SES: li Tirkiyê ji sedî 81 jin rastî tundiya derunî tê

Li gorî lêkolînên SES’ê li 52 bajaran di derbarê tundiya li ser jinan de kirî derket holê ku ji sedî 81 jin rastî tundiya derunî tên.

Navenda Nûçeyan - Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES), rapirsiya “Lêkolîna Tundiya Li Ser Jinan a Li Qada Xizmetên Tenduristî û Civakî” pêk anîbû. SES’ê encamên rapirsiyê li navenda xwe ya Enqerê bi raya giştî re par kir. Sekretera Giştî ya Jinan a SES’ê Gonul Adibellî rapora ku di derbarê encamên rapirsiyê de hatî amadekirin xwend. 
Gonul Adibellî diyar kir ku li qada xizmeta tenduristî û civakî li dijî kedkarên jin tundî zêde bûye û ji bo vê tundiyê derxin pêş û were zanîn xebata rapirsiyê dane destpêkirin û wiha domand: “Ev tundî jî di encama polîtîkayên îqtidarê de ku li dijî jinan bi dijminahî tevdigere derdikeve holê. Rapirsî li 52 bajaran bi beşdariya 663 jinan pêk anîne û li gorî bersiva van kesan encam amade kirine.  Di rapirsiyê de derketiye holê ku ji sedî 81 jin bi derûniyê, ji sedî 37 bi aboriyê, ji sedî 43 bi fizîkî û ji sedî 26 jî bi tundiya zayendî re rûbirû mane.