmên tenduristiyê û polîsan, heta hatin kujer ji cihê bûyerê reviya. Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê mudaxileyî Sezen Unlu kirin û pişt re rakirin nexweşxaneyê. Sezen Unlu ya ducanî li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxileyan jî nehat rizgarkirin û tevî zaroka pêrebû jiyana xwe ji dest da.
Piştî lêkolîna dozgeriyê cenaze rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û kujer Anil Yolum ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û ew birin Miduriyeta Polîsan.