Seywan Rûstem: Gotin û peyamên Nagîhan bû hêz

Çalakvan û Endama Sekreterya Yekîtiya Jinên Kurdistanê Seywan Rûstem a Nagîhan Akarsel bibîr anî bi gotina “Gotin û peyamên Nagîhan bû hêz” anî ziman ku ewê li ser fikrên wê xebatên xwe bidomînin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Endama Akademiya Jineolojiyê û endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmaniyê yê herêma Kurdistanê li ber deriyê mala xwe rastî êrîşeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Nagîhan Akarsel ku mîrateya têkoşînek mezin li pey xwe hişt li gelek cihan hat bibîr anîn. Çalakvan û Endama Sekreterya Yekitiya Jinên Kurdistanê Seywan Rûstem a bi boneya yekemîn salvegera Nagîhan Akarsel axivî anî ziman ku ew ê li ser fikra Nagîhan Akarsel xebatên xwe bidomînin.

Seywan Rûstem ku di destpêka axaftina xwe de di şexsê haval Nagîhan de hemû pêşengên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bîr anî wiha got, “Qetilkirina kesek çalakvana jinan xwedî fikir ji bo jinên çalakvan windahiyek mezin e. Ew têkoşîna ku Nagîhan Akasel dikir, têkoşîna ji bo pêşxistina civakê û hişyarkirina jinên Kurd bû. Ji dîrokê ve jinên têkoşer rastî êrîşan tên û tên qetilkirin. Lê belê hertim jinan têkoşîna xwe berdewam kiriye.”

‘Nagîhan Akarsel giringiyek zêde dida navendek ya arşîva jinan’

Seywan Rûstem bal kişand ser xebatên ku Nagîhan Akarsel dida meşandin û wiha berdewam kir: “Tu caran ji xwebatkirinê ne westa. Hertim têkoşîna xwe berdewam dikir da ku jin dakevin qada kar û xebatê bikin. Ji ber vê yekê jî navenda arşiv, lêkolîn û pirtukxaneya jina Kurd damezrand û zêdetir bi vê rêyê dixwest deriyê xebata jinê veke.”

Seywan Rûstem a got “Nagîhan Akarsel giringiyek zêde dida vê navendê ku xebat û hewla jin winda nebe” axaftinên xwe wiha domand: “Xebatên jinê dî dîrokê de û ew rola ku di civakê de hebû heta niha bi awayek baş nehatiye nivîsîn. Ji ber wê armanca navendê ew bû ku dîroka jinê bibîne û tomar bike. Ev fikre jinên ji beşên cûda ên Kurdistanê bê cûdahiya dîn, fikir û bawerî kom dikir û arşîva wê diparêzin. Hêviya Nagîhan Akarsel dîtina vekirina vê navendê bû. Lê belê bi destê terorê rê neda vê hêviyê. Piştî wê havalên Nagîhan ji bo vekirina vê navendê hewl dan xebat dan meşandin, nerawestan û navend vekirin.”

‘Gotin û peyamên Nagîhan bû hêz’

Seywan Rûstem got ku ew ê armanca Nagîhan Akarsel pêk bînin. Seywan Rûstem wiha got, “Armanca jinan heman e. Ew jî komkirina arşîva jinan û windanebûna xebatên jinan e. Ji ber wê pêşwazî li fikrê Nagîhan kiriye û em ê pêngavên Nagîhan Akarsel berdewam bikin. Piştî qetilkirina Nagîhan Akarsel dawî li rê û rêbazan nehatiye û em ê berdewam bikin heta em armanca wê bi cih binîn. Wê ruhê Nagîhan hertim di xebatê me de hebe. Gotin û peyamên Nagihan hertim di dil û hizrê kesên derdor de maye û bûye hêzek ku di armancên xwe de berdewam bin.”

‘Dê yekîtî jinan bigihîne armancê’

Seywan Rûstem bi gotina “Dê yekîtî jinan bigihîne armancê” bi vê peyamê bang li jinan kir: “Divê jin xebatên xwe bidomînin. Li her parçeyekê bi çanda xwe yekgirtî bin. Ji ber yekitiya jinan jinê digihîne armancê. Em hewl bidin bi xwe dîroka xwe binivîsin daku dîroka jinê winda nebe.”