Sevda Çelîk Ozbîngol: Divê tevlîbûna civakî û rola Ocalan bê misogerkirin
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya DEM’ê Sevda Çelîk Ozbîngol got ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê mekanîzmayên çavdêriyê bên xurtkirin, girtî werin berdan û statuya Abdullah Ocalan bi awayekî rast bê pênasekirin.
ELÎF AKGUL
Stenbol – Serdemeke nû d,i nîqaşên li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de li Tirkiyeyê di 1ê Cotmeha 2024’an de dest pê kir. Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî yê ku di vekirina sala nû ya qanûndanînê ya Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de çû ber rêzên parlamenterên Partiya DEM’ê û silav da wan, di 22’ê Cotmehê de bi banga wî ya ji rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoyê dest pê kir. Piştî ragihandina giştî ya "Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025’an de, PKKê di 12’ê Gulana 2025’an de ragihand ku kongreya xwe li dar xistiye û biryar daye ku avahiya xwe ya rêxistinî hilweşîne û têkoşîna xwe ya çekdarî bi dawî bike. Di 11’ê Tîrmeha 2025’an de merasîmek hat lidarxistin û komek komek endamên PKK’ê çekên xwe şewitandin.
Piştî van pêşketinan, Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê di 5’ê Tebaxa 2025’an de li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê dest bi xebata xwe kir. Komîsyonê di 18’ê Sibata 2026’an de rapora xwe bi 47 dengên erê, 2 dengên ne li dijî û 1 dengê bêalî qebûl kir. Di raporê de "asta krîtîk" wekî piştrastkirina ji hêla hêzên ewlehiyê yên dewletê ve ku çek hatine danîn û rêxistin hatiye hilweşandin, pênase kir. Çarçoveya qanûnî ya vê pêvajoyê bi Qanûna Hejmar 7595 a li ser Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî ku di 10’ê Tebaxa 2026’an de hat pejirandin û di 18’ê Tebaxê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin, hat danîn.
Sevda Çelîk Ozbîngol, Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya DEM, bingeha qanûnî ya pêvajoyê, rola komîsyonên ku di parlamentoyê de hatine damezrandin û helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya ku dikeve sala xwe ya duyemîn de nirxand.
Pêvajoya yasayî û gavên destpêkê
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku pêvajo di du salên borî de bi lez bi pêş ket û bi qanûna çarçoveyî ya ku di meclîsê de hat qebûlkirin, li ser bingeha qanûnî qonaxek girîng hat bidestxistin.
“Em di pêvajoyeke ku pêşketineke bilez û daxuyaniyên niyeta bi biryar hatine bidestxistin, herî dawî bi yasaya çaçoveyî ya ku di parlamentoyê de hatiye pejirandin, bi gaveke girîng pêvajoya aştiyê ya negatîf xist jiyanê. Biryara destpêkê ya danîna çekan, qanûna ku bi riya komîsyoneke di parlamentoyê de hatiye damezrandin û xebata piştre hatiye afirandin û lihevkirina civakî ya ji vê yekê derketiye. Bêguman pêvajoyek e ku kêmasiyên wê hene û hewce ye ku di qonaxên pêş de gav bi gav bi rêziknameyên yasayî were piştgirîkirin. Ev rêziknameyeke girîng e wekî xaleke destpêkê.”
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku di qonaxa pêş de, ji bilî avakirina komîteyan ji bo misogerkirina fonksiyona pêvajoyê divê mekanîzmayên şopandinê û beşdariya pêkhateyên civakî di pêvajoyê de werin nîqaşkirin. Sevda Çelîk Ozbîngol wiha domand:
"Avakirina komîteyan ji bo birêvebirina vê pêvajoyê pir girîng e. Li kêleka van komîteyan divê em li ser komîsyonên çavdêriyê û beşdariya pêkhateya civakî jî nîqaş bikin. Ji hêla qanûnî ve, biryarên der barê avakirina van komîsyonan de hene. Lê belê ji bo ku yasa were sepandin divê sînorek ku ji hêla Konseya Ewlekariya Neteweyî ve wekî nasname û piştrastkirin hat destnîşankirin were derbaskirin. Em bawer dikin ku ev astengî dê pir dirêj berdewam neke û divê pir dirêj berdewam neke.”
‘Aştî pirseke civakî ye’
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku ew di pêvajoyek amadekariyên hevbeş ên berdewam de ne û got: “Ev pêvajo bi xwezayî rêze amadekariyên hevbeş hewce dike di demeke ku ev amadekarî di rê de ne, pêşîn ew e ku meriv bixebite da ku lijne û komîsyonên ku dê vê pêvajoyê pêk bînin bi awayekî werin bicihkirin ku bikaribin vê pêvajoyê li ser bingehek rast birêve bibin û ew wekî komîsyonên fonksiyonel ên pêkhateya civakî jî di nav xwe de digrin, werin jiyanê.”
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku pêvajo tenê bi danîna çekan sînordar nîn e lê di heman demê de ji girtî û mehkûmên li girtîgehan bigre heya kesên ku li derveyî welat dijîn, ji vegera endamên PKK’ê bo jiyana siyasî bigre heya kesên ku ji ber tohmetên rêxistinî bûne kuştî, di gelek waran de rêziknameyên qanûnî jî hewce dike. Her wiha Sevda Çelîk dibêje: "Di vê pêvajoyê de, pir girîng e ku mîsyona birêz Ocalan wekî rêber di vê pêvajoyê de bi awayekî rast were destnîşankirin û bi cih kirin. Ev di gelek qonaxên cuda de tê nîqaşkirin û em bawer dikin ku di her rewşê de, ew ê bi bicihkirinek rast û pênasekirinek rast a statuya wî şikil bigre.
Her wiha komîsyona çavdêriyê ya ku dê li parlamentoyê were damezrandin bêguman pir girîng e. Rapora komîsyona yekem a ku li parlamentoyê hatiye damezrandin, demokratîkbûnê bi tevahî vedihewîne. Ev ne tenê danîna çekan vedihewîne. Ew tekez dike ku tevlibûna jiyana civakî û siyasî, berdana nêzî 4 hezar girtî û mehkûm û qonaxek ku bi hezaran kesan vedihewîne ku em nikarin hejmara wan a rast diyar bikin, ên ku di sirgûn an zindanê de ne, yan jî bi gefên darizandinê re rûbirû ne. Li kêleka vê, em bi rastiya şervanan re rûbirû ne ku dê çekên xwe deynin û beşdarî jiyana civakî û siyasî bibin.”
Pirsgirêkên girtîgehan û hemwelatîbûna wekhev
Sevda Çelîk Ozbîngol her wiha diyar kir ku divê kesên ku ji ber tohmetên rêxistinî, têkilî û girêdayîbûnê mexdûr bûne jî di çarçoveya yasayî ya pêvajoyê de werin nirxandin û ev nirxandin kir:
"Lê qanûn tenê bi vê yekê ve sînordar nîn e. Bi riya tohmetên rêxistinî û îdiayên girêdanê, qadeke girîng a zehmetiyên civakî jî afirandiye. Mînakî, beşeke girîng a civakê heye ku bi fermanan ji jiyana aborî hatiye dûrxistin û bi awayên cûrbecûr ji ber tohmet û îdiayên rêxistinî mexdûr bûye. Bi sepandina vê qanûnê û bi eşkereyî, bi avhewaya aştiyê ya ku dê ji hêla wê ve were afirandin, em behsa pêvajoyekê dikin ku rasterast bi sed hezaran kesan eleqedar dike û ev rasterast bandorê li hemî beşên civaka me dike. Ev ne tenê dê bibe sedema vegerandina hinek mafên ku hatine binpêkirin lê di heman demê de dê rasterast bandorê li hemî beşên civaka me jî bike.”
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku divê di nav aliyên yasayî yên pêvajoyê de pratîkên li girtîgehan jî werin çareserkirin û got ku pêdivî bi peymanek civakî ya li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev heye.
"Li seranserê Tirkiyeyê rastiyeke girtîgehan heye. Darvekirinên bi şewitandina înfazan hene. Em di warê bicihanîna cezayan de bi pîvanên dualî re rûbirû ne. Rastiya girtiyên nexweş yek ji mijarên girîng e. Dema ku em di jiyana civakî û siyasî de cih digrin, em bi pêwîstiya peymaneke civakî ya cidî re rûbirû ne ku li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, li ser keşûhewayek aştiyane ava bibe, hestên ku di pêvajoyek dîrokî ya 100 salî de li dijî hev hatine danîn sererast bike û pêşerojek aştiyane ava bike.”
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku komîsyona li parlamentoyê divê ne tenê wekî avahiyek ku pêvajoya heyî dişopîne lê di heman demê de wekî qadeke xebatê ya ku pirsgirêkan destnîşan dike û pêşniyarên ji bo rêziknameyên qanûnî yên paşîn pêş dixe jî tevbigere û got: "Ji ber vê yekê, qada çavdêriyê dê qadeke xebatê û sernavek girîng be ku berpirsyariyek mezin di destnîşankirina nexşeriya pêşerojê de digre, hem di destnîşankirina pirsgirêkan de û hem jî di nav de pêşniyarên cidî yên der barê rêziknameyên qanûnî de, li ser bingeha avakirina paşerojek aştiyane û demokratîk. Em bawer dikin ku ew qadeke xebatê ya pir girîng e.”
Nûnertiya jinan û beşdariya civakî
Sevda Çelîk Ozbîngol, diyar kir ku girîng e ku hemû partiyên siyasî di Komîsyona Meclisê de werin temsîlkirin, destnîşan kir ku divê komîsyonên jêrîn li gorî temsîliyeta jinan û pêdiviyan werin avakirin û nirxandinên jêrîn kir:
"Pir hêja û pir girîng e ku hemû partiyên siyasî li wir werin temsîlkirin. Bêguman, temsîla jinan li wir pir girîng e. Piştî vê yekê, pir girîng e ku komîsyon bikaribe komîteyên xwe yên jêr-xebatê li gorî pirsgirêk û pêdiviyên ku derdikevin ji nû ve ava bike. Dibe ku pêdivî be rêzek lêkolînên bi taybetî yên ku li ser çareseriyên pirsgirêkên herêmî derdikevin werin kirin. Her wiha pêdivî heye civaka sivîl jî tê de cih bigre. Pêdivî heye parêzer û akademîsyen rasterast tevlî bibin. Her wiha pêdivî heye rêzek pêşniyarên civakî yên cuda der barê avakirina baweriyê di aştiyê de werin pêşkêşkirin.”
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku divê pêvajo tenê bi karê Komîsyona Parlamentoyê ve neyê hiştin û beşdariya civakî jî divê beşek ji pêvajoyê be. Sevda Çelîk ji bo vê yekê dibêje ku: “Em vê yekê li ser bingeha wê rastiyê dibêjin ku aştî pirsek civakî ye û mijara têkoşîna civakî ye. Divê her kes xwe wekî beşek ji têkoşîna sereke ya ji bo aştiyê bihesibîne û hewl bide ku di vê pêvajoyê de beşdar bibe.”
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku divê komîsyon li ser pirsgirêkên qanûnî yên heyî jî bixebite û xwest ku biryarên DMME, pratîkên li dijî rayedarên hilbijartî û deverên cuda yên gilî û gazindan werin çareserkirin.
"Lê belê di her rewşê de, ji nû de avakirina civakî hemwelatîbûna wekhev, rêziknameya demokratîk û pêdiviyên yasayî bi xwe re tîne. Em dixwazin bibînin ku çareserî ji bo kêmasiyên yasayî yên heyî werin pêşxistin, tewre bêyî ku hewcedariya rêziknameyên nû hebe. Em dixwazin ku çareseriyên cidî der barê tayînkirina mufetîşan de ku yek ji girîngtirîn pratîkên neqanûnî yên li dijî îradeya hilbijartî ye û pêşniyarên têkildarî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê werin pêşxistin.”
Rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku ew qonaxa niha wekî destpêka pêvajoyê dibînin û divê xebat bêyî derengmayînê berdewam bike û got: "Ji ber vê yekê, ez dikarim bibêjim ku pêvajo bi rastî nû dest kiriye. Berpirsiyariyên mezin li ser komîsyonan hene lê bêyî ku em wê dirêj bikin an jî pir dirêj bikin; nemaze dema ku em rewşa siyasî ya welatê me, herêma me, Rojhilata Navîn û cîhanê li ber çavan digrin divê em bi baweriya ku em dikarin aştiya xwe ava bikin û bi zanîna ku divê em hewldanek taybetî bidin da ku aştiya xwe bêyî derengmayînê ava bikin, nêzî vê pêvajoyê bibin.”
Sevda Çelîk Ozbîngol, der barê rol û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoyê de got: “Birêz Ocalan cîbicîkarê rasterast û mîmarê herî girîng ê vê pêvajoyê ye" û wiha domand: "Li gorî vê rastiyê, em bawer dikin divê ev pêvajo bi awayekî rast were meşandin û statuya birêz Ocalan li ser bingehek rast vere destnîşankirin û divê ew wekî cîbicîkarê vê pêvajoyê were bicihkirin. Em di wê baweriyê de ne ku ev xalek bê înkarkirin e."
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku ji bo meşandina qonaxên paşîn ên pêvajoyê, destnîşankirina rast a rola Abdullah Ocalan pêwîst e û wiha domand: “Bêguman, xurtkirin û beşdarbûna vê pêvajoyê pir girîng e. Lê belê pêwîst e mîsyona birêz Ocalan ku ji niha û pê ve dikare jiyanê bide vê pêvajoyê, bi awayekî rast vere pênasekirin û nav lê vere kirin. Birêvebirina rast a vê pêvajoyê bêguman bi vê ve girêdayî ye. Ji ber ku ne hewce ye li ser rol û mîsyona birêz Ocalan a ku nayê înkarkirin di rêvebirina pêvajoya 2 salan û gihîştina vê qonaxê de nîqaş were kirin. Pêkanîna paşê ya vê pêvajoyê jî divê rasterast di bin beşdarbûn û hevrêziya birêz Ocalan de be. Divê statu li ser vê bingehê vere nirxandin.”
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku divê di sepandina qanûnê de cudakarî tunebe û divê helwesta Abdullah Ocalan di warê qanûnî de bi awayekî rast vere destnîşankirin û got: “Em meseleya yasaya aştiyê li ser wê bingehê digrin dest û çareser dikin ku bi awayekî cudakar neyê sepandin û bi rastî jî li ser bingeha bicihkirin, pênase û destnîşankirina yasayî ya statuya wê, vegere jiyanê.”
Sevda Çelîk Ozbîngol di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê yasaya çarçove û siyasî ya helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de vere destnîşankirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Tiştê ku divê ji îro pêve vere kirin ew e e ku şert û zurufên Abdullah Ocalan ên ku bikaribe azad bijî û bixebite û bikaribe vê pêvajoyê bi awayekî serkeftî birêve bibe ku bigihîje encamê.”