Sezen Aksu li Hatayê Emel Korkmaz ziyaret kir

Hunermend Sezen Aksu li Hatayê Emel Korkmaz a dayika Alî Îsmaîl Korkmaz ê di bûyerên Geziyê de hat qetilkirin ziyaret kir.

Navenda Nûçeyan-  Piştî erdhejên navenda Mereşê wêraniyeke mezin lê hat jiyîn. Hunermend Sezen Aksu ji bo mexdûrên erdhejê Hatayê ziyaret kir û bajarên kon geriya.  

Hunermend Sezen Aksu ya ku li Hatayê ye, Emel Korkmaz, dayika Alî Îsmaîl Korkmaz ê ku li Eskîşehîrê di berxwedana Parqa Gezî de hat qetilkirin jî ziyaret kir. Têkildarî serdanê birayê mezin Alî Îsmaîl Korkmaz, parêzer Gûrkan Korkmaz ji hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt parve kir:

Korkmaz behsa hevdîtinê kir û wiha got: "Çivîka biçûk, dilê mezin! Îro fersenda me çêbû ku em Sezen Aksu ya ku em bi stranên wê mezin bûn û evînê fersenda ji nêz ve nasbikin çêbû. 10 roj in li Antakyayê ye, îro hat serdana me. Me dilpakiya wê dît, em bûn şahidê dilnizmiya  wê. "Xwişka me Sezen" em bi hev re keniyan û giriyan..."

Avahiya ALIKEVê jî zirareke mezin dîtiye

Weqfa Alî Îsmaîl Korkmaz (ALÎKEV) ku li ser navê Alî Îsmaîl Korkmaz li Hatay Antakyayê hat avakirin jî yek ji wan avahiyan e ku zirareke mezin dîtiye. Seroka ALIKEV Emel Korkmaz piştî erdhejê daxuyanî da û der barê avahiya weqfê de got, "Ji avahiya weqfê tiştek nema. Hemû tişt û keda me vala çû. Lê em ê rabin ser piyan. Ger 10 sal jî bidome, em ê vî bajarî rakin ser piyan.."